‘Kesê ku komkujî kiriye bi çi mafî nîqaşa pêşeroja Sûriyeyê dike?’

Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî di kongreya Colanî de amadebûna kujerê Hefrîn Xelef dan. Jinan bi pirsa “Kesê ku komkujî kiriye bi çi mafî nîqaşa pêşeroja Sûriyeyê dike?” îşaret kirin ku ev rewş xeteriyên li pêşiya mtevahî jinên Sûriyeyê

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di 12’ê Cotmeha 2019’an de çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ê bi Ehmed Îhsan Feyad re êrîşê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef û welatiyê ku wesayîdê dajot ya li ser riya M4 kirin û wan qetil kirin. Kujerê Hevrîn Xelef ê li Tirkiyeyê bi xwendina li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê, carek din bû rojev û ev yek rastî bertekan hat. 29’ê Çileyê li Şamê bêyî hebûna jinan û hemu pêkhateyên li Sûriyeyê rêveberiya HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El Şam) ê qaşo hikumet ava kiriye kongreyek bi navê ‘Serkeftinê’ li darxist. Di kongreya ku Colanî xwe weke serokomarê Sûriyeyê ragihand de, kujerê Hevrîn Xelef jî amade bû. Jinên li Bakur û Rojhilatê bertek nîşanî rewşê dan. Jinan dibêjin ku di zemînek ku tu jin lê nîn be li darxistina kongreyek û kujerê jinan beşdarkirin, xeteriyên li pêşiya jinan nîşan dide.

Duh  li Şamê kongreyek bi navê “Serkeftin” hat lidarxistin, di encamê de Ehmed Îhsan Feyad weke serokomarê Sûriyeya demkî hat erkdarkirin. Têkildarî vê mijarê jinên ji malbatên pakrewanan nerazîbûn nîşan dan.

‘Kujerê Hevrîn Xelef li Şamê çi dike?’

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan û xwişka du pakrewanan, Necah Hewas tekez kir ku hebûna Ehmed Îhsan Feyad di kongreya hikûmeta demkî de xeter e û metirsiyek mezin li ser pêşeroja Sûriyeyê dide nîşandan û wiha axaftina xwe domand: “Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî yê li ser Serêkaniyê û Girê Spî, bi destên çeteyên bi navê Ehmed Feyad pêşeng û siyasetmedara Kurd Hevrîn xelef bi rengekî hovane hat şehîdxistin. Îro em weke malbatê şehîdan vê yekê qebûl nakin. Gere hikûmeta demkî hebûna wî qebûl nekiribûya û ev kes ceza bike. Qebûlkirina vê çeteyê di kongreyeke wiha de xeter e li ser pêşeroja Sûriyeyê û bi vî rengî Sûriye ber bi qetîlamê ve biçe.”

‘Li dijî îradeya jinan e’

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rewan Şêxo da zanîn ku Şehîd Hevrîn Xelef ji bo avakirina Sûriyeya azad û demokratîk kar û xebat dida meşandin û wiha anî ziman: “Hevrîn Xelef jinek bi hêz bû, di fikir û ramanên xwe de azad bû, ji bo azadiya jinan û civakê her dem banga wê wekhevî û edalet bû. Di êrîşên li ser Serêkaniyê de ji aliyê çeteyê bi navê Ehmed Feyad ve hat qetilkirin. Armanc jê şikandina îradeya jinêm azad û têkbirina jinan bû. Armanca wan pêk nehat îro bi hezaran şopdarên riya wê ne. Hebûna çeteyê ku Hevrîn Xelef şehîd xist di kongreya duh de lîstikek ji dewletên hegemon e. Dixwazin armancên xwe yên ku pêk nehatin berdewam bikin. Em hebûna vî çeteyî siyasetek li dijî îradeya jinan û projeya neteweya demokratîk binav dikin. Kesê ku komkujî kiriye û gelek kesan ji gelên Sûriyeyê qetil kirine îro bi çi mafî li ser maseyek rûdinê û nîqaşa pêşeroja Sûriyeyê dike?”

‘Dixwazin Sûriyeya bindest ava bikin’

Rewan Şêxo destnîşan kir ku kongreya hatiye lidarxistin dê civaka Sûriyeyê ber bi qirkirinê ve bibe û axaftina xwe wiha domand: “Di kongreya hikûmeta demkî ya ku hat lidarxistin jî nîşan dide ku rol û hebûna jinan tê de tunebû. Her wiha hebûna kesekî çete di wî kongreyê de jî xeteriyek mezin da nîşandan û tu Sûriyeya nû nayê avakirin bi vî rengî dê Sûriyeya bindest were avakirin. Em di sedsala 21’ê de ne ku ev sedsal bi azadiya jinan tê naskrin, tunebûna jinan û pêkhateyên li Sûriyeyê di kongreyeke wiha de civakê ber bi qirkirinê ve dibe.” Rewan Şêxo bang kir ku divê hebûna jinan û pêkhateyan esas bê girtin da ku Sûriye ber bi krîzeke kûrtir ve neçe.