Li Îranê di 8 rojane de ji ber qirêjiya hewayê 357 kes mirin
Li peytexta Îran Tahran û bajarên din ên mezin ji ber qirêjiya hewayê, di 8 rojan de 357 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan – Li peytexta Îran Tahran û bajarên din ên mezin qirêjiya hewayê 9 rojan li pey hev dom kir, Serokên Serwîsa Lezgîn a Bajar a Tahranê ragihand ku tenê di nava 8 rojan de 357 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Mohammad Esmaeil Tavakoli diyar kir ku di nava vê demê de, 57 hezar bangên lezgîn li serwîsa lezgîn hatiye kirin û 28 hezar erkên lezgîn çêbûne, ji vana ji sedî 31 derbarê pirsgirêkên tenduristiyê yên girêdayî qirêjiya hewayê bû. Di heman demê de bal kişand ser kêmaniya ambulans û navendên serwîsa lezgîn û da zanîn ku nifusa zêde ya Tahran, zêdebûna tirafîkê û şertên erdnîgarî were berçavgirtin kapasîteya mudaxeleya krîza heyî kêm e.
Li gorî pisporên hawirdor û tenduristiya gel, rêveberina xirab a çavkaniyan, polîtîkayên xelet û başnekirina qadên şîn û veberhênannekirina enerjiya paqij, rewşek krîzê ku rasterast bandorê li welatiyan bike ava kir. Ev rewş nîşan dide ku qirêjiya hewayê û mirinên girêdayî wê, ne tenê pirsgirêkek xwezayî ye, encama polîtîkayên hundirîn û aborî ne. Pispor bang li hikumetê kirin ku çavkaniyên welat ne ji bo berjewendiyên derve, ji bo tenduristiya gel, bînesazî û hawirdorê wê bikar bîne. Bi vî awayî hedef dikin ku di pêşerojê de pêşî li van krîzên ku dubare dibin bigrin.