Jiwar Mehmûd Ji bo pêşketinê hebûna jinan di rêveberiyê de girîng e
Hevşaredara nû ya Qendîlê Jiwar Mehmûd destnîşan kir ku xizmeta gel ji bo xwe wekî berpirsiyariyeke bingehîn dibînin û bal kişand ser hebûna jinan a di rêveberiyê de.
Qendîl – Şaredariya Qendîlê, wekî saziyeke ji bo xizmeta herêmî, di birêvebirina karûbarên herêmî û peydakirina pêdiviyên gel de roleke girîng dilîze. Ev yek beşdariya çalak û berdewam a civakê, bi taybetî jinan û pisporan, di pêvajoyên biryardayîn û pêşveçûna herêmî de pêwîst dike.
Jiwar Mehmûd ku 5’emîn hevşaredara jin a Şaredariya Qendîlê ye û dest bi kar kir, girîngiya berdewamiya xebata şaredariyê, beşdariya bi bandor a jinan di mekanîzmayên rêveberî û biryardayînê de û rola kesên perwerdekirî û pispor di xizmeta herêmê de di parastina xwezaya Qendîlê de tekez kir.
Em ê xizmeta herêmê baştir bikin
Jiwar Mehmûd diyar kir ku Şaredariya Qendîlê ya di sala 2009’an de hatiye avakirin, ne tenê saziyeke ji bo pêkanîna karên rojane ye; navendek e ku ji bo baştirkirina xizmetan, parastina jîngeha xwezayî ya herêmê û bersivdayîna pêdiviyên cihêreng ên gundan dixebite.
Jiwar Mehmûd der barê şaredariyê de ev agahî da: "Şaredariya Qendîlê di sala 2009’an de hatiye avakirin û karê wê yê sereke birêvebirin û xizmeta ji bo herêmê ye. Her gundekî Qendîlê xwedî taybetmendî û pêdiviyên xwe yên bêhempa ye. Ji ber vê yekê, erka şaredariyê ne tenê birêvebirina karûbarên rojane ye, di heman demê de hewl dide xizmetan baştir bike û xweza û bedewiya herêmê biparêze. Wekî hevşaredara nû, ez ê bi hevkarên xwe re bixebitim da ku xizmeta herêma me çêtir bikim."
‘Tevlîkirina jinan ji bo pêşketina civakê girîng e’
Jiwar Mehmûd beşdariya jinan wekî prensîbeke bingehîn ji bo rêveberî û pêşketina civakê dît û tekez kir ku jin ne tenê beşek ji civakê ne; dikarin di biryardayîn, çareserkirina pirsgirêkan û avakirina paşerojeke baştir de roleke çalak bilîzin.
Jiwar Mehmûd got: "Beşdarbûna jinan a rêveberiyê mafekî xwezayî û prensîbeke bingehîn a pêşketinê ye. Jin ne tenê beşek ji civakê ne, di heman demê de hêzeke bi bandor di avakirin, biryardayîn û çareserkirina pirsgirêkan de dilîzin. Ji ber vê yekê, ji bo avakirina pêşerojeke çêtir ji bo Şaredariya Qendîlê û gelê me yê li herêmê, pêdivî heye ku beşdarbûna jinan di pergala sazûmanî de were xurtkirin."
‘Em ê xizmeta xelkê Qendîlê bikin’
Jiwar Mehmûd spasiya hevşaredarên berê û karmendên Şaredariya Qendîlê kir û girîngiya berdewamiya xeta ku şaredariyê ji dema damezrandina xwe ve ji bo xizmeta herêmê girtiye dest, anî ziman û wiha domand:
"Wekî 5’emîn hevşaredara Şaredariya Qendîlê, ez ji bo xwe erk dibînim ku spasiya hemû hevşaredar û karmendên ku ji sala 2009’an û ji dema damezrandina şaredariyê ve xizmeta vê herêmê kirine, diyar bikim. Bêguman, di her serdemê de zehmetî û zorî hebûn; lê belê, em ê pabend bimînin vê riyê bidomînin û xizmeta şêniyên Qendîlê bikin."
Banga ji bo pisporan
Jiwar Mehmûd, bang li kesên xwenda û pispor kir ku beşdariyek pratîkî ji bo pêşxistin û dabînkirina xizmeta herêmê bikin û wiha bi dawî kir:
"Ez ji Qendîlê me û li gundê Bokriskan dijîm. Ez bang li hemû beşên civakê, bi taybetî mamoste, endezyar, bijîşk û pisporan dikim ku vegerin herêma xwe û bi zanîn, ezmûn û jêhatîbûna xwe xizmeta Qendîlê bikin. Ev herêm xwedî hêz û kesên xwedî ezmûn e; divê ev potansiyel ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmê û pêşvebirina wê were bikaranîn."