Li Mexribê bi civînek bal hat kişandin ser rola jinan di parastina çandê de
Ji bo balkişandina ser rola jinan di parastina kevneşopiyan û parastina bîra çandî ya bajêr de, Komeleya Çand û Hunerê ya Waşim li Merakeşê civînek çandî û rewşenbîrî li dar xist.

RECAA XERAT
Mexrib – Komeleya Çand û Hunerê ya "Waşim" duh li Marekeş civînek çandî û rewşenbîrî bi sernavê "Semiyotîka Jinan di Pirtûka Jinên Merakeşê de Kevneşopiyên Bajarek û Hunerên Jiyanê" ya nivîskar û wêjevan Fewziyê El-Kensosî de li dar xist. Di civînê de rola jinan di parastina kevneşopiyan û parastina bîra çandî ya bajêr de hat destnîşankirin.
Pirtûk jinan nîşan dide dema ku ew sînoran derbas dikin da ku bi kevneşopiyên di mîrata çandî de koka xwe kûr digrin, şopa xwe li ser jiyana civakî bihêlin, hunerên jiyanê yên ku ji nifşek gihîştine nifşên nû nemir dikin.
'Dîrok ji bo jinan adil nebûye'
Nivîskara pirtûka "Semiyotîka Jinan di Pirtûka Jinên Merakeşê de Kevneşopiyên Bajarek û Hunerên Jiyanê" Fewziyê El-Kensosî bal kişand ser fikra nivîsandina pirtûkê û got: “Fikra nivîsandina vê pirtûk ji ber sedemên kevneşopî û baweriyeke kûr heye, goya di dîrokê de edalet ji bo jinan tune bûye, derket holê. Her wiha ew hewl dide mîrateya çandî ya nemadî ku jin beşdar bûne û di bîra çandî ya bajêr de parastine, belge bike. Armanca dawî ya nivîsandina vê pirtûkê ew e ku ciwanan bi rola jinan û fonksiyonên wan ên civakî û perwerdeyî bide nasîn."
'Kesên ku bîra wan tunebe ne dîrok û ne jî pêşeroja wan heye'
Der barê girîngiya pirtûkê de Fewziyê El-Kensosî destnîşan kir ku civak bêyî zanîna eslê xwe, taybetmendiyên welatê xwe û bîra xwe nikare bi pêş bikeve û got: “Yên ku bîra wan tunebe, ne dîrok û ne jî pêşeroja wan heye. Ev jî bû sedem ku van kevneşopiyan bi riya şahidiyan, mînakên zindî û wêneyên ji arşîvên jiyana civakî ya jinan belge bikim. Ev pirtûk bi zimanê Erebî û Fransî hatiye çapkirin."
Jin kevneşopiyan ji windabûnê diparêzin
Fewziyê El-Kensosî da zanîn ku bajarê Merakêş xwedî têkiliyeke demdirêj a bi jinan re ye û çîrokên keybûnûyên wê di pirtûkên dîrokê de tên dîtin, wek siyasetmedara jîr û xwedî ezmûn Zeyneb El-Nefzawiya, hevjîna Yûsuf Îbn û yên din. Her wiha jinên hunermend û esnaf jî hebûne. Pirtûk li ser rastiya jiyanî û tiştên ku dayikan fêrî keçên xwe kirine û zindîtiya çemberên jinan a parastî ye, disekine. Ew yek ji pêkhateyên şaristanî yên ku parastî mane û winda nebûne ye, wek cil û berg, çêkirina xwarinê, hunera jiyanê û karên destan tê hesibandin.