Di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xezayê de 17 Filistînî hatin kuştin

Di encama êrîşên artêşa Îsraîlê yên ji saetên sibehê ve li dijî herêmên cuda yên Xezayê didomin de jin û zarok jî di nav de 17 Filistînî hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî Xezayê didomin. Li gorî agahiyên qada tenduristiyê û şahidên bûyerê, di encama êrîşa artêşa Îsraîlê yên li dijî Filistîniyên li xalên belavkirina alîkariyê ya li herêmên El-Tewwam û El-Kerame yên li bakurê bajarê Xezayê, 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di encama bombebarana artêşa Îsraîlê ya ser maleke li Taxa Zeytûnê ya başûrê bajar de, 4 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Kampa penaberan hat hedefgirtin

Li Kampa Penaberan a Bureijê, di encama êrîşa artêşa Îsraîlê ya li dijî kona Filistîniyên ji cih û warên xwe bûne de, jin û zarok jî di nav de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Di encama hedefgirtina artêşa Îsraîlê ya hewşên 2 dibistanan de, di konên Filistîniyên xwespartine bexçeyê dibistanê de şewat derket.