KJK: 4'ê Nîsanê em qadan dagrin

KJK’ê di daxuyaniya bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî de got: “Em dibêjin 'Niha dema jinê ye, niha dema pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye'. Bi vî ruhî em di 4'ê Nîsanê de qadan dagirin û dirûşmên 'Bê Serok jiyan nabe' biqîrin.

Navenda Nûçeyan- Koordînasyona Koma Jinên Kurdistanê (KJK) bi boeya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya KJK’ê wiha ye:

“Rojbûna 77'an a Rêber Apo ku jinûve zindîbûna hesreta azadiyê ya gerdûnê, jinan û mirovahiyê û jinûve bûyîn e, li jinên ku têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin, li gelan, li gelê me û hevrêyên komunalîst hemûyan pîroz be.

Di şexsê şehîdên xwe yên 4'ê Nîsanê hevrê Mahsûm Karaoglan û Mûstafa Dag de em şehîdên şoreşê û demokrasiyê hemûyan bi bîr tînin û soz didin ku em ê armanca xwe ya jiyana azad a bi Rêbertî re pêk bînin.”

‘Jiyana azad bi perspektîfa Rêber Apo ji her demê bêhtir nêz e

KJK'ê di berdewama daxuyaniya xwe de wiha got: “Rojbûna Rêber Apo ji bo jinan û mirovahiya ku di bin zilma cinawirbûyî ya sîstema kujerê kastîk ê deh hezaran salan de têne eciqandin û talankirin, jinûve vejîn e. Gel û jinên Kurd ên li binê betonan hatibûn veşartin ji nava tarîtî û goristanê derxist û bi têkoşîna azadiyê ya bi heybet jinûve gihand nasname û hebûna xwe. Rêber Apo bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a 27'ê Sibatê re li dijî pergala şerê mezin ê kujerên kastîk a li hemberî jinan û civakê bi perspektîfa civaka demokratîk û jiyana komînal mizgîniya jinûve bûyîn û hişyarbûna jiyana azad a mirovahiyê dide. Li erdnîîgariya me ku di dîrokê de bû dayîk ji mirovahiyê re, jiyana azad bi perspektîfa Rêber Apo ji her demê bêhtir nêz e.

Azadiya fîzîkî û hebûna Rêber Apo ku hevrêyê bêhempa û afirînerê têkoşîna azadiya jinê ye, ji bo me jinan bi azadî û hebûnê re xwedî têkilî û girêdaneke bêdawî ye. Ji ber vê yekê rojbûna Rêbertî ji bo me jinan rojbûna azadiyê ye. Têkoşîna me ya azadiyê ku 52 sal in em bênavber dimeşînin, di pêşengiya şoreşa me ya jinê de Ronesansa mirovahiyê pêk tîne. Jinên dilsozê têkoşîna azadiyê û aşiqê azadiyê li çiyê, deştê, li bajaran divê bibin garantî û pêşenga sîstema komînal a demokratîk û azadiya mezin.

Kurd weke hêmaneke esasî tevlî Komara Tirkiyeyê ya Demokratîk dibin

Yekane şertê bidestxistina jina azad a jinan û gelan û serketina Banga 27'ê Sibatê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye, afirandina mercên azad e ku bikaribe pêvajoyê bimeşîne. Qonaxa destpêkê ya pêvajoyê bi gavên tevgera me ya azadiyê û têkoşîna mezin a Rêber Apo temam bû, em derbasî qonaxa duyemîn bû. Qonaxa duyemîn jî li ser bingeha pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bicihanîna mafê hêviyê û rakirina astengiyên li pêşiya meşandina pêvajoyê ye. Em bang li dewleta Tirkiyeyê, siyasetê û Meclîsa Tirkiyeyê dikin ku bi berpirsyariya dîrokî ya li pêşberî gelan rabe û pêwîstiyên lihevkirina Civaka Demokratîk û Aştiyê bi cih bîne. Ji bo gelê Kurd li nava hiqûqa qanûnî û destûra bingehîn bêne bicihkirin, Kurd weke hêmaneke esasî tevlî Komara Tirkiyeyê ya Demokratîk bibin divê qanûnên entegrasyona demokratîk û azadiyê bêyî taloqkirinê, bêne amadekirin.

KJK’ê bang li hemû gel û jinan kir

Banga me li gelê me û hemû jinan e; ji bo serxistina vê pêvajoyê ku Rêber Apo da destpêkirin, bêyî ku bikevin nava bendewariya ji dewletê yan jî hêzekê, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî û avakirina civaka komînal em têkoşîna xwe bilind bikin. Em bi ruhê yekîtiya neteweyî ya demokratîk xwe bi rêxistin bikin, statuya Kurdan bi dest bixin û felsefeya Jin, Jiyan, Azadî bikin meriyetê. Li ser vê bingehê ji bo pêkanîna hesreta xwe ya jiyana azad a bi Rêbertî re em dibêjin, 'Niha dema jinê ye, niha dema pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye'. Bi vî ruhî em di 4'ê Nîsanê de qadan dagirin û dirûşma 'Bê Serok jiyan nabe' biqîrin. Em bang li jin û gelê xwe dikin ku ji her devera Kurdistanê û Tirkiyeyê tevlî çalakiya azadiyê ya Amara û Gemlîkê bibin, beşdarî vê roja jinûve vejînê ya azadiyê û rûmetê bibin, têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî bilind bikin.

Bi vê wesîleyê em rojbûna Rêberê xwe ku hinceta me ya hebûnê ye bi hesreteke mezin pîroz dikin û çalakiyên azadiyê yên gelê xwe, jinan û ciwanan pîroz dikin ku ji 15'ê Sibatê heta 8'ê Adarê, Newrozê û 4'ê Nîsanê qad dagirtin û dilê xwe bi hezkirina Rêbertî tijî ye.”