Krîza li Sûdanê kûr dibe: 30 milyon kes li benda alîkariyê ne

Piştî şerên sê salan, ketina paytexta Darfûrê El Faşerê ya destê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) û koçberbûna bi hezaran kesan, krîza mirovahî ya li Sûdanê hîn girantir kir.

Navenda Nûçeyan Krîza mirovahî ya li Sûdanê ji ber şerên sê salan her ku diçe kûrtir dibe. Koçberbûna bi hezaran kesan, kontrolkirina bajarê El Faşerê ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) ve û zehmetiyên ji ber şeran, rewşa sivîlan xirabtir kiriye.

Neteweyên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya xwe de ragihand ku hewcedariyên mirovahî li Sûdanê gihîştine asteke nedîtî û zêdetirî 30 milyon kes alîkariyê hewce dikin. Xirabbûna rewşa ewlehiyê li eyaletên cuda û berdewamiya şeran sedema vê zêdebûnê ye.

Krîz bandorên wêranker çêdike

Ofîsa Hevrêzkirina Karûbarên Mirovahî ya NY (OCHA) ya li Sûdanê tekez kir ku krîza heyî bandorên wêranker li ser milyonan kesan hiştiye. Rêxistinê got ku giraniya şeran li eyaletên cuda krîzê kûr dike û heke ev rewş berdewam bike, êşa sivîlan wê zêdetir bibe û hewcedarî hîn mezintir bibin.

Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) jî eşkere kir ku li 18 eyaletên Sûdanê zêdetirî 9,3 milyon kes koçber in, her wiha li 9 eyaletan zêdetirî 3 milyon kes vegeriyane û zêdetirî nîvê van zarok in. Li gorî daneyan, ji her sê malbatên koçber û ji her pênc malbatên vegeriyayî yekê, rojek û şevekê bê xwarin dimîne.

Jin û zarok di bin dorpêçê de

Paytexta Darfûrê El Faşer, piştî ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn di dawiya cotmehê de piştî dorpêçeke zêdetirî 500 rojan bajar kontrol kirin, bû şahidê yek ji trajediyên herî giran ên şeran. Piştî vê bûyerê, zêdetirî 100 hezar kes – piraniya wan jin û zarok – neçar man li derdora bajarê li cihên ewle bigerin. Ji aliyê din ve, nêzîkî 260 hezar sivîl, nîvê wan zarok, hîn bê alîkariya mirovahî di bin dorpêçê de ne. Gelek kes ji bo bijîn neçar in bi xwarina heywanan xwe têr bikin.

Ketina El Faşerê ya destê Hêzên Piştgiriya Lezgîn, ji ber girîngiya wê ya leşkerî û stratejîk, wekî xaleke zivirînê ya girîng di şeran de tê nirxandin. Bajar paytexta dîrokî ya Darfûrê ye û kale yê dawî yê girîng ê artêşa Sûdanê li herêmê bû.