Talîbanê perwerdeya xwendekarên keç ên xwedî pêwîstiyên taybet rawestand
Hikûmeta Talîbanê li Kabulê perwerdeya keçên xwedî pêwîstiyên taybet ên ji 12 salî mezintir rawestand. Ev biryar nîşan dide ku sînorkirinên perwerdeyê yên li ser jin û keçan niha digihîjin qadên perwerdeya taybet jî.
Navenda Nûçeyan – Hikûmeta Talîbanê perwerdeya keçên xwedî pêwîstiyên taybet ên ji 12 salî mezintir, li Enstîtuya Perwerdeya Teknîkî û Pîşeyî ya Kabulê ya ji bo Kêmendamên Bihîstinê, ji bo demek rawestand.
Biryara nû ya li dijî keçên xwedî pêwîstiyên taybet
Bi vê biryarê, sînorkirinên perwerdeyê yên ji bo keçên Efgan tên sepandin, gihîşt yek ji navendên perwerdeya taybet. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê navendê ve hatiye weşandin, keçên ji 12 salî mezintir divê ji roja Sêşemê, 15’ê Îlonê pê ve neçin enstîtuyê û ji malbatan hatiye xwestin ku wan neşînin navendê.
Pîvana temen û sînorkirina nû
Her wiha di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku ev biryar li ser fermana Rêveberiya Perwerdeya Teknîkî û Pîşeyî ya Talîbanê hatiye dayîn. Ev sînorkirin girîng e; ji ber ku pîvana nû 12 salî ye, ne dawiya pola şeşemîn e. Ji ber vê yekê, keçên ku hê dibistana seretayî jî temam nekirine, dikarin tenê ji ber temenê xwe rastî qedexeya ketina navendê bên.
Hê jî ne diyar e ku gelo ev biryar tenê ji bo Enstîtuya Perwerdeya Kabulê ya ji bo Kesên Kêmendamên Bihîstinê derbas dibe yan ew ê li navendên din jî were bicihanîn.
Rewşa enstîtuyê û polîtîkayên Talîbanê
Enstîtuya kesên ku nabihîsin a Kabulê, navendeke perwerdeyê ya taybet e ku bi zimanê îşaretan ji bo xwendekarên kêmendam ên bihîstinê perwerdeyê peyda dike.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê Daîreya Perwerdeya Teknîkî û Pîşeyî ve hatine weşandin, di navendê de beşên perwerdeya giştî û pîşeyî hene û bi sedan xwendekar di warên curbecur de ku di nav wan de beşên wênesazî û sêwirana grafîkî jî hene dixwînin.
Talîbanê ji sala 2021’ê ve ku careke din hat dest dessthilatdariyê, perwerdeya keçan a ji pola şeşan jortir rawestandiye û gihîştina jinan a zanîngehan û hinek şaxên perwerdeya bilind sînordar kiriye. Niha jî helw dide pêşî li perwerdeya keçên xwendekar ên ku guhên wan nabihîse bigre.