Kongra Star: Em ê têkoşîna Şehnaz Emer bidomînin
Meclisa Kongra Star bi daxuyaniyekê dagihand ku endama Rêveberiya Kongra Star Şehnaz Emer di êrişa dewleta Tirk jiyana xwe ji dest daye. Kongra Star got: “Armanc û xeyalê Şehnaz em ê di tekoşîna xwe de bidin jiyîn.”
Navenda Nûçeyan – Dûh balefira bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk li gundê Xanê Seriyê yê bajarê Dêrikê wesayîtek kir hedef û di encama êrişê de dû kesan jiyana xwe ji dest. Yek ji kesên ku di encama êrişê de jiyana xwe ji dest dayî endama Rêveberiya Kongra Star Şehnaz Emer bû.
Meclîsa Kongra Star têkildarî qetilkirina endama Rêveberiya Kongra Star Şehnaz Emer daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“10’ê çileya 2025 li gundê Xana Serî ya girêdayî Derîkê di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk de rêhavala me Şehnaz Emer gihişt şehadetê. Bi salan e dewleta Tirk ya faşîst bi qetilkirina jinên pêşeng dixwazê tola binketina tarîtiya DAIŞ’ê rake. Dewleta faşist di her eniyê de li dijî jinên tekoşer û şoreşger êrişên xwe bê navber berdewam dike. Di êrişa herî dawî de hevala me Şehnaz kir hedef. Heval Şehnaz weke jineke xwedî vîn di tekoşîna azadiya jinan de li hemû eniyan de cihê xwe girt. Ji Şam’ê heta Helebê li seranserê Bakur û Rojhilatê Suriyê tevlî tevahî kar û xebatên azadiya jinê bû. Bi kesayeta xwe ya sade û sekna xwe ya dilnizim di dilê hemû jinan de karî cihê xwe çêbike û ajokarê bi wê re Ahmed hesen jî jiyana xwe ji dest da.
‘Em ê têkoşîna wê bidomînin’
Weke jineke fedakar di ber hemû zehmetiyên şoreşa Rojava de karî bi ked û hewildanên xwe jinan zane bike û rêxistin bike. Weke jinek Kurd ti caran li beramberî zor û zordariya rejîma Baas serî netewand û her tim seknek berxwedêr raber kir. Armanc û xeyalê Şehnaz em ê di tekoşîna xwe de bidin jiyîn.
Bi vê wesîleyê em şehîdên jinên pêşeng ên meha çile yê Parîsê heval Sara, Rojbîn, Ronahî û hevalên berxwedana Xweseriyê de li Silopiya yê Pakîze, Fatma, Sêvê her wiha heval Evîn Goyî û hevalên pêre şehîd ketine û herî dawî jina pêşeng a Kombûna Jinên Zenûbiya heval Kerem li bendava Tişrînê dema çûyîna kerwana gel de hat hedef girtin û şehîd ket bîrtînin. Dijmin çiqas êriş bike jî em ê tekoşîna xwe ya azadiyê berdewam bikin. Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bûye sembola têkoşîna hemû jinên cihanê, em jî dibêjin ‘Jin Jiyan Azadî’. Wê mirin me tine neke, yên dixwazin me tine bikin wê ew tine bibin.”