Banga Arjantînê ji bo azadiya Ocalan û garantoriya FIDH’ê
Komeleya Mafên Mirovan a Arjantînê bang kir ku doza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê çareserkirin û xwest Federasyona Navneteweyî ya Mafên Mirovan ji bo pêvajoya aştiyê bibe garantorê navneteweyî.
Navenda Nûçeyan – Komeleya Mafên Mirovan a Arjantînê, bi armanca pêşxistina edaletê, nameyek ji Federasyona Navneteweyî ya Mafên Mirovan (FIDH) re şand û daxwaz kir ku federasyon li ser mijara azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bisekine û di pêvajoya aştiyê de roleke garantor bigre ser xwe.
Nameya ku Komeleya Mafên Mirovan a Arjantînê roja Çarşemê, ji Federasyona Navneteweyî ya Mafên Mirovan (FIDH) re şandiye bi vî rengî ye:
"Dostên hêja! Em ji we re li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dinivîsînin ku 27 sal in ji aliyê dewleta Tirk ve girtî ye. Wî piraniya vê demê di hucreya yek kesî de derbas kir. Bi cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ku veger jê nîn e, tê girtin û di 77 saliya xwe de ji mafê hêviyê jî bêpar tê hiştin.
Em dizanin ku federasyonê ev mijar gelek caran xistiye rojevê, Abdullah Ocalan weke girtiyekî siyasî nas kiriye û daxwaza azadiya wî kiriye. Lê belê em di wê baweriyê de ne ku li gorî mercên siyasî yên hatine guhertin ku îhtimala pêkhatina aştiyê xuya dike, ev yek dikare firsendên kêrhatî ji bo gelê Kurd û gelên din ên li herêmê biafirîne, derfetên berdana Abdullah Ocalan û bi hezaran girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê hene, ev daxwaz niha girîngtir û jiyanî ye. Rapor hene ku ji bo xweşbîniyê hincetan pêşkêşî me dikin.
Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî dikare tevgkariyê bike
Ji ber vê yekê, em yeqîn dikin ku berdewamkirina piştevaniyê û îsrara li ser daxawza azadiyê pêwîst e. Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî -bi prestîja xwe- dikare tevkariyeke girîng li aştiyeke adîl a li vê herêmê bike, dawiya dawî di muzakereyan de dikare bi rola garantoriyê rabe.
Lîga Mafên Mirovan a Arjantînê di herikîna dîrokê de dilsoziya xwe ya bi girtiyên siyasî û gel re îsbat kiriye; ji be karên xwe yên parastina mafên mirovan gelek şehîd dane. Dîktatoriya Spanyayê, Şerê Vîetnamê, Şoreşa Kubayê, darizandinên têkildarî dîktatoriya li Arjantînê, qirkirina Fîlîstînê û têkoşîna xweseriyê ya li Sahra Rojava jî di nav de di gelek dozan de bi roleke çalak rabûye. Demeke dirêj e piştgiriyê dide gelê Kurd. Nora Podesta, Nector Trajtemberg û Alexandro Avots bi navê Lîgê silavên xwe ji gelê Kurd re dişînin û dilsoziya xwe ya bi azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd re dubare dikin."