Kovara Jinê bi dosyayên 25’ê Mijdarê derket
Hejmara 195’emîn a Kovara Jinê bi berga ‘Tundiya Mêr-Dewlet û Têkoşîna Hevpar a Jinan’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
Navenda Nûçeyan - Kovara Jinê ku her hefte roja Yekşemê tê weşandin, bi hejmara vê hefteyê ya 195’an bi berga ‘Tundiya Mêr-Dewlet û Têkoşîna Hevpar a Jinan’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
Kovara Jin di hejmara xwe ya 195’an de, bi boneya 25’ê Mijdarê, roja têkoşîna bi tundiya li dijî jinan, têkoşîna hevpar a jinan, tundiya mêr, bêcezatî û şêweyên tundiyê yên xuyayî û nedîtî digre dest.
Hemû sernavên di dosyayên 25’ê Mijdarê de cih girtin ev in:
Bi têkoşîna kolektîf a jinan avakirina jiyana demokratîk / Sebahat Tuncel
Ronahîkirina xalên kor/ Fîdan Ataselîm
Epîstemolojiya tundiya li dijî jinan/ Fîgen Aras
Di sedsala 21’ê de tundiya mêr dişibe çi?/ Rojda Yildiz
Polîtîkaya rizomatîk a tundiyê/ Salîha Aras