Girtiya siyasî Saye Sîdal ji bo Pexşan Ezîzî hişyarî da
Girtiya siyasî Saye Sîdal têkildarî êrîşên derûnî û fîzîkî yên li hemberî Pexşan Ezîzî li girtîgeha Qerçekê, hişyarî da û bang ku demildest êrîş wirin sekinandin.

Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî ya li girtîgeha Qerçekê Saye Sîdal têkildarî rewşa Pexşan Ezîzî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Instagramê peyamek parve kir.
Saye Sîdal di parvekirina xwe de diyar kir ku Pexşan Ezîzî di nava şeş mehên borî de li girtîgehê bûye hedefa êrîşên derûnî û fîzîkî, ji ber cezayê darvekirinê yê lê hatiye birîn, bi xeterê re rûbirû ye
Saye Sîdal bi gotinên; “Gelo ev êrîş çavkaniya xwe ji ku digrin?” estnîşan kir ku êdî dema şermezarkirin û çavdêrîkirinê derbas bûye û pêşîlêgirtina her cure bûyerên li girtîgehan, erka mirovî û şexsî ye.