Konferansa Ronakbirî ya Şengalê bi axaftin û peyaman destpê kir
Konferansa Ronakbirî ya Şengalê ku ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve tê lidarxistin, bi dirûşma ‘Banga Civaka Demokratîk bersiva 73 Fermanan destpê kir.

Şengal – Konferansa Ronakbirî ya Şengalê bi dirûşma ‘Banga Civaka Demokratîk bersiva 73 Fermanan e’ dest pê kir. Konferans ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê ve, tê lidarxistin û dê du rojan bidome. Di konfransê de 150 delge beşdar bûn.
Hemû sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ), Asayîşa Êzidxanê, Yekîtiya Ciwanên Êzidxanê, Jinên Ciwan ên Şengalê, oldar û ilimdarên Êzidî, partiyên siyasî û saziyên civakî yên Şengalê, nûnerên gelê Ereb ên Şengalê jî di nav de ji hemû beşên civaka Êzidî û gelê Şengalê delege tevlî konferansê bûne.
Her wiha ji Bexdayê komeke ji 15 kesan ku di nav de çalakvanên siyasî, çalakvanên medenî, akademîsyen û rojnamevan hene beşdarî konferansê bûne. Ji Silêmaniyê jî komeke 15 kesan ku di nav de zanayên ola Îslamê, nûnerê Zerdeştiyan, oldar û nûnerên gelê cihû, parêzer, lêkolîner, saziyên civakî, akademîsyen û çavderên siyasî di konferansê de amade ne. Li ser navê gelê Wargeha Ş.Rustem Cûdî jî heyetek tevlî konferansê bû. Hejmarek hunermend, nivîskar û akademîsyenên ku nikaribûn werin Şengalê jî dê bi riya online beşdarî konferansê bibin û gotarên xwe pêşkeş bikin.
Ser bingeha banga dîrokî konfrans hate li darxistin
Konferansê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo li ser navê Rêveberiya Xweser xêrhatina mêvanan kir û wiha got: “Em konferansê destpêkê li mîmarê azadiyê li Rêber Apo pîroz dikin û civaka Êzidî û gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikin. Li ser esasê banga Rêber Apo ji hêla akademiya zanisata civakî ve konferans bi vî rengî pêk hat. Ronesans Êzidiyan ji bindestiyê ber bi serxwebûnê ve dibe, bike xwedî îrade. Gere civaka me hemû tevlî vê ronesansê bibe û xwedî lê derkeve. Her wiha em ê weke civak pêşengî ji Banga Aştî û Civaka Demokratîk re bikin.
Piştî axaftina Cîhan Celo li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Neam Elyas axivî û ev peyam da: “Vê konferansê em di serî de li Serokê Gelan Serok Apo, şehîdên 74 ferman û tevgera azadiyê, jinên Êzidî, civaka Êzidî û hemû aliyên demokrat pîroz dikin. Em hêvî dikin ev konferans bibe wesîleya tifaqa civaka Êzidî.”
Konferans bi hewldana Rêber Apo ket rojevê
Piştî axaftinan peyama bi dîmen a endama Konseya Serokatiyê Sozdar Avesta hat xwendin.
Sozdar Avesta di peyama xwe de diyar kir ku konferans bi hewldana Ocalan ketiye rojevê û destnîşan kir ku di konferansê de herî zêde yên rola xwe bilîze jin û ciwan in û ev tişt anî ziman: “Ev konferans li ser navê Ronesansa Êzidxanê ye, bi hewldana Rêber Apo ketiye rojevê, îro hûn ji bo vê nîqaş bikin kom bûne. Bi vê minasebetê ez Rêber Apo bi hezkirin û bêrîkirin, bi hurmet silav dikim. Rêber Apo ku di 23’yê Cotmehê de hevdîtina yekemîn pê re çêbû, pêvajoya ku dimeşe, 27’ê Sibatê banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Li ser vê bangê me weke tevgera azadiyê di 5-7’ê Gulanê de kongreya 12’emîn a partiya xwe li dar xist û biryareke dîrokî girt. Ji bo em pêşiya aştiyê, demokrasiyê vekin bi fedakariyeke mezin Rêber Apo mudaxeleyî vê pêvajoyê kir. Rêber Apo bi banga 27’ê Sibatê derî li pêvajoya aştiyê ya Rojhilata Navîn û cîhanê vekir.
Dema hûn vê konferansê lidardixin helbet hûn ji tinebûnê destpê nakin. Li pişt vê konferansê tenê berxwedana 10 salan a Şengalê nîne, helbet berxwedana Şengalê ji bo me hemûyan serbilindiyeke mezin e. Lê li pişt vê konferansê kedeke mezin a 50 salan a Tevgera Azadiyê heye.
Divê konferans li ser ji nû ve avabûna Şengalê bisekine
Eger îro Rêber Apo avakirina civaka demokaratîk weke erkeke daniye pêşiya me, civaka ku herî zêde dikare vê pêk bîne civaka Êzidî ye. Ev derfet bi civaka me ya Êzidî re heye. Ji ber vê ev konferansa ku li ser navê ronesansê hatiye çêkirin gelekî bi qîmet e. Ronesans ji nû ve avakirin e. Divê dîroka xwe hemû lêkolîn bike, ji hebûna mirovahiyê heya roja me divê ev dîrok were lêkolînkirin. Ev jî bi zanistê tê kirin, ev bi akademiyan tê kirin.
Ev konferans destpêkek e, ne dawî ye. Divê ev konferans li ser ji nû ve avabûna Şengalê jî bisekine. Di hevdîtina dawî ya malbatê de Rêber Apo got; di serê min de planek heye û em dixwazin Şengalê ji nû ve ava bikin. Ji nû ve avakirina Şengalê erka me hemûyan e. Ronesans bi xwe jî ji nû ve avakirin e, xwe guhertin û veguhertin e. Ya herî zêde jî dikare ji vê re pêşengiyê bike, jinên têkoşer in. Li Êzidxanê jî, bi taybetî piştî fermana 3.8.2014’an, jinên Êzidxanê vê pêşengiyê bi layiqî anîne cih. Di vê konferansê de yê herî zêde rola xwe bilîzin jin û ciwan in. Pêwîst e tu malbat li pêşiya ciwanên xwe nabe asteng. Divê beşdarî xebatên Akademiya Zanistên Civakî bibin. Hem jin hem ciwan divê herkes beşdar bibe.
Dê konferans ji fermanan re bibe bersiveke xurt
Em ber bi salvegera fermanê ve jî diçin, tola herî mezin ku ji dijminan were girtin xwe nûkirin û xwe çêkirin e, xwe rêxistinkirin e, xwe parastin e. Parastina civaka me, hebûna civaka me ye. Rêber Apo dibêje civakek bê parastin weke mirîşkeke serjêkirî ye. Ne hikumeta merkezî, ne jî hikumeta herêmî. Herkes divê nirxên civaka Êzidî nas bike. Divê hebûna wê nas bike, divê îradeya wê ya siyasî nas bike. Civaka êzidî bi hejmara xwe kêm e, ev nayê wê wateyê ku di nav desthilatdaran de xwe bihelîne. Îsbat bûye ku desthilatdar nikarin vê civakê biparêzin. Bi vî awayî ev konferans dibe bersiveke xurt ji fermanan re.
Konfrans bi axaftin û nîqaşan didome.