Kembera Ereban û bandora wê ya li ser Kurdan - GOTAR

Projeya kembera Ereban, li dijî gelê Kurd yek ji polîtîkayên cûdakariyê ya sîstematîk a dîroka Sûriyeyê ye. Êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk jî bi heman armanc û polîtîkayê hatin pêk anîn.

ŞÊRÎN MIHEMED

Projeya kembera Ereban, yek ji polîtîkayên cûdakariyê ya sîstematîk a dîroka Sûriyeya modern e. Di 24’ê Hezîrana 1974’an de bi biryara hejmara 521 ku di civîna fermandariya netewî ya Partiya Baasê de ferman hate dayîn ku ‘projeya kemera Ereban’ were pêkanîn. Bi vê projeyê wê demê Hesekê wek parêzgeha Sûriyeyê dihat zanîn, gundên Kurdan ên nêzî sînorê Tirkiye û Iraqê hate hedefgirtin û armanc ew bû ku çêkera demografîk a herêmê biguherînin.

Ev proje encama polîtîkayên domdar ên tepesandina hebûna Kurdan û tinekirinê bû. Bi hezaran hemwelatî ji nasnameya xwe bê par hatin hiştin û ji xaka xwe hatin derxistin. Bi zagonên ku bi hinceta reformên çandiniyê hatin derxistin, dest danîn ser xakên Kurdan. Di van eraziyan de ‘gundên mînak’ ava kirin. Armanc ne tenê Kurdan ji cihê wan bikin e, di heman demê de bi hezaran malbatên Ereb li van herêman weke ‘Erebên El-Gumr’ (Erebên rabûyî) hatin bicihkirin. Ev nav dane gundên Ereban ku dema Gola Esad di encama çêkirina baraja Tebqa de hate ser xaka wan ji cihê xwe bûne.

Gelek rapor, diyar dike ku di dema çêkirina Gola Esad de qadên çandiniyê yên berfireh ên li gundewarên Reqa di nava avê de mane. Lê belê hikûmeta Sûriyeyê, li cihê ku rewşa van gundên Ereban çareser bike, di encama berjewendiyên xwe de vê bûyerê weke hincetekê bikaranîn û plana endezyariya demografîk ku heta sala 1965’an dirêj dibe xist meryetê. Li gorî vê planê, pêşbînî kirin ku li ser sînorê Tirkiyeyê, herêmên Kurdan ku ji Dêrikê heta Serêkaniyê dirêj dibe, bi kûrahiya 10-15 km şerîtek a Ereb were avakirin.  

Dema tê sala 1975’an nêzî 4 hezar malbatên Ereb, li 42 modelên gundan hatin bicihkirin, vegera Kurdan ya ser xaka wan hate qedexekirin. Ev rewş ji aliyê gelek çavdêran ve, wek binpêkirina eşkere ya mafê milkiyeta Kurdan pênase kir. Lê belê dema bi dîqat lê were temaşekirin, tê dîtin ku ev polîtîka Ereban jî mexdûr dike. Ji ber ev malbatên Ereb ku ji cihên xwe bûne, xaka xwe winda kirine, hikûmet jî di navbera van herdu civakan de fitne û dijminatiyê ava dike, ji bo salên dirêj herêmê rê ve bibe vê bikar aniye.

Heman hedef, hikûmeta cûda

Di dîroka 9’ê Cotmeha 2019’an de Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayyîp Erdogan, ragihand ku êrişên dagirkeriyê ku navê ‘Tevgera Kaniya Aştiyê’ lê kirî destpê kiriye. Hedef bajarên Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Erdogan îdîa kir ku wê bi dagirkeriyê “gefên terorê li dijî Tirkiyeyê ji holê rakin û koçberên Sûriyeyê bi awayek ewle vegerînin.” Li vê derê bi îfadeya gefa terorê behsa YPG’ê dikir, her çend Tirkiye YPG’ê wek berdewamiya PKK’ê pênase bike, ev hêz pêkhateya bigehîn a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku ji gelên herêmê pêk tê ye.

