Konferansa parlamenterên jin dest pê kir
1’emîn konferansa parlamenterên jin ên Kurd ku dê du rojan bidome, bi beşdariya hejmarek parlamenterên jin ên Kurd ji Rojhilata Navîn û Amedê dest pê kir.

Amed – 1’emîn konferansa parlamenterên jin ên Kurd ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Amedê tê lidarxistin û dê di rojan bidome, li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê dest pê kir. Konferans, bi dirûşma “Em siyasetê demokratîk bikin, civaka demokratîk ava bikin” tê lidarxistin. Ji Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê gelek parlamenterên jin ên Kurd tevlî bûn.
Li eywana konferansê bi zimanê Kurdî, Tirkî û Erebî pankartên “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk ava dikin”, Jin, jiyan, azadî” û “Heke jin azad bibe civak jî dê azad bibe” hatin daliqandin. Konferansê, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di konferansê de axaftina vekirinê kir.
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, diyar kir ku konferansa wan dîrokî ye û got: “Yên dikaribûn tevlî konferansê bibin û yên nikaribûn bên lê ruhê wan li vir jî hene. Ji ber sînoran, hinek hevalên me yên ku dewletê destûr neda bên hene. Em silavan ji wan re dişînin. Em silavên xwe ji Leyla Guven, Semra Guzel, Pexşan Ezîzî û gelek hevalên me yên din ên li zindanan de li ber xwe didin re dişînin.”
‘Jin, Jiyan, Azadî’ riya sêyemîn nîşan dide’
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser şert û mercên gelê Kurd tê de dijî û ev tişt anî ziman: “Jinên Kurd, gelê Kurd gelek zehmetî kişandin. Netewe dewletan sê rê nîşan dan. Ya yekemîn; gelê Kurd dabeşî 4 parçeyan kirin. Ya duyemîn; gelê Kurd tune hesibandin û bişaftin li ser ferz kirin. Ya sêyemîn jî nehiştin Kurd bên cem hev û yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin. Lê belê weke parlamenterên Kurd em îro ji bo yekitiya xwe dixebitin. Divê em xwedî li gotinên li vir tên gotin, biryarên li vir tên dayîn derkevin. Heke em xwedî lê derkevin, em ê yekitiya xwe ava bikin. Şerê 3’yemîn ê cîhanê bi pêş dikeve. Felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ riya sêyemîn nîşanî gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn dide. Çawa ku jinên Kurd bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' dengê xwe li cîhanê bilind kirin, di wê baweriyê de me ku tecrubeyên hevalên me jî dê bi xwe re encameke baş bînin. Tevî mercên heyî jî li 4 parçeyên Kurdistanê û dîasporayê xebatên xurt tên meşandin. Jin dibêjin em di siyasetê de hene. Berxwedana jinan didome û dê bidome.”
‘Yekitî ya gelê Kurd û jinên Kurd e’
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Birêz Ocalan dema qala Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir, li seranserê cîhanê deng veda. Em jin divê ji bo civaka demokratîk xebatên xwe mezin bikin. Berpirsyariya me mezin e lê baweriya me zêde ye. Divê em xwedî li biryarên vê konferansê derkevin. Em zihniyeta mêr-dewletê, polîtîkayên wan parçe bikin. Yekitî, ya gelê Kurd e, ya jinên Kurd e. Em ê teqez pêk bînin.”
Piştî axaftina destpêkê, sînevîzyoneke ku têkoşîna jinên Kurd vedibêje hat pêşandan.