‘Human Rights Watch sûcên şer ên li Bendava Tişrînê têr nedît’

Hemşîre Cîhan Milhim a li Bendava Tişrînê bi derfetên herî kêm birîndaran derman dike, got ku zêdetirî 200 sivîlên ku birîndar bûne derman kirine. Cîhan got ku dewleta Tirk sûcên şer dike, daxuyaniya Human Rights Watch têr nake.

SORGUL ŞÊXO

Tişrîn – Berxwedana şervanên QSD’ê ya li derdora Bendava Tişrînê, ket roja 55’an. Berxwedana gel jî êdî dikeve roja 24’an. Berxwedaniyeke bêhempa li hember dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tê nîşandan. Ji lewra li Bendava Tişrînê berxwedaniyek pir alî tê raberkirin. Heyva Sor a Kurd jî tevî hemû kêmderfetiyan û êrîşên rasterast jî, xebata xwe bi dildariyeke mezin didomîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di hatina karwanên sivîlan re, tîmên tenduristiyê bûn armanca balafirên SIHA’yê û di encamê de 3 karmendên di tîmên tenduristiyê de, jiyana xwe ji dest dan.

Li ser xebata tîmên tenduristiyê ya li Bendava Tişrînê, Hemşîre Cîhan Milhim ji ajansa me re axivî.

Hedefgirtina tîm û karmendên tenduristiyê

Cîhan Milhim got ku gava gel biryara hatina Bendava Tişrînê daye, wan jî ji xwe re gotine ku cîhgirtina li kêleka gelê xwe, erkek mirovî ye. Cîhan armanca hatina xwe ya Bendava Tişrînê wiha vegot: "Li ser bingeha ku em werin alîkariya zarok û kesên temen mezin bikin û nexweşiyên wan yên ji ber demsala zivistanê peyda dibin derman bikin û li kêleka wan bin, em hatin. Lê gava ku em hatin jî, dewleta Tirk karwanên gel hedef girt û ew bombebaran kir. Di encamê de 3 hevrê û karmendên me yên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku li dinyayê hedefgirtina tîmên tendrustiyê qedexe ye û sûc e jî, dewleta Tirk a dagirker van zagonan binpê dike."

'Ji bo ku birîndar çênebin û neyên qetilkirin me ew li bendavê hiştin'

Cîhan da zanîn ku hîn rojan nikaribûne birîndaran veguhêzin nexweşxaneyan û sedema wê bi van gotinan anî ziman: "Ji bo ku birîndarek din çênebe û birîndar neyê qetilkirin, em bi rojan wan li bendavê dihêlin. Ji ber ku hem tîm hem jî ambulansên me dibin armanca balafirên dewleta Tirk a dagirker. Ji ber bombebaranê ajokar û hemşîreyên me jiyana xwe ji dest dane. Birîndarên ku birîna wan giran e, di destê me de jiyana xwe ji dest didin. Sedem jî dijwariya bombebarankirina ambulansên me ye. Rewşeke wisa tê jiyankirin ku me ne dikaribû birîndaran derxin û ne jî li bendavê bihêlin. Bifikirin em di rewşeke çiqas zor re derbas dibin. Bifikire em wan bihêlin jî xeter e û wan derxin jî xeter e. Neçariyek wiha tê jiyankirin."

'Sivîl bi birîndarên sivik û em jî bi yên giran re mijûl dibûn'

Cîhan got ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi sedan kes birîndar bûne û wiha pêl da gotina xwe: "Li vir, hejmareke pir zêde birîndar çêbûn. Zehmetiyên bi vî awayî tên jiyankirin ku pêwîstî bi alavên tibî heye. Di kêliyekê de 20 birîndar çêbin, bê guman ewê rê li ber gelek zehmetiyan veke ku alav û dermanên di nav destê me de kêm bin. Her wiha di anîna alavan de jî astengî çêkir. Dagirkeriya Tirk peyamek wiha dide; em ê we li vir biqedînin. Bifikirin ku sivîlên di warê tenduristî de zanista wan hebû, bi me re dibûn alîkar. Ji ber ku hejmara birîndaran zêde bû. Em bi birîndarên ku rewşa wan giran e û sivîl jî bi birîndarên ku birînên wan sivikin re mijûl dibûn. Ji lewra dewleta Tirk li vir sûcên şer dike, ev sûcên dij mirovahiyê ne."

Rapora Human Rights Watch

Cîhan balkişand ser rapora Human Rights Watch a derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di raporê de hatibû gotin ku dewleta Tirk sûcên şer pêk tîne û ambulansa Heyva Sor a Kurd hedef digre. Cîhan nêrîna xwe ya derbarê raporê de wiha anî ziman: "Rapor tenê têr nake, divê ji êrîşên dewleta Tirk re sînorek were danîn û êrîş werin rawestandin. Gotina ku dewleta Tirk sûcên şer dike dibe ku pir hêsan be, lê belê rastiya li ser erdê tê jiyankirin biêştir e. Dibe ku gotina bi ziman di mejiyê van rêxistinan de baş neyê rûniştandin, lê belê ancax bi çavên xwe bibînin ewê fam bikin. Heta ku giraniya êrîşên ku diqewimin fam bikin. Ji lewra di cihek wiha biçûk de û bi derfetên herî kêm jî îro tîm, ambulans û karmendên me tên hedefgirtin û kes vê pirsê jî nake ka çima û heta kengî?"