Koma sêyem a xelkê Efrînê vedigerin ser axên xwe
Vegera ji bo Efrîn berdewam dike. Koma sêyem a xelkê Efrînê ku bi darê zorê ji malên xwe hatibûn derxistin, li gorî peymana 29’ê Çile ber bi Efrînê ve ketin rê.
Navenda Nûçeyan – Yêk ji xalên hevpeymana 29’ê Çileyê ya di navbera QSD û hikûmeta demkî de li gor maddeya 14’an vegera bi ewle ya gelê Efrînê bû. Ev veger hîna jî berdewam dike.
Li gorî peymana 29’ê Çile, koma sêyemîn a penaberên ji Efrînê îro sibehê ber bi bajarê xwe ve bi rê ketin.
Koçber bi dehan otomobîl û otobusan li ser rêya dorhêlî ya Şehîd Yûsif Gulo ya li rojavayê Qamîşloyê kom bûn û ber bi Efrînê ve çûn.
Koma yekem a ji 400 koçberan di 9ê Adarê de, koma duyem a ji 200 koçberan di 4ê Nîsanê de vegeriya bûn Efrînê.