Jinên Suryan di Şoreşa Rojava de civak û destkeftiyên xwe diparêzin

Jinên Suryan li Rojava hebûna xwe ya siyasî, civakî û aborî xurt dikin, ji bo parastina mafên civakê û destkeftiyên ku jinan bi dest xistine, dixebitin.

Esma Mihemed

Qamişlo – Jinên Suryan li Rojava ne tenê di asta civakî û çandî de, di heman demê de di beşdariya siyasî û biryardayînê de jî, wekî pêkhateyek bingehîn û çalak a civakê derketine holê. Îro, jinên Suryan beşek yekgirtî ya encumen û saziyên ku biryarên girîng ên ku bandorê li jiyan û pêşeroja civakê dikin, didin. Yekîtiya Jinên Suryan platformek bihêz e ku dihêle jin mafên xwe di astên cûda de îfade bikin û daxwaz bikin.

‘Jinên Suryan her gav pêşengiya daxwaza mafên xwe û mafên civakên xwe kirine’

Endama Yekîtiya Jinên Suryan Sebah Şabo, di hevpeyvînek taybet a ku daye ajansa me de nêrînên xwe bi me re parve kir. Sebah Şabo anî ziman ku ev qonax  ji bo parastina destkeftiyên xwe û berfirehkirina çembera beşdariya jinan a di civaka herêmî û siyasî de, encama têkoşînek dirêj a jinên Suryan e. Wê diyar kir ku jinên Suryan di nav salan de her gav di pêşengiya daxwaza mafên xwe û mafên civakên xwe de bûne. Sebah Şabo tekez kir ku zehmetiyên herî dijwar ên ku jin pê re rû bi rû mane, di warê dûrketina siyasî û civakî de bûne ku ew ji pozîsyonên hêz û biryardanê dihatin dûrxistin û dengê wan di nîqaşên siyasî de, çi di asta herêmî, civakî, an jî aborî de, hema hema nayê bihîstin. Sebah Şabo wiha got: “Yek ji destkeftiyên herî girîng ên ku îro hatine bidestxistin, hebûna domdar a jinan a di encumenên siyasî û saziyên partiyan de ye. Ev jî di çêkirina polîtîkayê û parastina mafên gelê xwe û mafên xwe yên kesane û civakî de, wan dike hevkarên çalak.”

‘Jinên Suryan mafên tevahiya civakê diparêzin’

Sebah Şabo ev yek wekî "gaveke mezin ê kollektîf" ji bo jinên Suryan ên li herêmê bi nav kir û diyar kir ku asta têkoşîna ku wan ji bo gihîştina vê astê bandora siyasî û civakî dane, nîşan dide. Sebah Şabo destnîşan kir ku jin beşek girîng ji tevna civakî û siyasî ne û wiha pê de çû: “Îro, jinên Suryanî ne tenê mafên xwe wekî takekesan dixwazin, di heman demê de bi berdewamî ji bo mafên tevahiya civakê radiwestin. Ev ji ber ku jin beşek neqetandî ya tevna civakî û siyasî ya gelê xwe ne û bidestxistina mafên siyasî û civakî ji hêla gel ve bi awayekî neyekser mafên siyasî yên jinan jî dihewîne. Vê yekê rola jinên Suryanî di hemû waran de, çi siyasî, aborî, civakî, an çandî be, kiriye navendî.”
Bernameyên hişyariyê yên ku perwerdehiya siyasî, civakî, çandî û dîrokî dihewînin

