Girtina rojnamevana Sûdanî Ayîşe El-Majîdî nîqaşên li ser azadiya çapemeniyê vekir
Piştî ku rojnamevana Sûdanî Ayîşe El-Majîdî girtin û birin cihekî nediyar, fikarên li Sûdanê rojnamevan û çavdêr destnîşan dikin ku tevî hemû xetereyan jî, divê jîngeheke bi ewle ji bo xebata medyayê bê avakirin.
AYA ÎBRAHÎM
Sûdan – Ji ber girtin û veguhestina rojnamevana Sûdanî Ayîşe El-Majîdî bo cihekî nediyar, nîqaşa li Sûdanê li ser azadiya çapemeniyê, bi taybetî jî sînordarkirin û xetereyên ku rojnamevanên jin di dema pêkanîna karê xwe de pê re rûbirû dimînin, ji nû ve vejand.
Bûyer piştî posteke Facebookê ya Ayîşe El-Majîdî hat ku tê de wê rexne li hikûmetê ji ber rewşa aborî ya her ku diçe xirabtir dibe kir û li ser bandora krîza lêçûna jiyanê li ser welatiyan hişyarî da. Ev bûyer di peyzajeke medyayê ya pir tevlihev de qewimî ku ji ber pevçûna berdewam a di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ji Nîsana 2023’yan vir ve çêbûye, hemû aliyên jiyanê, di nav de rojnamegeriyê jî, kiriye bin siya xwe. Rojnamevan bi dijwariyên dijwartir re rûbirû mane, ji binçavkirin û gefan bigre heya tacîz û zehmetiyên gihîştina deverên pevçûn û agahdariyê.
Rojnamegeriya jinan a di girtgeha şer de
Rojnamevan Ceyda El-Sahib bawer dike ku rojnamevanên jin ên Sûdanî tevî xetereyên li dora karê xwe, rola xwe ya ragihandina dengê gel pêk tînin. Ceyda her wiha tekez dike ku rojnamegerî mecbûr e ku rastiyê eşkere bike û balê bikşîne ser pirsgirêkên civakî. Ceyda vê rastiya bi êş wiha vedibêje: “Her çend yasa ji bo parastina rojnamevanan hene jî, sepandina wan ji ber şert û mercên awarte yên ku welat pê re rûbirû ye, sînordar e. Divê ev yasa bi bandor werin bicîhanîn da ku rojnamevanên jin ji girtin û tacîzê werin parastin. Ez her wiha ji rojnamevanan dixwazim ku dema mijarên curbecur dinvîsin, hay ji hesasiyeta rewşa heyî hebin û girîngiya pabendbûna bi berpirsyariya pîşeyî û mîsogerkirina ku nivîsandin û raporên wan nebin faktorek ku aloziyê gur bike an jî dabeşbûnên di civakê de kûrtir bike.”
Azadiya çapemeniyê: Dengê welatiyan
Li Sûdanê ji destpêka pevçûnê ve, azadiya çapemeniyê di hawîrdorek ewlehî û siyasî ya pir aloz ku rasterast bandorê li ser şiyana rojnamevan û dezgehên medyayê dike û nahêle ku serbest bixebitin û bighîjin agahdariyê, kêmbûnek berbiçav dîtiye. Rîsk bi girtinê ve sînordar nebûne, di heman demê de gef û tacîz, sînordarkirina tevgerê û zehmetiya gihîştina deverên pevçûnê jî di nav xwe de girtine, ku karê rojnamegeriyê xeternaktir û bihatir kiriye.
Rojnamevan Nesrîn Abdullah dibêje ku çapemenî "hêza çaremîn" e û berpirsiyariya rojnamevanek ne tenê bi ragihandina nûçeyan ve sînordar e. Di heman demê de teşwîqkirina nîqaşa giştî, eşkerekirina kêmasiyan û hişyarkirina rayedaran ji kêmasiyan jî di nav xwe de digire da ku reform pêk bînin. Nesrîn bi van gotinan balê dikşîne ser azadiya çapemeniyê: “Azadiya çapemeniyê ne luks e, pêdivî ye. Ji ber ku ew dengê welatiyan temsîl dike û êş û pirsgirêkên wan vedibêje. Her wiha girtina rojnamevanên jin ji ber ku karê xwe dikin an jî nêrînên xwe diyar dikin, binpêkirina maf û azadiyên wan e.”
