Aqûbeta 80 jinên ji Suweydayê nayê zanîn

Ji 13’ê Tîrmeha 2025’an heta niha, li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê êrişên çeteyan didome. Ji destpêkirina pevçûnan heya niha nêzî 80 jin hatiye wendakirin û aqûbeta wan nayê zanîn.

Suweyda – Li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê krîza tê jiyîn, domandina pevçûnan û bi hilweşîna agirbesta şikestî re, her roja diçe giran dibe. Bombardûna bermaberî hevdû, pevçûnên bi xwîn, di encama înfazên di nava kolana de, ji 13’ê Tîrmehê hate niha di nav de jin û zarok, nêzî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Hemû ev geşedan, ji ber nebûna kontrolkirina bi bandor ya sekinandina tundiyê tên jiyîn e.

Li Suweyda, demek bi xwîn ku qet nehatî dîtin tê jiyîn. Divê pêvajoya ku şer, meshebgerî, tirs û îxanet ketiye nava hevdû, pevçûnên tund ên di navbera komên xwecihî û komên çete yên girêdayî Heyet Tahrir el-Şam a cîhadîst de hatî jiyîn, bandor li jiyana bi hezaran kesan kir û bû sedem ku felaketa mirovî derbikeve holê. Jin û zarok dibin êrîşan de jiyana xwe ji dest dan an jî winda bûn. Ev trajedî tenê bi mirin û windahiyan re sînordar nema. Gundên hatin şewitandin, rêyên girtî  û êşên di rûyên mirovan de ku xwe spartine vî bajarî ku ji ber westan êş dikşîne kûrtir dike. Li Suweyda, ev trajedî, di navbera erdnîgariya dorpêç daxwazên hilweşîn yên NY de, zeliqiye. Qêrîna nasnameya aîdayetê, li dijî gefên dûrxistin û hebûnê cardin bilind dibe.

Nêzî 80 jin winda bûn an hatine revandin

Li gorî hin agahiyên ku nûçegihana meya li Suweyda xwe gihandiyê, ev pevçûn bû sedemê êrîşên dijwar û înfazên li kolanan. Heta niha di navde jin û zarok, ji civaka Dûrzî nêzî 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber xebatên belgekirinê hê temamnebûne, hejmarek diyar nehate diyarkirin. Di heman demê de hate belgekirin ku li Suweyda û gundên wê, nêzî 80 jin û zarok winda bûne yan jî hatine revandin.

Gund hatin şewitandin û talankirin

Pevçûnan rê li ber hilweşînên mezin vekir. Kanaker, Saamiah, Tayra, Dour, Doueiri, Mezrata, Laha, Rima Hazem, Taara, Qarasah, Najran, Harran, Labeen, Jrayn, Dama, Deir Dama, Khalkhala, Umm Hartin, Al-Mutuna, Khalidiya, Lahtha, Sweimrah, Surah Al-Kabira, Surah Al-Saghira, Hazm, Dhakir û Qom jî di nav de 31 gund bi temamî yan jî beşek jê texrîb dîtine, mal hatin şewitandin û talankirin. Rêyên van gundan ji ber sekvaniyan hê girtî ne, li herêmê pêlek girseyî ya koçê heye. Zêdeyî 150 hezar kes, ji gundên xwe yên ziyan dîtine derketine, xwe spartine bajarê Suweyda. Bajar dibin zexta mirovî ya niha zêde dibe de ye. Di xizmetên bingehîn û çavkaniyan de kêmaniyek cidî tê jiyîn.

Li gundên wek Kanaker, Rima Hazem û Umm al-Zaytoun pevçûn hê bi taktîkên ‘Lêde û bireve’ didome. Hewldanên bi destxistina salyoya genim ya li Umm al-Zaytoun, wek hewldana li dijî Suweyda, avakirina dorpêçê û qûtkirina ketina xwarinê ya bajar tê nirxandin.

Di heman demê de êrîşkirina li ser xeta rageşî ya herêma Misayfida ya bajarê Dera, bû sedem ku li Suweyda bi temamî kehrebe qût bibe.