Jinên Sûdanî: Em naxwazin bibin mexdûrên şer

Pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Desteka Bilez de, gihîştin asteke nû. Jinên Sûdanî tevî hemû êrîşên li hember wan jî, diyar dikin ku ewê nebin ‘mexdûr’ û balkişandin ser rolên ku girtine ser xwe.

AYA ÎBRAHÎM

Sûdan – Pevçûnên li Sûdanê berdewam dikin. Li welatê ku krîzek mezin a mirovahiyê tê jiyîn, bi milyonan kes ji cîh û warên xwe bûn. Yekem bajarê ku pevçûn lê destpê kirin, paytext Hartum bû. Koçberiya herî zêde jî, ji Hartumê çêbû. Sûdaniyên koç kirin, xwe sipartin Hartumê. Artêşa Sûdanê ji wir derket û bajarê Port Sûdanê wek paytexta demkî îlan kir. Ev bajar, ji aliyê Hêzên Desteka Bilez ve bi awayek bê navber tê bombekirin.

Di şer de jinan rolek mezin lîstin

Seroka Yekîtiya Komên Pîşeyên Netewî û Endama Heyeta Mutevelî ya Koma Jinan a Netewî Meryem El-Hîndî, têkildarî mijarê axivî. Meryem diyar kir ku tevî hemû êrîşên li hember milkên jinên Sûdanî û bedena wan jî, jinan xwe nekirin rola mexdûr, rolek mezin girtin ser xwe. Meryem anî ziman ku jinên Sûdanî dê heta dawiya şer jî liberxwe bidin û têkoşîna xwe heta serkeftinê bidomînin. Meryem diyar kir ku pevçûn wek encamek serneketinên li welêt, hatiye vê astê. Meryem got ku jinan di vê pêvajoyê de nasnameyên xwe bipêş xistine û xwebawerî û berxwedanê qezenc kirine.

Jin debara malbatên xwe dikin

Rojnamevana ku li Port Sûdanê dijî ya bi navê Ayat Fadl jî da zanîn ku jinên li bajêr, bi rewşeke tevlihev re rûbirû ne. Ayat bi bîr xist ku jinan debara malbatên xwe girtine ser milê xwe û neçar in di karên gelek zor de bixebitin. Ayat Fadl, jinan wek “Stûna bingehin a jiyanê” binav dike.

‘Sûdanî li ser piya ne

Ji herêma Merowe ya li Eyaleta Bakur Seroka Komîteya Jinan a Berxwedana Gel Neamatallah Abdullah, hedefgirtina Port Sûdanê wek "êrîşek wehşî” nirxand û şermezar kir. Neametallah got ku ewê tevî hemû êrîşan jî, berxwedana xwe bidomînin û yekîtiya xwe biparêzin.

Neamatallah diyar kir ku jinên Sûdanî ji destpêka pevçûnan heta niha rolên mezin girtine ser xwe û destnîşan kir ku ev rol heta ku pevçûn neqedin berdewam bikin. Neamatallah Abdullah, da zanîn ku jinan wek paşerojê di pêşerojê de jî dê di têkoşîna xwe de rola xwe ya çalak bidomînin û wiha got: “Şer ji xirabiyê ber bi xirabtirbûnê ve diçe. Hemû êrîş hatin ceribandin. Lê dîsa jî Sûdanî bi saxî û bawerî li ser piya ne.”