Jinên Kobanê li hember êrîşên li Girê Spî bi hêrs in
Jinên li bajarê Kobanê li dijî êrîşên ku li hember koçberên Girê Spî hatin kirin, bi gotina “heta ku hişmendiya çetegirî û talankar hebe emê koçber bimînin” hêrsa xwe anîn ziman.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Şêniyên bajarê Girê Spî di 9’ê Cotmeha 2019’an de ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê, koç kirin. Xelkê Girê Spî, ev 7 sal in koçber in. Duh 100 malbatên Kurd yên koçber dema ku vedigeriyan Girê Spî, rastî êrîşên tund hatin. Lêdan, îşkence, talan û wêran, çend ji van êrîşan bûn.
Ev êrîş, di nava gelê Kurd de bû sedema hêrseke mezin. Beriya niha jî karwanên koçberên Serêkaniyê rastî heman êrîşan hatibûn. Di vî warî de jinên li Kobanê hêrs û bertekên xwe bi ajansa me re parve kirin.
‘Ger qatil neyên cezakirin, normal e êrîşên wiha çêbin’
Emîn Mehmûd da zanîn ku şênî vedigeriyan mal û axa xwe û wiha got: “Koçberên Girê Spî bi niyeta vegera mal û warê xwe duh bi rê ketin. Lê ew malbat rastî êrîşên mezin hatin û neçar man careke din vegerin Kobanê. Di nava êrîşkaran de ew çeteyê ku keziya jinên Kurd jê kiribû jî cih digirt. Eger ew çete ji destpêkê de bihata cezakirin, îro careke din cesaret nedikirin ku êrîşî şêniyên Girê Spî yên resen bikin. Ji bo vê jî heta ev xemsariya li hember kiryarên wiha dewam bike, wê koçberiya gelê me dirêjtir jî bike.”
‘Heta çete hebin garantiya ewlehiyê tune ye’
Her wiha Emîne destnîşan kir ku heta Sûriye ji çeteyan paqij nebe, ewlehî û aramî pêk nayê û wiha domand: “Heta ku ev çete di nava me de jiyan bikin, hêviyên me ji pêşerojeke bi ewle û aram tune ye. Ji bo ku baweriya me ava bibe, divê destpêkê Sûriyê ji van bermahiyên çeteyan bê paqijkirin. A niha em dibînin welatiyekî Kurd li ku derê bê girtin yan tê qetilkirin yan jî pereyên pir zêde ji malbata wî tê xwestin. Ji bo vê jî tevgera me ya li bajarên Sûriyê gelek tengav û metirsîdar bûye.”
‘Em êrîşên li ser Kurdan şermezar dikin’
Amine Filêc a ji bajarê Humisê jî, kiryarên ku li hember koçberên vedigerin malên xwe çêbûn, bi van gotinan şermezar kir: “Êrîşên ku li Girê Spî pêk hatin ne kiryarên nû ne, ji ber beriya wê me heman tişt li Tebqa, Reqa û Serêkaniyê jî jiyan kir. Ji bo vê jî ev cudahiyên ku dikevin navbera pêkhatiyên li Sûriyê em rexne û şermezar dikin û bi taybet jî êrîşên ku Kurd pê re rû bi rû tên. Mixabin ku civaka Sûriyê gihîştiye vê astê, em li ser jiyaneke hevpar mezinbûn ku heqaret li pêk hatiyeke din nedibû û biçûk nedikir. Lê niha di civakekê de tu kes jî nikare eslê xwe bîne ziman.”
‘Divê hikûmet demildest çareseriyê peyda bike’
Amîne bal kişand ser bihaneyên ku dibin sedema êrîşan û wiha domand: “Fitneyên ku derdikevin û hişmendiya çetewarî ku pir zêde tê jiyîn, bandoreke mezin li ser hevgirtina civaka Sûriyeyê kiriye û êdî bê bawerî ava kiriye. Ev beşa ku êrîşan pêk tîne, dibêjin ku ev malbatên QSD’ê bûn. Qey ji bîr kirin ku QSD’ê ji nîvê wê zêdetir Ereb in. Ji bo vê jî ev hincet qet nayên qebûlkirin û divê hikûmet yekser ji bo vê mijarê tedbîrên xwe bigre û çareseriyeke mayînde bibîne.”
‘Gelê me ji warên xwe tê qewitandin’
Zelîxe Ibrahîm a ku ji Reqayê koçber bûye, bibîr xist ku koçberên Girê Spî ev 8 sal in ku li durî cih û warên xwe dijîn û hêrsa xwe bi van gotinan bilêv kir: “Malên wan hatin talan û wêrankirin, heta niha pencere û deriyên wan tên dizîn, darên wan ji kokê de tên birîn. Ev malbatên ku qaşo vegerin, li ser bingehê ku herin çandiya xwe bikin û debara xwe peyda bikin. Lê ji ber êrîşên ku pêk hatin vegeriyan, gelo ev koçber wê niha bi çi jiyan bikin û berê xwe bidin ku derê? Ma mirov li ser axa xwe rastî lêdan, îşkence, heqaret û qewitandinê tê?
‘Ezê di nava ev hişmendiya heyî de çawa vegerim Reqayê?’
Zelîxe pirsa “Emê piştî van bûyeran çawa vegerin bajarên xwe” kir û wiha domand: “Ez bi xwe yek ji koçberên Reqa yê me ku di êrîşên meha Çileyê de hatim Kobanê. Me mal û milkên xwe hemû li şûna xwe hîştin, a niha jî çi pê hatiye em nizanin û nikarin herin wir jî. Min 70 sal li Reqayê jiyan kiriye, heta sala borî me kiryarên bi vî rengî jiyan nekir. Lê niha piştî ku me êrîşên li Girê Spî jî dîtin, emê êdî çawa bikaribin vegerin Reqayê nizanim. Ji duh ve çavên me xew nedîtine li ser bûyerên ku li Girê Spî çêbûn, ji bo vê jî rewş wiha dewam bike emê nikaribin behsa entegresyoneke serkeftî bikin.”