Keç û dayik: Hevrêyên hev yê parastina hebûnê
Dayik û keça xwe ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin nimûneyek ji wan jinan e ku şoreşê çêkirin û bi bawerî îro li hember êrîşan hebûna xwe diparêzin. Hewlêr û dayika xwe bi hev re bajarê mozayîka gelan Til Temirê diparêzin.
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Şoreşa Rojava ku 13 sal derbas kiriye, bi xeteriyên pir cidî re rû bi rû ye ku bandora xwe li sê aliyên Kurdistanê yê din dike û şopên xwe yê demdijmêr wê dihêle.
Li vir her kes li dijî êrişên çeteyên cîhadîst ên HTŞ’ê û dewleta Tirk beşdarî seferberiyê bûye û destkeftiyên xwe yê bi salan û jiyana xwe ya azad ya ava kirine diparêzin û hewl didin wê di pêvajoya entegrasyonê de, misoger bikin.
Îro Hewlêr Hisên a 19 salî û dayika wê Cemîla Riso ya dayika 4 zarokan e, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin in, erkê xwe yê parastina bajar bicih tînin.
Cemîla û Hewlêr ji ajansa mere axivîn û helwesta xwe ya li hember êrîşan û girîngiya parastina axê, anîn ziman.
Nimûneyek e ku hêz û hêviyê dide
Cemîla dayikek tevî 46 saliya xwe jî bi çeka xwe 6 sal in li nava kolanên bajarê Til Temirê digere, hêz û hêviyê dide rêwiyan û hemwelatiyên hemû pêkhateyan ji Kurd, Ereb û Aşûr jî.
‘Pêwîstiya welat bi me heye’
Cemîla got ku îro ew û keça xwe her du jî ji bo parastina welat di vê pêvajoya pir hesas û xeternak de amade ne. Cemîla Riso dibêje: “Rast e keça min e û tirsa min li ser wê heye, lê belê îro pêwîstiya welat bi me heye.”
‘Nikarim ji erka welatparêziyê dûr bikevim’
Cemîla him di parastina hebûn û azadiyê de cih digire û him jî li zarokên xwe yê li malê dinêre û wan ji bo welatek azad mezin dike. Cemîla Riso diyar dike ku dilê wê li ser zarokê wê dimîne, lê belê nikare ji erka xwe ya welatparêziyê jî dûrbikeve û banga welat paşguh bike.
Cemîla teqez kir ku welatê wan bi xwîna şehîdan hatiye avakirin û ji vir bang li her kesê/î kir ku xwedî li axa xwe derkevin, ji ber jiyana li welatê wan ne hindike.
‘Çeka me rûmeta me ye’
Cemîla careke din soza xwe nû dike ku heta dilopa xwîna xwe ya dawî wê erka xwe pêk bînin û got ku çeka wê ne giran e, ya giran ewe mirov pişta xwe bide welatê xwe lê çek rûmet û şerefa wan e. Di dawî de Cemîla got ku çek neyê bikaranîn wê mafê wan neyê misoger kirin û zimanê wan neyê parastin.
Destê ji bo welat pênûsê digirt îro jî çekê hildigre
Hewlêr Hisên a ku navê xwe ji Hewlêr a Başûrê Kurdistanê girtiye jî li gel dayika xwe ye. Hewlêr xwendekara refê 11 bû ku dibistana amadeyî dixwend lê gava ku êrîş li ser herêmê destpê kir, xwendina xwe rawestand û beşdarî seferberiyê bû çek hilgirt.
Hewlêr got ku armanca wê ya beşdariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin ew e ku li hember êrîşên çand û ergîngariyê û jiyana azad hedef digre, ber xwe bide û ji aliye din jî hêz dide dayika xwe.
Hewlêr da zanîn ku dayika wê hevrêya wê ya parastina hebûn û rûmetê ye, ji ber di nav kar de keç û dayik tune ye her kes rêhevalê hev yê çekê ne. Hewlêr bi hebûna dayika xwe serbilind e.
‘Da ku em rojên xweştir bibînin divê em bizanin çawa ji tarîtiyê derkevin’
Hewlêr got ku dijmin ji her çar aliyan de êrîşan bi ser wan de tînin û pêwîstiya ku gel hişyar be û parastina tax û bajarê xwe berdewam bike, girîng dît. Hewlêr got: “Ji bo ku em rojên xweş bibînin, divê em bizanibin çawa ji tarîtiyê derkevin.”
Hewlêr Hisên di dawiya axaftina xwe de da xuyakirin ku bêyî çek jin wê nikaribin xwe biparêzin û banga bihêzkirina yekîtiyê li jinan kir.