Kampanyaya ‘Şêşema na ji darvekirinê re’ didome
Kampanyaya ‘Şêşema na ji darvekirinê re’ di hefteya 107’an de li 56 girtîgehên Îranê didome. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di dawiya meha Çileyê û serê meha Sibatê de 2 jin zêdetirî 207 kes hatine darvekirin.
Navenda Nûçeyan – Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ ku li dijî cezayên darvekirinê yên li Îranê tên pêkanîn hatiye destpêkirin, di hefteya 107’an de didome. Di daxuyaniya kampanyayê de wiha hat gotin: “Rejîma Îranê di dawiya meha Çileyê û destpêka meha Sibatê de 2 jê jin zêdetirî 207 kes darve kirin.”
Li gorî daxuyaniya kampanyayê, di serhildana bi rûmet a meha Çileyê de hêzên rejîma Velayet-e Feqîh, bi hezaran mirovan qetil kirin û bi taybetî jî ciwan bi deh hezaran welatiyên Îranê binçav kirin, piraniya wan bi armanca îtirafên bi darê zorê xistin bin zexteke giran a fizîkî û derûnî.
Kampanyayê, bang li gelê Îranê kir ku bibe dengê kesên girtî û girtiyên siyasî û ji malbatên girtiyan xwest ku li dijî zilm, neheqî û girtinên berbelav û neqanûnî qîrîna xwe ya nerazîbûnê bilind bikin û piştgiriyê bidin hezkiriyên xwe.
Daxuyaniya Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ wiha ye:
Li gorî nûçe û agahiyên hatine girtin, di serhildana bi rûmet a meha Çileyê de rejîma Welayet-e Feqîh bi deh hezaran mirovan qetil kir û binçav kir, piraniya wan neçarî îtirafên darê zorê kir. Rejîmê, ji bo ku tirsê zêde bike, hinek parêzer, bijîjk û xebatkarên tenduristiyê jî girtin. Ev yek tirsa rejîmê ya ji serhildana wêrek a gel nîşan dide.
Rejîma zordar, tenê di dawiya meha Çileyê û destpêka meha Sibatê de 2 jê jin zêdetirî 207 kes bi darve kirin. Her wiha bi sedan û hezaran girtiyên ku navê wan nayê zanîn, bi cezayên darvekirinê yên bi şêwaza serdema navîn re rûbirû ne. Di vê çarçoveyê de rojên dawî girtiyê siyasî yê Kurd Nasser Bekirzadeh cara sêyemîn mehkûmê cezayê darvekirinê hat kirin û bi awayekî cidî di xetera bicîhanîna vê cezayê de ye.
Em ji vir bang li gelê wêrek û mêrxas ê Îranê dikin ku bibin dengê wan kesên hatine binçavkirin û girtiyên siyasî. Her wiha em ji malbatên girtiyan dixwazin li dijî zilm, neheqî û girtinên berbelav û neqanûnî qîrîna xwe ya nerazîbûnê bilind bikin û piştgiriyê bidin hezkiriyên xwe.
Belê! Hemwelatiyên me, di van şert û mercan de bêdengî ne vebijarkek e. Yekane vebijark û riya rizgariyê qîrîn û îtîrazkirin e. Di vê serdema hesas de daxwaza me ew e ku em Îrana azad û wekhev, dûrî tundî û darvekirinan ava bikin û "mafê diyarkirina çarenûsa xwe" ya gel jiyanî bikin.”