Lehiyên Çemê El-Luqcus karesatek xwezayî anî serê bakurê Mexrîbê

Piştî ku Çemê El-Luqcus û Bendava Wadî el-Makhazin gihîştin asta rekor a ji sedî 140’î, bakurê Mexrîbê li bajarê El-Qesr el-Kebîr û derdora wê rewşek awarte dijî. Pisporên meteorolojiyê hişyariya lehiyên wêranker didin.

Navenda Nûçeyan- Rayedarên Mexrîbê ji ber barana dijwar a berdewam û hişyariyên lehiyên wêranker ên ku dikarin beşek mezin ji bajêr bigirin, bi demê re pêşbaziyê dikin da ku nifûsê vala bikin. Rayedarên Mexrîbê duh dest bi operasyonên valakirinê yên berfireh kirin. Operasyonê bandor li nêzî 50 hezar kesan kir. Rayedar ditirsin ku lehî bandorê li piraniya taxan, hetta deverên bilind ên bajêr jî bike. Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê hişyariya asta "sor" a nîşan dide ku li herêmê barana bihêz a 100-150 mm tê payîn û rewş dikare hîn xirabtir bibe.

Nêzîkî 20 hezar kes bi lezgînî ji taxên herî xeternak derxistin

Veguhestin beş bi beş hatin kirin. Nêzîkî 20 hezar kes bi awayekî lezgîn ji taxên herî xeternak hatin veguhestin. Tehliyekirina nifûsa mayî bi otobus, trên û wesayîtên taybet hêdî hêdî berdewam dike. Hêzên ewlehiyê û yekîneyên alîkar bi giranî beşdarî ewlekirina tehliyekirina bi ewle ya nifûsê û gihîştina wan bo stargehên li bajarên bi ewle dibin. Qutbûna av û elektrîkê û girtina şaxên bankayan li hin taxan zehmetiyên rojane yên niştecihan zêde kiriye. Ev yek hin welatiyan neçar kiriye ku ji bo kişandina pere, herin bajarên cîran ên wek El-Araî.

Çarçoveya valakirinê hat berfirehkirin

Gund û bajarokên derdora El-Qesr el-Kebîr - wek El-Buaşta, Es-Sawaken, El-Drabla, Oujbinat û Oulad Heddad - kêmasiyên giran ên gaz, ava vexwarinê û xwarina heywanan dijîn. Ji bo cotkaran destwerdana lezgîn a hikûmetê tê xwestin. Ji bilî El-Qesr el-Kebîr, rayedaran çarçoveya tehliyekirinê ji bo parêzgehên Tatouan, Sidî Qacem û Sidî Slimane berfireh kirine. Bi sedan malbat ji bo stargehên guncaw hatine veguhestin. Rayedaran diyar kirin ku ev tedbîr wekî beşek ji planeke proaktîf, ji bo parastina welatiyan a ji xetera bilindbûna asta çeman hatine girtin. Ji ber ku barana dijwar û bilindbûna asta avê berdewam dike, valakirina van deran berdewam dike.