Kongra Star: Avakirina pergaleke demokratîk çareserî ye

Kongra Star der barê daxuyaniyên nûnerê DYA’yê yê Sûriyeyê Thomas Barrack de daxuyaniyek weşand û got ku parastina yekbûna xaka Sûriyeyê bi naskirina cihêrengiyê, rêzgirtina li îradeya gel û avakirina pergaleke demokratîk a nenavendî pêkan e.

Navenda Nûçeyan – Kongra Star der barê daxuyaniyên nûnerê DYA’yê yê Sûriyeyê Thomas Barrack de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ji bo afirandina atmosfereke baweriya hevbeş di navbera aliyên Sûriyeyê de divê navbeynkarên navneteweyî roleke avaker û bêalî bilîzin û piştgiriyê bidin diyaloga navnxweyî ku ewlehî û îstiqrarê mîsoger bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Sûriye ya ku ji ber şer, desthilatdarî û siyasetên pişaftinê yên ku zêdetirî 60 salên serdestiya Baas’ê westiyaye, îro li pêşberî derfeteke dîrokî ye da ku xwe ji nû ve, li ser bingehên nû; edalet, wekhevî, qebûlkirina pirrengiya çandî û civakî ku bingeha nasnameya Sûriyeyê, ava bike. Ezmûnên salên borî îsbat kirin ku siyasetên navendî, înkarkirina mafên pêkhateyan sedemên sereke yên derketina aloziyê ne. Lewra jî her diyaloga nîştimannî ya ku daxwazên tevahiya pêkhateyan, bi taybetî yên jin û hêzên pêşeng ên têkoşînê di ber çavan re negire, dê diyalog kêm û wêranker be.”

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin ku divê rola navbeynkariyê afirandina atmosferek baweriya hevbeş di navbera aliyên Sûriyeyê de û piştgirîkirina çareseriyek sûriyeyî-sûriyeyî be ku ewlehî û aramiyê pêk bînin û beşdariya bi bandor a hemî pêkhateyan di şekildana pêşeroja welêt de misoger bike. Hate destnîşankirin ku divê diyalog li ser bingehên demokrasiyê û nenavendîbûnê jî were avakirin, ku garantiya rasteqîn ên rêgirtina li ber şer û parçebûnê be.

‘Naskirina mafên jinan şertê bingehîn ê pêkanîna edalet û lihevhatina rasteqîn e’

Di daxuyaniyê de naskirina mafên jinan û rola wan a pêşeng di avakirina Sûriyeya nû de wekî şertê bingehîn ê pêkanîna edalet û lihevhatina rasteqîn hat destnîşankirin. Hat gotin, bêyî mîsogerkirina maf û rûmeta jinan aştî li Sûriyeyê nepêkan e û bêyî beşdarkirina wan rasteqîn tu proseyên siyasî bi ser nakevin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku parastina yekbûna Sûriyeyê bi dirûşman na, lê bi qebûlkirina pirrengiyê, rêzgirtina li îradeya gelan, avakirina pergalee demokratîk a nenavendî ya ku maf û azadiyan diparêze pêkan e. Di dawiya daxuyaniyê de bang li hikumeta veguhêz, di serî de NY’yê, navbeynkarên navneteweyî hat kirin ku "berpirsyariyên xwe yên dîrokî pêk bînin da ku Sûriyeyê ji tarîtiyê ber bi siberojeke hevbeş a demokratîk, ewle û adilane ve bibe."