NY ji bo Xezayê daxwaza lêkolînerên navneteweyî dike

Komîserê Mafên Mirovan ê NY'ê hişyariya rûxandina Xezayê da û xwest lêkolîner biçin herêmê. Her wiha hate gotin ku li taxa Zeytûnê jî 96 cenazeyên piraniya wan jin û zarok bûn, ji ber kêmbûna amûran bi destên tazî hatin derxistin.

Navenda Nûçeyan – Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku deverên berfireh ên Xezayê ji ber bombebarana dijwar û operasyonên hilweşandinê yên Îsraîlê bi temamî wêran bûne û bang kir ku destûr ji lêkolînerên navneteweyî re were dayîn ku bikevin herêmê û delîlên binpêkirinan belge bikin.

Tîmên Berevaniya Sivîl a Filistînê, li herêmeke taxa Zeytûnê ya Xezayê 96 cenaze û hestiyên mirovan derxistin. Hate ragihandin ku ji van 58 aydê zarokan û 23 jî aydê jinan e. Hate diyar kirin ji ber ku destûr nehatibû dayîn ku makîneyên giran bikevin wê herêmê, piraniya hestiyan bi destên tazî hatine derxistin.

Hişyariya der barê wêrankirina Xezeyê de

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY), ragihand ku beşên mezin ên Xezayê ji ber bombebarana Îsraîlê û operasyonên wêrankirinê bi temamî hatine rûxandin û bal kişand ku dibe cenazeyên mirovan ên di bin kavilan de tên dîtin tenê beşeke biçûk a wêneyê giştî bin. Komîseriyê, daxwaz kir ku rê ji lêkolînerên navneteweyî re were vekirin ku biçin Xezeyê û parastina delîlan misoger bikin.

Astengiyên li pêşiya veşartina cenazeyan

NY’ê, ragihand ku ji Cotmeha 2025’an û vir ve zêdetirî 800 cenaze li Xezeyê hatine derxistin, lê dibe ku derxistina cenazeyên mayî ji ber kêmbûna amûr, sotemenî û karmendan herî kêm deh salan bidome. Hate destnîşankirin ku ji ber nebûna amûrên naskirina nasnameyê, malbat neçar mane ku kesên xwe yên nêzîk li gorî taybetmendiyên fîzîkî an jî cihê ku cenaze lê hatine dîtin, nas bikin.

NY’ê, tekez kir ku ev rewş êş û bêbaweriya malbatan zêde dike û her wiha metirsiya windabûna delîlên pêwîst a ji bo darizandina berpirsên binpêkirinan çêdike. Ofîsê, daxwaz kir ku cenaze bi awayekî bi rûmet bên derxistin û ji bo zelalkirina şert û mercên mirinan lêkolînên bi bandor bên kirin.

Binpêkirinên agirbestê didome

Li aliyê din, hêzên Îsraîlê êrîşên xwe yên li ser Zîvala Xezayê didomînin û bi awayekî eşkere peymana agirbestê ya ku di Cotmeha borî de ketibû meriyetê, binpê dikin. Hate ragihandin ku îro 4 Filistînî di encama gulebarana Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan.

Di heman demê de çavkaniyên bijîşkî yên Filistînî, ragihandin ku ciwanekî ku di encama bombebarana Îsraîlê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, îro ragihand ku hejmara giştî ya kesên ji 7ê Cotmeha 2023’an û vir ve mirine gihişt 73 hezar û 789 û 174 hezar û 798 kes jî birîndarbûne.

Wezaretê, diyar kir ku di 24 saetên borî de cenazeyên sê kesan li gel 27 kesên birîndar ji bo nexweşxaneyên Zîvala  Xezeyê hatine veguhestin û hate ragihand ku hejmara giştî ya kesên ji dema agirbestê û vir ve mirine gihîştiye hezar û 375 û 4 hezar û 686 kes birîndar bûne.

Wezaretê, tekez kir ji ber ku tîmên rizgarkirinê û yên bijîşkî nikarin bigihîjin deveran, gelek kes di bin kavilan de û li ser rêyan asê mane.