Jinên Wanê: Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn derfetek e

Jinên Wanê di 77’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxawza azadiya fizîkî dubare kirin û gotin ku Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn derfeteke mezin e.

MEMîHAN HILBÎN ZEYDAN

Wan – 4’ê Nîsanê, roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, weke "ji nû ve zayîna ji xweliyê" ya neteweyek tê dîtin. Ji bo rojbûna 77’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku îsal jî wê were pîrozkirin, gelek çalakî hatin plankirin.

4’ê Nîsanê her sal, bi coş û daxwazên azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pîrozkirin. Îsal Festîvala Amarayê di bin pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê de bi dirûşma "Bi Rêberekî Azad Ber bi Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk ve" hat lidarxistin.

Mijara sereke ya pîrozbahiyên îsal naskirina statuya Abdullah Ocalan, sermuzakerevanê pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" û guhertina şert û mercên wî yên li Girava Îmraliyê û mîsogerkirina azadiya wî ya fizîkî ye.

TJA: Em ê di 4’ê Nîsanê de ber bi Amarayê û di 19’ê Nîsanê de jî ber bi Gemlîkê ve bimeşin

Tevgera Jinên Azad (TJA) di 31’ê Adarê de ragihand ku ew ê di 4’ê Nîsanê de ber bi Amarayê û di 19’ê Nîsanê de jî ber bi Gemlîkê ve bimeşin.

'Ez li ser navê jinan spasiya rêberê xwe dikim'

Di her çalakiyê de, jin daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin. Yek ji van jinan Songul Bayram xwişka Nazan Bayram (Nûda Karker) e ku di sala 1992’an de tevlî têkoşîna azadiyê bû, di Nîsana 2008’an de li Bestayê jiyana xwe ji dest da.

Songul Bayram di destpêka axaftina xwe de spasiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir ji ber ku wî ji bo jinan ‘paradîgmaya azadiya jinan’ pêşkêşî civakê kir û wiha got: “4’ê Nîsanê ne tenê roja rojbûna Abdullah Ocalan e, rojbûna me hemûyan e. Diyariya herî mezin a ku rêberê me da me perspektîfa ku wî pêşkêşî jinan kiriye, serhildanek e. Ez li ser navê hemû jinan spasiya wî dikim. Em ê ji bo azadiyê hewldanên xwe yên têkoşînê bidomînin. Rêber Abdullah Ocalan rêberekî mezin e û bi salan e di girtîgehê de ye, em vê yekê şaş dibînin. Pêdivî heye ku em bêhtir jê bibihîzin, bêhtir wî bibînin. Divê azadiya wî ya fizîkî were mîsogerkirin.”

‘Gava Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn mizgîniyek baş e’

Nivîskar Elîf Gemîcîoglu Yaviç diyar kir ku 4’ê Nîsanê ne tenê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e, di heman demê de ya hemû Kurdan e. Elîf Gemîcîoglu Yaviç gotinên xwe wiha domand, “Birêz Ocalan ji bo Kurdan û Rojhilata Navîn derefeteke mezin e. Mirovên wisa sed salan carekê tên cîhanê. Îsal, 4’ê Nîsanê xwedî girîngî û wateyeke taybet e. Abdullah Ocalan gaveke girîng ber bi jiyana aştiyane û demokratîk ve li Rojhilata Navîn û çar perçeyên Kurdistanê avêt. Ev gav ji bo Rojhilata Navîn mizgîniyek e."

‘Rêber Abdullah Ocalan felsefeya jiyanê bi pêş xistiye’

Elîf Gemîcîoglu Yaviç, bal kişand ser ku çawa Rêberê Gelê Kurd bandoreke mezin û girîng li ser gel kiriye û diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan felsefeyeke mezin bi pêş xistiye, wiha pêde çû: "Îro maseyek hatiye danîn û divê ew kesên ku li aliyê din ê wê maseyê rûniştine bi awayekî cidî nêzî pêvajoyê bibin. Her çiqas Rêber Abdulah Ocalan li Rojhilata Navîn tecrîdkirî be jî kesek wekî wî bi bandor û îqnakar tune ye.” Elîf daxwaz û hêviyên mîsogerkirina azadiya fizîkî kir û hêviyên xwe wiha anîn ziman: “Divê azadiya wî ya fîzîkî di zûtirîn demê de pêk were û bikaribe rasterast û rû bi rû bi civakê re têkilî dayne. Em rojbûna birêz Ocalan bi daxwaza azadiya wî ya fîzîkî çêbibe û bi gelê xwe re be pîroz dikin. Em di 4’ê Nîsanê de li benda nûçeyên wisa baş in."

'Armanca pêvajoyê jiyana aştiyan û demokratîk e'

Endama Meclîsa Şaredariya Tuşbayê Rabia Doner diyar kir ku 4’ê Nîsanê bi coşeke mezin tê pêşwazîkirin û wiha pê de çû: "Ew roja ku gelê Kurd ji xweliya xwe afirî ye. Bi rastî, roja me wê demê hilat. Pêvajoya 'Aştî û Civaka Demokratîk' ji hêla birêz Abdullah Ocalan ve di 27’ê Sibatê de hat destpêkirin. Pêvajoya ku hatibû destpêkirin ji aliyê gelê Kurd, bi taybetî ji aliyê gelê Rojhilata Navîn ve rastî eleqeyeke mezin hat. Ji bo pêşxistina pêvajoyê jinan barê pêşengiyê girtin ser xwe û dest bi xebatan kirin. Birêz Ocalan berpirsiyariyeke mezin daye ser milên jinên Kurd. Armanca vê pêvajoyê ne tenê avakirina jiyana azad û demokratîk e ji bo gelê Kurd, lê belê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn e."

‘Gelê Kurd erkên xwe pêk anîn’

Rabia Doner tekez kir ku divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan were mîsogerkirin û diyar kir ku ger pêvajo di şert û mercên azad de were meşandin dê guncawtir be. Rabia Doner bal kişand ser dema ku pêvajoyê dest pê kiriye û ev yek anî ziman: “Her çendî pêvajo ji saleke zêdetir e berdewam dike jî ji aliyê dewletê ve tu gav nehatiye avêtin. Biryara fesihkirinê, şewitandina çekan û biryarên vekişînê yên piştre nîşan didin ku gelê Kurd hemû erkên xwe yên der barê pêvajoyê de bi cih anîne. Gelê Kurd bi baweriya xwe bi têkoşîn û serokatiya xwe pêvajo hembêz kir. Ji bo ku pêşî li şerê li Rojhilata Navîn ku berdewam dike bê girtin û pêşî li dewletên kapîtalîst bê girtin ku planên xwe yên ji bo Rojhilata Navîn pêk neynin divê em pêdiviyên pêvajoyê bi hev re bi serokatiya xwe re bi cih bînin. Divê dewlet piştgiriyê bide vê yekê û gavan bavêje da ku azadiya fizîkî ya Rêberê me mîsoger bibe.”

Jinan herî dawî bang li hemû jinan kirin ku tevlî meşa 4’ê Nîsanê ya ber bi Amarayê ve bibin.