Kongra Star li ser bûyerên qetilkirinê daxuyaniyek da
Kongra Star a bajarê Hesekê têkildarî qetilkirina jinan daxuyaniyek da û diyar kir ku qetilkirina jinek tê wateya qetilkirina jiyanê, qetilkirina têkoşîna wan a dîrokî û deskeftiyên wan.

Hesekê – Di dema dawî de li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4 jin hatin qetilkirin. Kongra Star a bajarê Hesekê li dijî qetilkirina jinan daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de saziyên civaka sivîl û rêxistinên jinan amade bûn, beşdaran pankartên bi nivîsa “Na ji qetilkirina jinan”, “Jin Jiyan e em jiyanê biparêzin” hilgirtin. Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star a bajarê Hesekê Mîdiya Elî ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Em weke Tevgera jinan qetilkirinên pêşwext, bêserûber û bi zanebûn ên keç û jinan şermezar dikin. Qetilkirina jinek tê wateya qetilkirina jiyanê, qetilkirina têkoşîna wan a dîrokî û deskeftiyên wan. Jin çavkaniya civaka azad in, bê azadiya jinan civak azad nabe. Em bêdengiya rêxistinên mirovî û zagonî şermezar dikin û pêwist e li dijî vê diyardeya bi xeter, tekoşînek mezin were meşandin, ji ber ku civaka jin tê de werin qetilkirin, kole û windayî ye. Em bang li saziyên pêwendîdar dikin ku bi erk û misyona xwe rabin û sûcdar cezayên herî giran bigrin da ku em rê li ber diyardeyên bi xeter bigrin.”
Daxuyanî bi dirûşma ‘Jin jiyan e, jiyanê nekuje’ , ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.