Nesrîn di berdewama nirxandinên xwe de hêviyên xwe tîne ziman û dibêje ku “Hêvîdar im ku rojnamevanên jin ji bo xebatê bêtir cih bigrin. Ji bo ku bikaribin bêyî tirs an sînorkirinên ku dê rê li ber wan bigirn ku erkên xwe yênrojnamegeriyê bi cih bînin, bighîjin mijarên curbecur û balê bikşînin ser wan.”
Rojnamegerî di nav nakokiyan de ye
Tevî rîsk û zehmetiyên zêde yên şerê berdewam, dezgehên medyayê yên Sûdanê di raporên li ser pêşketinên şer de, belgekirina bûyeran û ronîkirina êşên sivîlan, kesên koçber û kesên ku ji şer bandor bûne de, rola xwe di pêkanîna wan de didomînin. Ew her wiha pirsgirêkên mirovî, civakî û aborî yên ku ji ber şer hatine ferzkirin jî çareser dikin.
Di vê çarçoveyê de, rojnamevan Emîna Mohammed tekezî li ser rolên piralî yên ku jinên Sûdanê di dema şer de girtine û girîngiya peydakirina çarçoveyek yasayî ya zelal dike. Her wiha destnîşan dike ku ev yek parastina rojnamevanên jin di pêkanîna karê wan de garantî dike.
Zêdebûna metirsîdar a dawî ya bûyerên girtina rojnamevanên jin
Emîna dibêje: “Rojnamevanên jin amade ne ku li gorî yasayên ku karê wan ê rojnamegeriyê birêve dibin tevbigerin û parastina maf û rûmeta wan ji bo çareserkirina her binpêkirinan bêyî ku rasterast serî li girtinê bidin, mekanîzmayên zelal hewce dike.” Bi balkişandina ser zêdebûna metirsîdar a dawî ya bûyerên girtina rojnamevanên jin, Emîna hêvî û bendewariyên xwe bi gotinên “Girtina rojnamevanan divê çareya dawî be û ger hewce be. Divê li şûna ku rasterast serî li sînordkirina azadiyê bidin, destek bidin prosedurên profesyonel ên wekî hişyarî an rêberiyê” tîne ziman.
Ji bo berdewamkirina xebatan jîngeheke bi ewle girîng e
Şiyana rojnamegeriya Sûdanî ji bo pêkanîna rola xwe girêdayî hebûna jîngeheke bi ewle û serbixwe ye. Ev yek, xebatkarên medyayê diparêze û gihîştina agahdariyê û azadiya derbirînê mîsoger dike. Çavdêr bawer dikin ku bidawîbûna pevçûnê gava herî girîng e ber bi ji nû ve avakirina jîngeheke rojnamegeriyê ya aram ve. Lê belê, parastina rojnamevanan, bicihanîna yasayên ku azadiya derbirînê garantî dikin û mîsogerkirina ku girtin ji bo sînordarkirina karê rojnamegeriyê nayê bikaranîn, daxwazên bingehîn in ku ji her rêyek ber bi avakirina medyayeke serbixwe ve nayên veqetandin.
Her çend pevçûn berdewam dike û cihê çalakiya giştî kêm dibe jî, rojnamevanên jin ên Sûdanî berdewam dikin ku rolên xwe yên ragihandina dengê welatiyan û belgekirina bûyerên li ser erdê pêk bînin. Di demeke ku azadiya çapemeniyê û parastina xebatkarên medyayê bûye ceribandinek rastîn a asta ku maf û azadî li welêt têne rêzgirtin de, hewl didin li ser piya bimînin û xebata xwe bidomînin.