Jinên li Helebê êrîşên li dijî Durziyan şermezar kirin

Ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi dehan jin li hev kom bûn û êrîşên li dijî Durziyan şermezar kirin.

Heleb – Jinên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin gel hev û têkildarî sûcên li dijî Durziyan daxuyaniyek da.

Daxuyanî li taxa Eşrefiyê ji aliyê endama Kongra Star Meys Şaşo ve hat xwendin. Meys Şaşo anî ziman ku “Di demên dawî de, li dijî civaka Durzî, ku beşek yekgirtî ya tevna resen a Sûriyeyê ye, xîtaba mezhebî û provokasyonên tundî û kuştinê yên li ser bingeha nasnameyê bi awayekî xeternak zêde bû.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tundiya li dijî mezheban tehdîdeke rasterast li ser tevahiya gelê Sûriyeyê û aştiya navxweyî ye.

Jinan sûc û xîtaba sorkirinê ya li hember pêkhatiyên sûriyeyî şermezar kir. Her wiha bang li civata navneteweyî kir ku li hemberî siyasetên cudakarî û nîjadî yên bi armanca parçekirina civakê û derxistina şerekî navxweyî helwesteke xurt nîşan bidin.

Jinan ji bo pêkanîna pîvanên demokasî, lêborînê û mîsogerkirina maf û azadiyan, her wiha ji bo têkbirina planên bi armanca derxistina şerên navxweyî û parçekirina Sûriyeyê jî banga hevgirtinê li gelê Sûriyeyê kir.