Konferansa Jinan li Bogota berdewam dike: Banga têkoşîna navnetewî

Konferansa jinan a li Bogota bi beşdariyeke berfireh ji Amerîkaya Latîn bigre heta Kurdistanê berdewam dike. Di civînê de, jinan banga xurtkirina têkoşîna hevpar li dijî kolonyalîzm, kapîtalîzm û pergala serdest a mêran kirin.

Navenda Nûçeyan - Konferansa "Em ê Geş Bibin Ji Ber Ku Şer Nikare Kokên Me Hilweşîne" ku ji hêla tora "Jinên Ku Pêşerojê Diçînin" ve bi hevkariya tevgerên jinan ên li Amerîkaya Latîn ve hatî organîzekirin, li paytext Bogotaya Kolombiyayê berdewam dike.

Piştî Konferansên Jinan ên Cîhanê yên Frankfurtê yên 2018’an û Berlînê yên 2022’yan, ev civîn zêdetirî 400 delegeyên ji Meksîka, Honduras, Guatemala, Haîtî, Nîkaragua, Kosta Rîka, Panama, Venezuela, Kolombiya, Ekvador, Brezîlya, Bolîvya, Perû, Şîlî, Arjantîn û Uruguay û her wiha ji Kurdistan, Ewropa, Tirkiye, Kanada û Avusturalyayê tîne cem hev. Armanca konferansê ew e ku xêzek têkoşînê ya hevpar a ku ji hêla jinan ve li dijî kolonyalîzm, baviksalariyê û kapîtalîzmê tê birêvebirin, were avakirin.

Konferans bi taybetî li ser hevgirtina tevgerên berxwedana xwecihî û têkoşîna rizgariya jinan sekinî. Di civînê de perspektîfa konfederalîzma demokratîk, têkoşîna ekolojîk û parastina xwe ya jinan mijarên sereke bûn.

Bangek ji bo xurtkirina hevgirtina navneteweyî

Rûniştina duyemîn a konferansê bi sernavê "Êrîş û Berxwedana Li Dijî Jinê û Axê" bû. Di panelek ku moderatoriya wê ji hêla Andriana Guzman a ji Bolîvyayê ve hat kirin de, nûnera Femînîstas del Abya Yala ya ji Şîliyê Canîna axivî. Canîna, diyar kir ku pergala baviksalariyê û polîtîkayên kolonyal berxwedana gelan hedef digirin û wiha got: “Em tovên pêşerojê ne. Divê em perspektîfek femînîst a ku sînoran derbas dike bipêş bixin.” Canina bal kişand ser çewsandina tevgerên gelêrî li Honduras, Guatemala û Ekvadorê û banga xurtkirina hevgirtina navneteweyî kir.

Salema ya ku ji heman torê ye, li ser êrîşên hevpar ên modernîteya kapîtalîst û desthilatdariya dewletê li erdnîgariya ku ji Abya Yala heta Kurdistanê dirêj dibe, axivî. Salema rexne li polîtîkayên ku karker û jinan, bi taybetî li Arjantînê hedef digirin kir û girîngiya têkoşîna hevbeş a jinan anî ziman û wiha got: “Em ê nehêlin ku ew hêviya me hilweşînin. Divê em li gund, li bajar, li her deverê bi hev re şer bikin.”

Bertîta Zunîga Caceres ku endama Meclîsa Gelên Xwecihî ya Hondurasê (COPINH) ye, ji temaşevanan re bi bîr xist ku 10 saliya kuştina diya wê, rêbera ekolojîst Berta Caceres e û got ku çalakiyên nobedariyê yên ji bo edaletê berdewam dikin. Berta Caceres di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li Rojava û Venezuelayê û peyama hevgirtinê ji bo têkoşîna jinên Kurd şand.

Nûnera Komeleya Jinên Kurd (KJAR) Mariya Fatihî, li ser zordariya li ser jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê axivî. Mariyam Fatihî, serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” yên li Îranê piştî kuştina Jîna Amînî bi bîr xist û diyar kir ku rejîma Îranê bi awayekî sîstematîk li ser laşê jinan serdest e. Mariyam tekez kir ku gelê Kurd armanca xwe sîstemek konfederal dike û têkoşînek hevpar li dijî wêrankirina ekolojîk pêwîst e.

