Li Îranê di meha kanûnê de 96 girtî hatin darvekirin
Kampanyaya ‘Şêşema na ji darvekirinê re’ bi grev û xwepêşandanên li Bazara Tehranê re, di hefteya 101’emîn de li 55 girtîgehên li seranserê Îranê didome. ji destpêka meha Kanûnê û vir ve herî kêm 96 girtî hatin darvekirin.
Navenda Nûçeyan – Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ ku li dijî cezayên darvekirinê yê li Îranê tê pêkanîn hatiye destpêkirin, di hefteya 101’an de didome. Li seranserê welat, girtiyên 54 girtîgehan, li dijî cezayê darvekirinê û domandina pêkanîna wê, di greva birçîbûnê de ne.
Li gorî daxuyaniya kampanyayê, hikûmet bi armanca tepeserkirina xwepêşandanên civakî zext û sepandina cezayên darvekirinê zêde dike û di hefteyên dawî de li girtîgehên Urmiye û Mahabadê ji du girtiyên siyasî yên Kurd cezayê darvekirinê hate birîn. Her wiha ji destpêka meha Kanûnê ve, yek jê jin zêdetirê 96 girtî li girtîgeha Wekîl Abadî ya li Meşehed hatin darvekirin. Beşdarên kampanyayê, bi wesîleya sersala nû Xiristiyanan pîroz kirin, balkişandin li ser girîngiya hevgirtina civakî û ji bo rakirin û rawestandina cezayên darvekirinê ya li Îranê banga zêdekirina piştgiriyan kirin.
Di daxuyaniya kampanyayê de wiha hate gotin:
"Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ ji dayikbûna Îsa û sala nû ya mîladî li hemû Xiristiyanan pîroz dike û ji bo hemû hemwelatiyên me yên ku di bin zext û zordariya dîktatoriya olî ya ku li welatê me hikûm dike de ne, azadî û rizgariyê dixwaze. Mîna ku Hz. Îsa gotiye: 'Ji kesên ku beden dikujin, lê hêza wan têra kuştina rihê nake, netirsin.’
Dema ku em dikevin roja 101’emîn a 'Sêşema na ji darvekirinê re', em dibînin ku esnafên Tehranê ji roja Yekşemê ve li dijî zordariya hikûmetê dest bi grev û xwepêşandanan kirine. Ev xwepêşandanan, astek berfireh bi dest xistin û li hinek bajarên din jî belav bûne.
Di van rojên krîtîk de, hikûmet ji bo pêşîgirtina mezinbûna serhildanên gel, zext û darvekirinan zêde dike. Di rojên dawî de li girtîgehên Urmiye û Mahabadê ji du girtiyên siyasî yên Kurd ên binavê Mehrab Ebdulzade û Yunis Bexşî re cezayê darvekirinê hate birîn. Her wiha ji destpêka meha Kanûnê ve, yek jê jin zêdetirê 96 girtî li girtîgeha Wekîl Abadî ya li Meşehed hatin darvekirin.
Em spasiya hemû malbat û kesên ku piştgirî didin kampanayayê dikin û daxwaza piştgiriyek hêj xurttir dikin. Armanc ew e ku giraniya zext û darvekirinan kêm bikin û rê li ber rakirina cezayê darvekirinê yên li dijî mirovahiyê vekin.”