Laura Quagliuolo: Rêxistinkirina jinan ji bo civakîbûna aştiyê girîng e

Parêzvana mafên jinan a Îtalyayê Laura Quagliuolo diyar kir ku têgihîştina "pêşî hêz, paşê jin" xelet e û rêxistinkirina jinan û diyarkirina pêdiviyên civakî, ji bo civakîbûna aştiyê girîng e.

Navenda Nûçeyan - Parêzvana mafên jinan û mirovan a Îtalyayê Laura Quagliuolo, bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan e bangên agirbestek yekalî dike û tekez kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya aştiya mayînde û civakî, polîtîkaya tecrîdê ye. Laura Quagliuolo ji ANFê re axivî û diyar kir ku aştî tenê bi nêzîkatiyek ku ji nû ve avakirina civakê dide pêş û li ser azadiya jinan disekine, dikare were bidestxistin.

Laura Quagliuolo da zanîn ku pêkanînên tecrîdê yên li dijî Abdullah Ocalan di heman demê de nîşaneya binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê ne. Laura, bi bîr xist ku gelek girtiyên siyasî di girtîgehan de hene. Laura anî ziman ku îradeya aştî û lihevhatina civakî tenê bi bidawîkirina van binpêkirinan dikare pêk were û wiha got: “Divê hemû mafên mirovan bên rêzgirtin û girtiyên siyasî ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê werin berdan.”

Armanc avakirina civatek ehlaqî û siyasî ye

Laura destnîşan kir ku yek ji aliyên herî cihêreng ên paradîgmaya Abdullah Ocalan girîngiya wê ya li ser azadiya jinan e, bi taybetî di bangên dawî de rola pêşeng a ku jin divê di ji nû ve avakirina civakê de bilîzin, destnîşan kir. Laura diyar kir ku ev nêzîkatî di bingeha xwe de ji pêvajoyên aştiyê yên klasîk cuda ye û destnîşan kir ku aştî ne wekî peymanek ji jor ber bi jêr, wekî pêvajoyek civakî ji jêr ber bi jor ve tê hesibandin e. Laura got ku ev têgihîştin armanc dike ku hevjîniyek li ser bingeha rêzgirtinê di navbera gel, bawerî, ziman û çandan de hebe û got “Armanc avakirina civatek ehlaqî û siyasî ye. Ji ber vê yekê, divê ev pêvajo ji bo berjewendiya gel be.”

'Abdullah Ocalan yek ji bîrkerên herî girîng ên serdema me ye'

 

Laura bi bîr anîna nîqaşên aştiyê yên heyî yên li cîhanê, mînaka Filistînê bi bîr xist û got, “Rewşek ku bombebaran berdewam dike û mafên gelekî tên paşguhkirin, nikare wekî aştî were binavkirin.” Laura tekez kir ku aştî divê pêvajoyek demdirêj be ku armanc ew e ku civakê ji nû ve ava bike û diyar kir ku divê banga Abdullah Ocalan tam di vê çarçoveyê de were nirxandin.

Laura destnîşan kir ku ramanên Abdullah Ocalan pirî caran ji çarçoveya xwe ya siyasî têne dûrxistin û veqetandin û got ku ev hilbijartinek hişmend e. Laura, Abdullah Ocalan wekî yek ji bîrkerên herî girîng ên serdema me bi nav kir û tekez kir ku paradîgmaya neteweya demokratîk ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê jî girîngiyek mezin digre.

'Jin hê jî bi tevahî azad nebûne'

Laura ragihand ku nêzîkatiya navenda azadiya jinan paradîgmayê bêhempa dike û got ku analîzên li ser koka dîrokî ya baviksalarî pir girîng in. Laura, tekez kir ku jin di dîrokê de koma yekem bûn ku hatin kolonîzekirin û got “Jin hîn jî bi tevahî azad nebûne. Jinan ji bo şer û zilmê bedelên herî giran dane.” Wê destnîşan kir ku lêkolînên Jîneolojiyê di vî warî de roleke bingehîn dilîzin û derfetek pêşkêş dikin ku dîrok, civak û zanistê ji nû ve bifikirin.

Nêzîkatiya 'pêşî hêz, paşê rizgariya jinan' xelet e

Laura anî ziman ku rizgariya jinan qadeke têkoşînê ya neçar e û gelek nêzîkatiyên ku xwe wekî sosyalîst pênase dikin di vê qadê de kêmasî derdikevin. Wê tekez kir ku nêzîkatiya "pêşî hêz, paşê jin" xelet e û rêxistinkirina jinan, perwerde û diyarkirina hewcedariyên civakî ji bo civakîbûna aştiyê girîng in. Laura destnîşan kir ku israra tevgera azadiya Kurd a li ser aştiyê, ji hêla civaka navneteweyî ve bi têra xwe nayê famkirin û di vî warî de bêtir hewldan hewce ye. Wê tekez kir ku pêwîst e were ravekirin ku paradîgmayek nû mimkun e, nemaze bi ciwan û jinan re û got ku ev têkoşînek demdirêj e.

'Divê em berpirsiyariya azadiya Abdullah Ocalan bigirin ser xwe'

Laura Quagliuolo, ku bang li derdorên mafên mirovan ên li Ewropayê jî kir, tekez kir ku divê gavên berbiçav ji bo azadiya Abdullah Ocalan werin avêtin. Laura Quagliuolo behsa înîsiyatîfên li Genova, Îtalyayê ji bo dayîna hemwelatîbûnê ji Abdullah Ocalan re kir û diyar kir ku gavên weha hem ji bo pêvajoya aştiyê û hem jî ji bo têgihîştina paradîgmayê girîng in. Laura Quagliuolo got, "Divê em berpirsiyariyê bigirin ser xwe. Divê em ne tenê ji bo azadiya Ocalan, lê di heman demê de ji bo ravekirina wateya vê paradîgmayê ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê jî têbikoşin."