‘Çalakiyên me wê bidomin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger dibe’

Endama Meclîsa Îştar Fadîle Tok a ku beşdarî çalakiya nobetê ya demdirêj a li wargeha Mexmûrê, bûye diyar kir ku çalakiyên wan wê bidomin heta Rêber Apo fîzîkî azad dikin û got: "Rêber Apo îrade û hebûna gelekî temsîl dike."

ASYA DENÎZ

Mexmûr – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja 25’ê Adara 2021’an de hevdîtina herî dawî ya bi birayê xwe Mehmet Ocalan re ku bi riya telefonê pêk anî, kir. Ji wê rojê heya dîroka 23’ê Cotmeha 2024’an de di tecrîdeke girankirî de ma. Di 23’ê Cotmeha 2024’an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karîbû bi braziya xwe Omer Ocalan re hevdîtin pêk bîne. Her wiha di 27’ê Subatê de jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangeke dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” kir.

Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Wargeha Mexmûrê hatibû destpêkirin bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a dîrokî bi hêztir bûye. Têkildarî çalakiya nobetê ya herî demdirêj a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakvana nobetê û Endama Meclîsa Îştar Fadîle Tok ji ajansa me re axivî.

‘Rêber Apo ne şexsek e îrade û hebûna gelekî pnase dike’

Fadîle Tok di destpêka axaftina xwe de li ser armanca çalakiya nobetê axivî û wiha got: “Pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo weke wargeh me jî 20’ê Tîrmeha 2023’an ve çalakiya nobetê da destpêkirin. Sazî û gelê wargehê kom bi kom û dorveger di çalakiyê de cihê xwe digrin. Me ji Rêber Apo çend salan agahî nedigirt û Rêbertiya me di bin şert û mercên herî giran de dihat girtin, şerê taybet li ser dihat meşandin û dîsa tevahî mafên hevdîtina bi malbat û parêzeran re dihatin astengkirin. Rêber Apo ne tenê şexsek e li wir tê girtin. Ew îrade, azadî û hebûna gelekî ye û pêngava ji bo Rêber Apo azadî heta astekî pêşketinên girîng jî bi xwe re anî.”

‘Gelê Kurd ji banga dîrokî kêfxweş bûn û hêz girtin’

Fadîle Tok bal kişand ser hevdîtinên bi Rêber Apo re hatin kirin û wiha axivî: “Di hevdîtina 23’yê Cotmeha 2024’an û banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê de Rêbertî diyar kir ku li ser bingeha hiqûqî û sîyasî çareseriyeke Rojhilata Navîn tevahî bi bandor bike dikare ava bike. Ji ber armanca Rêber Apo azadiya gelan e, aramî û xweşiya di nava gelan de ye. Dîsa her gel û bawerî jî di vê bingehê de dikare bigihîje mafên xwe û li ser xweza û koka xwe şîn bibe. Banga Rêber Apo di vê çarçoveyê de girîng bû. Tevgera azadiyê, gelê Kurd jin û ciwan hem ji bangê kêfxweş bûn hem jî jê hêz girtin.”

‘Rêber Apo nêrîna Sosyalîzma Demokratîk û Ekolojîk bi pêş xist’

Fadîle Tok diyar kir ku ji aliyê tevgera azadiyê û civaka Kurd ve fêhmkirina pêvajoyê çêbûye û wiha rêz da axaftina xwe: “Di vê mijarê de dewleta Tirk neketiye nava tevgereke cidî. Rêber Apo ji bo zihniyeta kapîtalîzmê ji holê rake nêrîna Sosyalîzma Demokratîk û Ekolojîk bi pêş xist û rêxistina Rêber Apo jî bi tevlibûna xwe ya bi fikrên Rêbertiyê re girêdana xwe da diyarkirin. Dewleta Tirk di milekî de behsa çekberdanê dike di milekî de bombebarana xwe li ser tevgera azadiyê, xwezayê û di heman demê de erîşên li ser girtîgehan bênavber didomîne.”

‘Heta em Rêbertî di nav xwe de nebînin çalakiya me dê bidome’

Fadîle Tok bang li dewleta Tirk kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Van kiryaran ne bi kêrî civaka Kurd ne jî ya Tirk tên. Wê têkoşîna Rêber Apo bi ser bikeve û jixwe bi ser ketiye jî. Rêber Apo dibêje yên herî zede hatine bindestkirin û êşandin jin in. Ji ber wê em ê jî weke jin xwedî vê fikir û kedê derbikevin û têkoşîna xwe mezin bikin. Pêngava me ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heta negihîje armanca xwe û Rêbertî bi fîzîkî azad nebe dê çalakiya me bidome.”