Bal kişandin ser ezmûna pêşketina bi pêşengiya jinan a li Rojava

Rûniştina sêyemîn a konferansê di sê beşan de pêk hat. Beşa yekem li ser ezmûnên rêxistinî yên jinan û çawaniya avakirina torên konfederal ên demokratîk nîqaş kir. Ev rûniştin ji hêla Kar Helena, endama tevgera jinan a Mujeres y Las Sexta û  ji Tora Jinên Ku Pêşerojê Diçînin Zilan Diyar ve hate birêvebirin.

Dîana Lorena Montano Rîasco ya ji Kolombiyayê, anî ziman ku çawa şîdeta sîstematîk a dewletê li dijî jinên reşik nayê dîtin û wiha got: “Divê em bi mîrateya dîrokî ya jinan berxwedanê xurt bikin.”

Vanesa Mendoça ji Tevgera Xwecihî ya Brezîlyayê Luta Popular jî destnîşan kir ku berxwedana gundewarî û bajarî li dijî 500 sal kolonyalîzmê berdewam dike. Vîdalîna Morales ji El Salvadorê bal kişand ser zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan. Di heman demê de Vanesa Jeudi ji Haîtî got ku destwerdanên navneteweyî li welêt şîdet kûrtir kiriye.

Berîvan Xalid ku endama Kongra Star ji Rojava ye, ezmûna şoreşgerî ya ku di bin serokatiya jinan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bipêş dikeve parve kir, bal kişand ser rola Kongra Star û YPJ’ê û banga hevgirtina navneteweyî kir, diyar kir ku êrîşên li ser destkeftiyên jinan berdewam dikin.

Ji zanyariya kevnar ber bi Jîneolojiyê ve

Di rûniştina duyemîn de, bi sernavê “Çavkaniya Hişmendiya Berxwedanê” Maçî ya ji gelê Mapuche ye, li ser rola dermanê xwezayî û zanîna kevnar di berxwedana li dijî kolonyalîzmê de nîqaş kir.

Lolît a ku endama rêxistina femînîst Abya Yala ye, diyar kir ku wêrankirina jin û xwezayê bûye sîstematîk û têkoşîna Kurdan silav kir. Sleydo ji Tevgera Mafên Xwecihî yên Kanadayî got ku wan çawa di encama berxwedana xwe ya li dijî projeyên gazê de erdên xwe vegerandin, lê destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de gelek kes hatine girtin.

Endama Akademiya Jîneolojîyê Dîrok Kahraman, diyar kir ku jîneolojî berhema têkoşîna jinên Kurd e û lêkolînên jinan ji kokên berxwedanê têne xwedîkirin. Wê biryardariya xwe ya berdewamiya têkoşînê tevî êrîşên li ser navendên jinan anî ziman.

Meclîsên alternatîf ên li dijî sîstema serdest

Rûniştina dawî li ser prensîbên bingehîn ên têkoşîna jinan sekinî. Julia Rodriguez ji Kolombiyayê girîngiya mafê parastina xwe destnîşan kir, di heman demê de Claudia Torres ji Meksîkayê jî destnîşan kir ku li welatê wê rojane 12 jin tên kuştin.

Endama Tevgera Jinên Azad TJA Jiyan Dogan, bal kişand ser berdewamiya dîrokî ya têkoşîna jinan li Kurdistanê û diyar kir ku jin di her qada jiyanê de xwe birêxistin dikin. Claudia ji MODEP (Tevgera Jinan a Nerm) banga avakirina encumenên herêmî yên alternatîf li dijî pergala serdestiya mêran kir.

Di dawiya konferansê de, bazarek aborî hate danîn ku berhemên destçêkirî yên ji hêla jinên herêmî ve hatine çêkirin nîşan dida. Çalakî bi pêşandaneke muzîkê ya êvara roja duyemîn, bi dawî bû.