Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di roja duyem de ye

Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku bi pêşengiya TJA’yê tê lidarxistin, di roja duyemîn de bi atolyeyan didome.

Amed- 1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Amedê tê lidarxistin, di roja duyemîn de didome.

Konferans, li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê tê lidarxistin. Aktîvîstên TJA’yê, parlamenterên ji Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê û nûnerên partiyên siyasî tevlî konferansê bûn. Li  eywana konferansê bi zimanê Kurdî, Tirkî û Erebî pankarta “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk ava dikin” û flamayên “Jin, jiyan, azadî”, “Cinîya azad komelo azad” û “Jin azad dibe civak azad dibe” hatin daliqandin. Her wiha gelek jin bi cil û bergên neteweyî tev li konferansê bûn. 

Roja duyemîn a konferansê dê bi atolyeyan bidome. 

Bernameya Konferansê

Atolyeyên ku dê di nava rojê de bên lidarxistin ev in: 

* Atolyeya Sakîne Cansiz û Zoomê: Li dijî siyaseta mêrê serdest, di pêşxistina siyaseta demokratîk de pirsgirêkên rêxistinkirinê yên parlamenterên jin û pêşniyarên çareseriyê. 

* Leyla Qasim: Rol û polîtîkayên parlamenterên jin ên di mijara yekitiya neteweyî de.  

* Hevrîn Xelef: Di parastina jinan de li dijî tundî û cihêkariya li dijî jinan, têkoşîna hevpar. 

* Mîna Qazî: Di nava pirçandiyê de bandora nûnertiya jinan a siyasî ya li ser aştiya civakî û demokratîkbûna siyasetê.” 

Tê payîn ku piştî nîvroyê di çarçoveya pêşniyarên ji atolyeyan hatine girtin de encamnameya konferansê bê aşkerakirin.