Destpêkirina dagirkeriyê, wê demê ji ber DYE’ê gulopa kesk pêxist hate destpêkirin. Dema leşkerên DYE ji herêmê vekişiyan, êrîşên Tirkiyeyê zêdeyî 10 rojan dom kir. Piştre di encama lihevkirina Tirkiye hem bi Rusya hem jî bi DYE re ya ‘peymanên dîrokî’, hêzên QSD’ê ji xeta sînor 30 kîlometre vekişiyan. Qada dagirkeriyê herêmek 129 km dirêj bi xwe digirt.
Artêşa Tirk di bin banê ‘Artêşa Millî ya Sûriyeyê’ de li gel komên cûda yên bi çek ketin van herdû herêman. Ev kom girêdayî ‘hikûmeta demkî ya Sûriyeyê’ ku Tirkiye destek dikir bûn. Bi vî awayî Tirkiye di xeta sînor de, gavek girîng ji bo hedefa guherîna demografîk û lewazkirina hebûna Kurdan avêt.

Berdewamiya endezyariya demokrafîk

Li herêmên mijara nûçeyê de, hem di dema êrişên dagirkeriyê de, hem jî piştî wê binpêkirinên di asta sûcên şer de hate jiyîn. Cihên bicihbûna sivîlan hatin bomberankirin, mafê milkiyeta gelê xwecihî hat desteserkirin. Kurd, Êzidî, Ereb û hejmarek kêm Ermen Tirkmen ji van binpêkirinan bandor bûn. Herêm di aliyê demografîk de di astek mezin de guherî, pirrengiya etnîk û dînî lewaz bû.

Piştî dagirkeriyê zêdeyî 200 hezar mirov ji cihên xwe bûn. Bi hezaran kesan xwe spartin bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet Reqa, Hesekê û Qamişlo. Beşek jê koçî herêma Kurdistan û Ewropayê kirin. Piranî kesên ji cihên xwe bûne, di çar kampên ne fermî ku ji aliyê NY ve nehatin naskirin de têkoşîna jiyanê didin. Rûbirûyî xelaya ava vexwarinê, kêmbûna xizmetên tenduristiyê, bê eleqebûna rêxistinên navnetewî ne.  

Di sala 2022’an de, Wezîrê Karên Hundirîn ê Tirkiyeyê yê wê demê Suleyman Soylu, serdana Girê Spî (Tel Abyad) kir li cihê ku navê ‘herêma bi ewle’ lê kirin de di bin kontrola AFAD de projeyên avahiyan lêkolîn kir. Ev proje di bin navê ‘vegera dilxwaz’ de ji nûve bicihkirinê hedef dikir. Lê belê di rastiyê de ev polîtîkayek a vegera bi zorê bû. Ji sala 2023’an ve, Tirkiye Girê Spî bi vê armancê kir navenda bi zorê vegerandina koçberên Sûriyeyê.

Binpêkirin didomin

Li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de, ji aliyê komên bi çek ên girêdayî ‘artêşa milî’ binpêkirinên wek girtinên kêfî, li beramberî fîdye desteserkirin, îşkence û tundiyên zayendî bi awayek sîstematîk didomîne. Bi vê yekê hedef dikin ku bi taybet Kurdan bi tirsînin û ji herêmê bidin revandin. Di heman demê de aqûbeta gelek kesan hê nayê zanîn.  
Berdewamkirina binpêkirinên li dijî mafê milkiyet û xakê, yek jî sedemên herî girîng ku li herêmê guherîna demografiyê mayînde bibe ye. Nebûna mekanîzmayên cidî û edaleta şefaf, hema bêje vegrandina mafê kesên ji cihê xwe bûne ne gengaz e. Ev rewş sûd dide ku koça bi zorê û polîtîkayên bê milkkirinê bidome.

Ev tablo, bi awayek dîrokî bi hedefa ‘kembera Ereb’ re wekhev in. Hikûmetên cûda, bi amûrên cûda lê belê ji bo heman armancê, xizmetê ji bo lewazkirina hebûna Kurdan û tinekirina nasnameyan dike.

*Rojnamevan