Li Tehranê di doza pêşangeha Fitexê de blognivîseke jin hat girtin
Piştî pêşangeha fitnesê ya "Fitex", Dozgeriya Tehranê blognivîseke jin girt, fermana girtinê ji bo organîzatorekî derxist û rûpelên çalakiyê yên serhêl asteng kirin.
Navenda Nûçeyan – Dozgeriya Giştî ya Tehranê girtina blognivîseke werzîşî ya jin di çarçoveya têkiliya bi fuara "Fitex Tehran" re û derxistina fermana girtinê ji bo yek ji organîzatorên çalakiyê ragihand.
Li gorî raporek di medyaya navxweyî ya Îranê de ku Navenda Medyaya Dadmendiyê îdia dike, bi tohmeta weşandina wêne û fîlmên zirarê didin raya giştî hem li serhêl û hem jî li cîhana rastîn û kirina propagandaya, li dijî pergalê hatiye girtin. Der barê nasnameya wê yan dem û cihê girtina wê de tu hûrgilî nehatine dayîn.
Fermana girtinê ji bo organîzatorekî din ê pêşangehê jî hatiye dayîn. Dadgehê diyar kir ku ev kes di plansazkirin û organîzekirina çalakiyê de rol lîstiye. Berê Dozgeriya Giştî ya Tehranê, li dijî organîzatorên pêşangehê doz vekiribû û ji bo dozgeriyê bangî wan kiribû. Rûpelên serhêl ên têkildarî çalakiyê jî hatine astengkirin.
Hat ragihandin ku fermana girtinê ji bo organîzatorekî din ê pêşangehê jî hatiye dayîn. Dadgehê diyar kir ku ev kes di plansazkirin û organîzekirina çalakiyê de rol lîstiye. Berê, Dozgeriya Giştî ya Tehranê li dijî organîzatorên pêşangehê doz vekiribû û ew gazî dozgeriyê kiribû. Rûpelên serhêl ên têkildarî çalakiyê jî hatine astengkirin.
Pêşangeha alavên werzîşê, laşçêkirinê û fitnesê ya "FITEX" ji 20 heta 23’ê Cotmehê li Parka Diyalogê ya Tehranê hat lidarxistin. Piştî bûyerê, rayedarên hikûmetê û dezgehên medyayê yên girêdayî saziyên dewletê rewşê rexne kirin û wekî "têkçûna pabendbûna bi pîvanên qanûnî û olî" bi nav kirin.
Wezareta Werzîş û Ciwanan di 25’ê Cotmehê de ragihand ku ew ê li ser raporên dibêjin pêşangeh li gorî "qaîdeyên îslamî" nebûye lêkolîn bike. Piştî van bertekan, mesele çû dadgehê û li dijî hin nûner û beşdarên pêşangehê doz hatin vekirin.
Her çendî hat ragihandin ku blognivîs hatiye girtin û fermana girtinê ji bo yek ji organîzatoran hatiye dayîn jî der barê nasnameyên kesan, hûrguliyên belgeyên dozê, yan pêvajoya dadwerî de tu agahiyên serbixwe nehatine belavkirin. Tawanên ku hatine eşkerekirin bi îdiayên rayedarên dadwerî ve sînordar in û tu hûrguliyên din tune ne.