Kongra Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber perwerde dide jinan

Ji Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a bajarê Qamişloyê Rohilat Mislim da zanîn ku armanca wan bi perwerdeyan rêxistinkirina jinan, xwe naskirin û zanîna rola xwe ya di civakê de ye.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Kongra Star, bingeha têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji damezrandina xwe ve, ji bo yekitiya jinan û rêxistinkirina enerjiya wan, ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û avakirina civakeke demokratîk ku jin bikaribin bi awayekî çalak beşdar bin, xebitiye. Bi riya bernameyên xwe yên perwerdeyê û semînerên hişyarkirinê, Kongra Star hewl dide hişyariyê li ser mafên jinan zêde bike û wan di warê siyasî, aborî û civakî de bihêz bike.

Ji Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a bajarê Qamişloyê Rohilat Mislim derbarê perwerdeya ku li dar xistine de ji ajansa me re axivî.

Rohilat Mislim da zanîn ku dest bi dewreya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Jiyan Herdem kirine û wiha dest bi axftina xwe kir: “Armanca me bi vekirina dewreya perwedeyê ew e ku jinên di civakê de hebûn, rol, dîrok, xebat û zanista xwe nas bikin. Malbat gelek caran nahêlin jin xwe perwerde bikin, zana bibin, biçin dibistanan û  xwendina xwe berdewam bikim. Jin her dem bi karê malê û zarokan re mijûl dibin û derfet ji wan re nadin ku xwe perwerde bikin. Daxwaza me ew e ku jin xwe bi rêxistin bikin, asta xwe ya zanebûnê, fikirandinê bi pêş bixin û bikaribin hevsengiyê çêkin di navbera karê malê û xebatên rêxistinkirinê de.”

‘Dema ku jin dikevin perwerdeyan rastî zehmetiyan tên’

Rohilat Mislim anî ziman ku di perwerdeyan de zehmetiyan dikşînin û wiha got: “Ji ber ku jin her dem di malê de ne, bi karê malê û zarokan re mijûl dibin, derfeta wan tuneye ku xwe perwerde û zana bikin. Dema ku jin dikevin perwerdeyan rastî zehmetiyan tên, ji ber vê em jî bi jinan re zehmetiyan dikşînin û nikarin van perwerdeyan zû bi encam bikin. Destpêkê jin bi dilgiranî tên perwerdeyê lê di dawiya her perwerdeyê de em biriqandina di çavên jinan de dibînin, jin hezkirina xwe û hestên xwe tînin ziman, dibêjin ku çi encam ji vê perwedeyê girtine. Hevrûkirinê di navbera fikrên xwe yên beriya prewerdeyê û piştî perwerdeyê de dikin û guherînên ku bi wan re çêbûne dibînin. Dema ku jin lênûs û pênûsa xwe digrin destên xwe û tên perwerdeyê, em moral digrin û dixwazin perwerdeyên xwe berdewam bikin.”

‘Em dewreyên perwerdeyan li gorî pêdiviyên jinan vedikin’

Rohilat Mislim tekez kir ku ew perwerdeyên xwe bi serkeftî û encamgirtî bi dawî dikin û wiha pê de çû: “Em weke Komîteya Perwerdeyê van perwerdeyan birêve dibin,  gelek kesên ku astên wan ên perwerdeyan hene bi me re dibin alîkar û em perwerdeyên xwe bi serkeftin û encam bi dawî dikin. Em dewreyên perwerdeyan li gorî pêwîstiya jinan vedikin. Dersên ku em di perwerdeyan de didin girîngiya perwerdeyan e, civaka xwezayî ye, rastiya Rêbertî ye, hevjiyana azad e, jînolojî ye, dîroka jinan, şerê taybet, welatparêzî ye, çand û ehlaq e, neteweya demokratîk e, tenduristî ye û ekolojî ye da ku em bikaribin bi riya van perwerdeyan, bîrdoziyekî bi jinan re ava bikin.”

‘Dema tê xwestin em li malan jî perwerdeyan didin’

Rohilat Mislim destnîşan kir ku gelek dewreyên perwerdeyan vedikin û wiha got: “Em di taxan de, di komînan de, li bajaran û dema ku tê xwestin em li malan jî perwerdeyan didin. Carna jin ji me re dersan pêşniyar dikin em li gorî wan pêşniyaran didin û carna em li gorî pêwîstiya ku dibînin didin. Her dersek di perwerdeyan de cuda ye. Hinek mijar hene em dixwazin bidin. Mijarên weke şîdeta li dijî jinan, girêdayî hestên polîtîk, uslûb û xîtab, rexne û rexnedayîn, mijarên komîn wekî komîn çi ye çawa xwe birêxistin dikin, xwe ava dikin û çawa jiyana komînal di pergala neteweya demokratîk de pêk bînin.”

‘Jin di hinek aliyan de dikarin vê perwedeyê di jiyana xwe de bimeşînin’

Rohilat Mislim diyar kir ku şert ne ew e ku di perwerdeyê de agahiyan ezber bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mijarên perwerdeyê vekirî ne, tu dikarî qebûl bikî yan jî qebûl nekî lê gelek jin fikrên wan tên guhertin, ji xwe re encam jê digrin û di jiyana xwe de didin meşandin. Gelek caran me şopandiye ji ber fikrên civaka me fikrekî baviksalarî ye, zihniyeteke hişk e û zihiniyeteke bi desthilatdarî tê birêvebirin, dema ku jin diçin malê, em dibînin jin di hinek aliyan de dikarin vê perwedeyê di jiyana xwe de bimeşînin û di hinek aliyan de civak li ber wan dibe asteng û nikarin di jiyana xwe de pêk bînin. Em ê weke Komîteya Perwerdeyê her dem perwerdeyan berdewam bikin û em dixwazin xwe bighînin her jin û ciwanên di nava civakê de û wan perwerde bikin.”