Talîban gef li jinan dixwe
Di dema serê li dijî Sovyetê de, li herêmên ku hêzên girêdayî Hîkmetyar serdest bûn, jinên perwerdekar, zarokên keç ên diçûn dibistanê an jî kesên ku serê xwe li gorî ‘îslamê’ negirtibûn, bi asîdê rastî êrîşan dihatin.

BEHARAN LEHÎB
Kabîl – Li Afganistanê îro ji bo jinan jiyan tenê nayê wateya têkoşîna bi paşverûtiyên baviksalar re; di heman demê li dijî şîdeta komên radîkal, jin ji bo jiyanê têdikoşin û şer dikin. Ev şîdet ne tenê fizîkî ye, di heman demê de derûnî ye, jin biçûk tên dîtin, hewl didin di civakê de wan biçewisînin.
Sûcên li dijî jinan tên kirin bûne pergaleke ku bingeha xwe ji hebûnên siyasî û bîrdoziyên radîkal digre. Ev siyaset di sala1978’an de piştî avabûna hikumeta alîgira Sovyetê, veguherî sazîbûyînek. Rast e beriya vê dîrokê jî ji bo mafên jinan gavên cidî nehatibûn avêtin lê dema mirov bi îro re muqayese bike dibîne ku jin û gel di hinek waran de azad bûne. Wê demê pirsgirêka jinan a sereke çanda baviksalar bû.
Di nava çil salan de di bin navê ‘çanda Efgan’ û ropoşa ‘îslamê’ mekanîzmayên zextê ava kirin
Di çil salan de bi çanda baviksalar re, komên cîhadîst û radîkal ên weke Talîbanê, di bin navê “çanda Efgan” û rûpoşa “îslamê” de li dijî jinan mekanîzmayên zextê bi pêş xistin.
Îro li kolanên Kabîlê bi taybetî jinên ku motosîkletê bi kar tînin, dibin hedef, wan biçûk dibînin û henekên xwe bi wan dikin. Endamên Talîbanê yên li devê riyan xwe bi cih kirine, ji bo ku tirsê çêbikin, ava qirêj li ser jinan direşînin. Dema ku wisa dikin, jin dibêjin qey asîd e, bi wê tirsê ji ser motosikletan dikevin erdê lê piştî çend deqeyan, bi dengê kena wan mirovan fam dikin ku ev yek ‘lîstikeke biçûkxistinê’ ye.
Komîteyek bi hevkariya CIA hikumeta Pakistanê û Hîkmetyar hatibû avakirin
Êrîşên ku li Efganistanê bi esîd li dijî jinan tên kirin, ji dema berxwedana li dijî dagirkeriya Sovyetê ve dest kiriye. Gulbedîn Hîkmetyar ê cîhadîst ku ji aliyê DYA, Pakistan û Erebistana Siûdî ve destekê didît, di wê pêvajoyê de li Pakistanê, cihên îşkecexane û girtiyan ava kiribû, bi dehan rewşenbîran revandibû, dûre înfaz kiribû. Komîteyek ku bi hevkariya CIA, hikumeta Pakistanê û Hîkmetyar hatibû avakirin, çarenûsa rewşenbîran diyar dikir. Biryara dawî jî ku piranî darvekirin bû Gulbeddîn dida.
Jinan navê ‘Hîkmetyarê roketavêj û ‘Gulbedînê bi asîd’ lê danîbûn
Di dema serê li dijî Sovyetê de, li herêmên ku hêzên girêdayî Hîkmetyar serdest bûn, jinên perwerdekar, zarokên keç ên diçûn dibistanê an jî kesên ku serê xwe li gorî “îslamê” negirtibûn, bi asîdê rastî êrîşan dihatin. Di dema şerê navxweyî yê di navbera salên 1991–1996’an de domiya de êrîşên wiha zêde bûn. Di bin rêveberiya Hîkmetyar de tenê li Kabîlê di rojek de bi hezaran roket hatin avêtin. Ji ber wê jinan navê “Hîkmeytarê Roketavêj” û “Gulbedînê bi Asîd” lê danîbûn.
Gulxûtî Naserî ya ji Kabîlê li ser vê mijarê wiha dibêje: “Rojek bi hevjînê xwe re bo motîsîkletê em diçin serdana xizmek xwe. Li cihekî bajar, ji nişkave min hîs kir ku tiştek li rûyê min ket. Bi lez min çarşeva xwe rakir rûyê xwe paqij kir û qîriyam. Hê min fam nekiribû çi ye, min dît ku endamek Talîbanê di destek wî de çek, di destê din de jî şûşeyek ava qirêj heye, bi dengê bilind bi min dikene û henekên xwe dike.”
‘Ji bo ku jinan ji nava civakê dûr bixin êrîşê wan dikin’
Şekîle Şems jî wiha dibêje: “Ez li devê rê li benda wesayîdê bûm. Dema ku du endamên Talîbanê bi motosikletê derbas dibûn ava qirêj reşandin rûyê min. Bi alîkariya mirovek ji rê derbas dibû, min rûyê xwe paqij kir. Pêşî min got qey asîd e, ji tirsan diricifîm. Dûre min dît ku li devê rê sekinîne li min temaşe dikin. Jixwe mirov ji Talîban û cîhadîstan tiştek din hêvî nake. Bavê wan ê Hîkmetyar li vî welatî dest bi êrîşên bi asîd kir. Ew jî mîrasa wî didomînin. Ew xwe bi tirsa jinan xwedî dikin û em baş dizanin vê yekê ji bo jinan ji kolanan, ji nava civakê dûr bixin dikin.”
Îro tiştên ku jinên Efgan dijîn tenê êrîşên çend kesan nîn in; ji ber polîtîkayên şaş ên navneteweyî ku bi salan e didomin û bêdengiyê ye. Têkoşîna jinên Efgan, ne tenê ji bo ketina nava civakê ye, ji bo mayîna li jiyanê ye. Dê rojek ev têkoşîn bigihîje azadiyê lê heta ew roj were divê dengê wan bilindtir derkeve lewre dê dîrok şahidî ji vê berxwedana bêdeng re jî bike.