Jinên Sûdanî bi hêviya aştiyê dikevin sala 2026’an

Tevî êşên şer, bombebarana li ser bajaran jî û koçberiyê jî; jinên Sûdanî hêviya xwe ya ji bo aştiya li welatê xwe û pêşerojeke ronî diparêzin.

AYA ÎBRAHÎM

Sûdan – Jinên Sûdanî di nava şer û pevçûnên hovane de, tevî hilweşîn û koçberiyê jî hewl didin li ser piyên xwe bimînin û jiyana xwe bidomînin. Di nava pevçûnên ku ji Nîsana 2023’yan ve heta niha di navbera Hêzên Piştgiriya Lezgîn û artêşa Sûdanê de didomin de, Sûdanî sala 2026’an bi hêviya aştiyê pêşwazî dikin. Bi taybetî jinên Sûdanî bi biryar in ku wan zoriya derbas bikin û sekneke bi biryar raber dikin.

Sala 2026’an bi koçberiya bi hezaran kesên ji herêma Darfûrê tê pêşwazîkirin. Piştî ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn bajarê El-Faşêrê girtin kontrola xwe, gelek jin li kampa El-Awfad a girêdayî ed-Debbeyê bi cih bûn. Li gorî daxuyaniyek ku ji aliyê Tora Bijîjkên Sûdanê ve hatiye dayîn, li kampê 19 bûyerên tecawizê ku ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatine kirin hatine belgekirin.

Bi sala nû hêviya ji bo aştiyê

Bi ketina sala sêyemîn a pevçûnan ku tu nîşaneyên aştiyê xuya nakin jinên Sûdanî salek bi êş û trajedî derbas kirin lê ber bi dawiya salê ve hêviyek ji bo aştiyê di dilê jinan de geş bûye.

Maha Ahmed a ku li yek ji zanîngehên herî mezin a Sûdanê de hîndekar e, hêviyên xwe yên ji bo sala nû wiha tîne ziman: “Li Sûdanê tevî hemû mercên xirab jî dê jiyan nesekine. Jinên ku herî zêde ji şer zirarê dîtine dê sala nû bi awayê berxwedêrtir û bihêztir pêşwazî bikin. Jin temînat û stûna civakê ne loma reşbîn nîn in û ev yek ji taybetmendiyên wan e.”

‘Em ê têbikoşin’

Suha el-Hac a di Komîsyona Alîkariya Mirovî de dixebite jî; got ku tevî hemû zoriyên şer jî ew zêdetir bûye xwedî hêz û di jiyana wê de werçerxek çêbûye. Suha el-Hac diyar dike ku di vê pêvajoyê de gihîştiye asteke ku bikaribe hestên xwe kontrol bike û wiha got: “Sala par gelek tişt hînî min kir. Tu tişt zor nîn e; ya esasî ew e ku mirov bizanibe çawa destpê bike û îsrara ji bo aştiyê ye. Li hemberî mercên xirab min dest ji xwe berneda. Ji bo sala li pêşiya me planên min hene û armanca min ew e ku ez li ser guherîn û ahenga ji bo pêvajoya nû atolyeyan li  dar bixin, nexşeriyan amade bikim. Divê ku destek ji hewldanan re were dayîn û hayjêbûn zêdetir bibe. Li dijî binpêkirinên li ser me divê saziyên têkildar destekê bidin jinan. Ji ber pevçûnên li welat bi milyonan jin neçar man malên xwe biterikînin. Gelek ji wan li kampan, di mercên pir zor de têdikoşin. Beriya koçberiyê jî ji ber kuştin, tecawiz û tunekirina mal û milkên xwe travma jiyan. Tevî van hemûyan, bi nêzbûna sala 2026’an de hêviya wan jiyana bi îstîqrar û aştiya li Sûdanê ye.”

Safa Tarik a ji Xartûmê koçber bûye û niha xwaringehek wê heye wiha dibêje: “Di sala 2025’an de, min ji nû ve bi dayîka xwe re dest bi jiyanê kir, me cihê kar ji xwe re ava kir û em di vî warî de serkeftî bûn. Ji bo avakirina pêşerojeke nû, em dixebitin. Ji bo jiyana me asayî bibe divê pevçûn bi dawî bibin.”