Jinên Yemenî: Siyasetên avhewayê nikare bêyî jinan bê diyarkirin
Di komxebatekê de ku li Taîza Yemenê hate lidarxistin de, jinan bal kişandin ser bandorên krîza avhewayê yên li ser jinan û daxwaza beşdariya wan a çalak a di pêvajoyên biryardayînê de kirin.
RANIA ABDULLAH
Yemen – Komxebatek li ser rola jinan di xebata avhewayê de û amadekirina Beşdariyên Diyarkirî yên Neteweyî (NDC) di 6’ê Çileyê de li Taîza ku bajarekî li başûrê rojavayê Yemenê ye, bi dawî bû. Komxebata sê rojî, bi hevkariya Yekîneya Avhewayê ya Wezareta Av û Jîngehê li Adenê hate lidarxistin. Komxebatê, jinên ji paşxane û warên pisporiyê yên cihêreng anîn cem hev. Jinan pêşniyarên ji bo amadekirina Belgeya Beşdariya Neteweyî ya sêyemîn a Yemenê (NDC.3) pêşkêş kirin û balkişandin ser pêwîstiya polîtîkayên avhewayê yên neteweyî yên berfireh.
‘Gelek keç ji perwerdê bêpar in’
Wefa Hamdîn ku Seroka Weqfa Aştî û Pêşveçûnê ya Shura ye, di komxebatê de axivî û diyar kir ku guherîna avhewayê bandorên kûr li ser jin û keçên li Yemenê kiriye. Wafa got ku jin beşa herî xeternak a civakê ne. Wefa Hemdîn da zanîn ku ev bandor bi taybetî di wê rastiyê de diyar in ku gelek keç ji ber ku neçar in avê ji herêmên dûr hilgirin, ji perwerdeyê bêpar dimînin. Wefa got ku koçberiya ji deverên ku ziwabûn lê heye heta deverên ku çavkaniyên avê hene, rêjeyên zewaca zarokan bi girîngî zêde dike.
‘Beşdarbûna jinan divê ne tenê bi komxebat û konferansan ve sînordar be’
Wefa destnîşan kir ku beşdarbûna wê ya di komxebatê de hewldanek bû da ku dengê jinan were bihîstin û bi bandor be. Wefa, got ku kombûna jinên ji pîşeyên cûda, nêrînên siyasî û paşxaneyên serbixwe li Taîzê rê daye pêşkêşkirina perspektîf û pêşniyarên piralî. Wefa tekez kir ku beşdarbûna jinan divê ne tenê bi komxebat û konferansan sînordar be, divê di warê din de jî encamên berbiçav hebin.
Wefa Hemdîn da zanîn ku jin bi saya şiyana xwe ya adapteyiya bi jîngehê re, roleke xurttir di şekildana polîtîkayên di vî warî de dilîzin û wiha got: “Em hêvî dikin ku bêtir atolye, perwerde û çalakiyên pratîkî werin lidarxistin û jin di beşdariyên neteweyî û pêvajoyên polîtîkayê yên ku niha li ser têne xebitandin de bi bandor cih bigirin.”
‘Divê jin di plan û polîtîkayan de cih bigirin’
Parêzer Vîam el-Maktarî jî diyar kir ku guherîna avhewayê rasterast bandorê li jinên herî marjînalîzekirî û bêparastin ên di civakê de dike û pevçûn û bi gelemperî şert û mercên xirabtir ên li welêt, vê bandorê girantir dikin. Vîam el-Maktarî destnîşan kir ku jinên ku ji ber şerên salan koçber bûne ji krîza avhewayê hîn bêtir êş dikşînin. Vîam, bal kişand ser girîngiya beşdariya jinan a di atolyeyan, panel û konferansan de û tekez kir ku ev ne ji bo ‘nezaketa zayendî’ divê were kirin, lê ji ber ku tevlîbûna jinan di plan û polîtîkayên giştî de pir girîng e.
'Jinên ku herî zêde ji guherîna avhewayê bandor dibin'
Endezyar û çalakvana çandiniyê Ehlam el-Şeddadî jî diyar kir ku rola jinan di beşdarbûn û konferansên wiha de pir girîng e û got ku jin, koma ku herî zêde ji guherîna avhewayê bandor dibe ne. Ehlam el-Şeddadî wiha got: “Hêvîdar im ku ev rol bi bandortir were bikaranîn, veguherîne çareseriyên berbiçav da ku zirara ku jin dikşînin kêm bike. Her wiha, bibe sedema kêmkirina îstîsmar, destdirêjî û psîkolojîk û pirsgirêkên tenduristiyê yên têkildarî guherîna avhewayê.”