Karkerên jin ên Kobanêyî: Em di 1’ê Gulanê de keda xwe pîroz dikin
Karkerên jin ên Kobanêyî destnîşan kirin ku keda jinan di avakirin û pêşxistina civakê de roleke girîng dilîze û xebata wan di gelek waran de dibe alîkar ku civakeke azad were avakirin.

NÛRŞAN EBDÎ
Kobanê – 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê ye. Karker vê rojê, ji bo rêzgirtina li hêza kedkar a ku ji bo civakê têdikoşe, pîroz dikin. Ev roj di sala 1886'an de ji aliyê sendîkayên Kanadayî û Amerîkî ve li bajarê Chicago ya Emrîkî, piştî greveke giştî ya karkeran hat destnîşankirin. Bi aşkerakirina vê rojê xwestin ku kapîtalîstan neçar bikin ku mafên karkeran nas bikin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, karker jî bi çalakî û bûyerên cûrbecûr ên wek meş û şahiyan roja xwe pîroz dikin, da ku rola hêza kar di avakirin û pêşxistina civakê de were pîrozkirin. Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şoreşa 19'ê Tîrmehê ya ku di sala 2012'an de ji aliyê bajarê Kobanê ve hat destpêkirin, beşdarî xebatên avakirinê dibin û wê ber bi demokrasî û edaletê ve dibin.
'Jin hêza kar e'
Kedkara Firûna Jiyan a bajarê Kobanê Edlê Muhemed got ku Roja Karkerên Cîhanê ji bo jinan gelek girîng e û wiha axivî: "Kar di hemû warên xwe de dijwar e, ji ber vê em jin berpirsiyariya zarokên xwe hildigirin û her wiha li derveyî malê dixebitin. Ji bo serkeftin û gihîştina armancên xwe em bi gelek zehmetî û dijwariyan re rûbirû dimînin. Ji ber vê yekê jin hêza kar e ku bêhtir hewl dide civaka xwe ava bike. Em ji bo zarokên xwe û civaka xwe dixebitin. Bi mebesta Roja Karkerên Cîhanê, peyamên xwe ji jinan re dişînim. Ji bo hûn xwe bipêş bixin û civakek baştir ava bikin, divê hûn ji bo şikandina qedexeyan û derketina ji malê ji bo xebatê têbikoşin."
'Jin karkerên sereke yên di avakirina şoreşê de ne'
Ewaş Elî ku ji gundê Eydiq a başûrê Kobanê ye û di Firûna Jiyan de dixebite, wiha dibêje: "Dema behsa Roja Karkeran tê kirin, tê bîra mirov ku her welatiyekî bi mûçeyek mehane dixebite karker e. Lê em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em şoreşekê dimeşînin û ji bo me karker, her kesê ku bi pereyan an jî bê pere beşdarî avakirin û pêşxistina civaka xwe dibe ye. Jin jî karker in ku beşdarî avakirina civakê dibin. Li gundan em di çandiniyê de dixebitin. Armancên me ji hev cuda ne. Çandina kulîlkan bedewiya mal û bajarê me zêde dike, jîngehê baştir dike û berhemên çandiniyê ji bo xelkê herêmê têrkeriya xwe peyda dikin. Di roja xwe ya cîhanî ya navneteweyî de em dixwazin rêzê li jinan bigirin."
'Jin di pêşxistina civakê de xwedî rola herî girîng in'
Endama Kongra Star a bajarê Kobanê Meriyam Ehmed da zanîn ku ew di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de rêz û qîmetê didin her kesê ku ji bo civaka xwe dixebite. Meriyam Ehmed wiha got: “Şoreşa 19'ê Tîrmehê derket da ku jin civaka xwe ava bikin. Bi saya vê şoreşê me gelek destkeftî bidest xistin û yên herî zêde kedê ji bo avakrina civakê didin, jin in. Ji ber vê yekê, jin di pêşxistina civakê de xwedî rola herî girîng in. Em Roja Kedkaran jî bi keda xwe pîroz dikin."