Li Îranê 15 parêzer girtî ne
Piştî girtina du parêzarên li Tehran û Bandar Abbasê, hejmara parêzerên ku niha li Îranê girtî an jî binçavkirî ne, bû 15. Di heman demê de hinek parêzer bi kefaletê hatin berdan û hinek jî hêj tên darizandin.
Navenda Nûçeyan- Li gorî raporên dawî, hejmara parêzerên ku niha li Îranê hatine girtî an jî binçavkirî ne, bû 15.
Navên parêzerên girtî û binçavkirî wiha ye:
Şîma Kushe, Mehran Ensarî, Nazanîn Beradaran, Cefer Keşaverz, Cefer Zareî, Enayatullah Karamatî, Zehra Javanî û Sepîdeh Taherî.
Her wiha sê parêzerên bi navê Mihemed Hadî Jafarpûr, Mehdî Ensarî û Huseyîn Şûkrî jî bi kefaletê hatin berdan. Li gorî raporên dawî, 4 parêzerên ji Şîrazê hêj binçavkirî ne.
Her wiha 7 parêzerên ku beriya niha hatine girtin an jî hatine binçavkirin ev in: Mihemed Nejafî, Seyed Mihemedreza Feqîhî, Seyed Mehdî Kerîmî Farsî, Taher Neqvî, Abolfazl Rencberî, Cevad Alî Kordî û Îbrahîm Parsamehr.
Doza sê parêzerên bi navê Nazanîn Salarî, Mehmûd Taravat-Ravî û Mesûd Ehmediyan ên tên darizandin, roja 6’ê Çileyê li Dadgeha Şoreşê ya Şîrazê pêk hat. Parêzer Behnam Nezadî jî ji bo îfadeyê hat vexwendin.