Sebah Şabo da zanîn ku Yekîtiya Jinên Suryanî, bi rêya saziyên xwe yên civakî û siyasî, bi balkişandina ser bernameyên hişyariyê yên ku perwerdehiya siyasî, civakî, çandî û dîrokî dihewîne, ji bo hêzdarkirina jinan û zêdekirina beşdariya wan a di hemû waran de dixebite. Sebah Şabo wiha berdewam kir: “Ev bername ji jinan re cîhek fireh peyda dikin da ku rol û statuya xwe fam bikin û şiyana wan a rûbirûbûna bi pirsgirêkên siyasî, civakî û çandî yên ku ew dikarin di civakê de pê re rû bi rû bimînin xurt bikin.”
‘Jinên Suryan êdî ne tenê wergirên biryaran in, her wiha çêkerên wan in jî’
Îro, bi saya Şoreşa Rojava, jinên Suryan bi awayekî çalak li ser platformên siyasî, di forumên îdarî û di encumenên partiyan de amade ne. Ew rasterast beşdarî girtina biryarên girîng dibin. Sebah Şabo ev yek mîna ‘destkeftiyek dîrokî û bêhempa ya li herêmê’ bi nav kir û wiha şîrove kir: “Ev guhertina girîng a ku jinên Suryanî di civakê û di navendên biryardanê de çêkirine nîşan dide û îspat dike ku jinên Suryanî êdî ne tenê wergirên biryaran in, her wiha çêkerên wan in jî. Beşdarên şekildana siyaseta giştî ne û parêzvanên mafên xwe û mafên civaka xwe ya herêmî ne.”

‘Xwîna şehîdan ji hemû civakan bê cudahî tevlihev bûye’

Li gel van hemû destkeftiyan wekî ku Sebah Şabo tekez dike, dijwariya zihniyeta baviksalarî a kevneşopî hîn jî berdewam dike. Ev mezintirîn dijwariya ku jinên Suryan di pêkanîna rolên xwe yên siyasî û civakî de pê re rû bi rû dimînin e. Ji bilî dijwariyên civakî yên ku berê jinan bi xwedîkirina zarokan û birêvebirina karûbarên malê ve sînordar dikirin. Lê belê, jinên Suryan şiyana xwe ya derbaskirina van astengiyan îspat kirine. Sebah Şabo her wiha bal kişand ser beşdariya leşkerî ya jinên Suryan a di parastina ax û mafên xwe yên bi zehmetî hatine bidestxistin de, ku hin ji wan jiyana xwe ji bo parastina van mafan feda kirine. Sebah Şabo wiha got: “Xwîna şehîdan ji hemû civakan bê cudahî tevlihev bûye. Hevgirtin hêzek neşikestî ye. Ev hevgirtin û hevkariya di navbera jinên Suryan de bi jinên ji civakên din re ‘hêzek neşikestî’ temsîl dike. Ez wê dişibînim rengên cûda yên boyaxê ku, dema ku bi hev re werin hev, wêneyek xweşik û bêkêmasî çêdikin ku kes nikare veke an jî qels bike. Îradeya jinan bi awayekî sabît û bihêz e, mîna dareke kûr reh ku dikare li hember her tofaneke siyasî an civakî bisekine ye. Ji ber ku ew di ax û civaka xwe de reh digre, hêzê ji dîroka têkoşîna xwe û qurbaniyên ku jinan ji bo mafên xwe û mafên civakê bi tevahî dane, digre.”

‘Parastina têkoşîna jinan temsîl dike’

Sebah Şabo her wiha ragihand ku yekîtî her gav platformek rastîn ji bo piştgiriya bihêzkirina siyasî ya jinan bûye, bal kişandiye ser ronîkirina rola jinan di biryardanê de, organîzekirina atolyeyan û bernameyên perwerdeyê û zêdekirina hişmendiya siyasî, çandî û civakî ya jinan da ku beşdariya wan a çalak û berdewam mîsoger bike. Sebah Şabo bi van gotinan nirxandina xwe bidawî kir: “Hemû ev bername û înîsiyatîf, bingeha berdewamiya têkoşîna jinan temsîl dikin da ku destkeftiyên ku di şoreşa jinan de li Rojava hatine bidestxistin biparêzin û hebûn û bandora wan di pêşeroja nêzîk û dûr de garantî bikin. Jinên Suryan îro biryarder û serfiraz in. Bi berdewamî têkoşîna xwe didomînin û daxwaza mafên xwe û mafên gelê xwe dikin, da ku di civakê de bibin hêzek çalak û stûnek bingehîn di parastina destkeftiyên yasayî, siyasî û civakî de. Di heman demê de hevgirtina jinan û hevgirtina civakî biparêzin ku ev yek garantiya berdewamî û parastina têkoşîna jinan temsîl dike.”