Komîteya tenduristiyê ya Mexmûrê piştgirî da Rojavayê Kurdistanê
Li wargeha penaberan a Mexmûrê komîteya tenduristiyê ji bo êrîşên qirkirinê yên li ser Rojavayê Kurdistanê pêk tên daxuyaniyek da.
Mexmûr- Komîteya tenduristiyê ya wargeha penaberan a şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) êrîşên qirkirinê yên li ser gelê Kurd ku ji aliyê desthilatdariya nû ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û çeteyên dewleta Tirk ve ji 6’ê Çileyê be li taxên Şex Meqsûd û Eşrefiyê destpê kirine û belavî tevahî Rojavayê Kurdistanê bûne bi daxuyaniyek ve şermezar kir.
Daxuyaniyê li ber deriyê Nexweşxaneya Şehîd Hogir ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
Daxuyanî ji aliyê Hevberdevkê Qada Tenduristiyê Rojhat Manak ve hat xwendin.
‘Li ber çavên cîhanê gelê Kurd rastî komployeke navnetewî hat’
Rojhat Manak, di destpêka daxuyaniyê de behsa lehengiya keç û xortên Kurd a li hemberî êrîşan kir û wiha axivî: “Wekî tê zanîn ji 6 Çileyê ve li ber çavên cîhanê êrîşeke hovane li hemberî gelê Rojavayê Kurdistanê tê meşandin. Di van êrîşên nemerdane de heval Ziyad Heleb û Denîz Çiya gihîştin şehadetê. Gelê Kurd ku bi tena serê xwe cîhanê ji mezintirîn metirsiya li dijî mirovahiyê xilas kir û di oxira wê de bi hezaran keç û xortên xwe feda kir îro li ber çavên hemû cîhanê bi komployeke navneteweyî ya ji aliyê çeteyên dewleta Tirk û çeteyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku xwe bi hişmendiya dijmirovî ya DAIŞ’ê dagirtine rastî êrîş, qirkirin, talan û komkujiyan tê.”
‘Berxwedan wê bi xwe re serkeftin û azadiyê mîsoger bike’
Rojhat Manak di berdewamiya daxuyaniyê de diyar kir ku li hemberî van êrîşan Kurd bûne yek û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi taybetî piştî ragihandina seferberiya giştî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, beşdariya xurt a gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bû xencerek û li dilê dijminan ket. Ji Bakur heya Başûr û Rojhilat, Kurdan nîşanî tevahi cîhanê da ku ew hene û xwedî li doza xwe û mafên xwe derdikevin. Li ser vê bingehê em jî weke Komîteya Tenduristiyê ya wargeha Mexmûrê êrîşên qirkirinê yên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin, piştgiriya xwe ji bo berxwedana bêhempa ya gelê Rojava diyar dikin û destek didin banga seferberiya gişti ya Rêveberiya Xweser. Berxwedan wê bi xwe re serkeftin û azadiyê mîsoger bike.”
Daxuyanî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.