Jinên li bajarokê Girbewaî xwarinê ji Şervanan re amade dikin

Jinên li bajarokê Girbewaî ya girêdayî bajarê Qamişlo, hemû bi hevre alîkarin û bi yek destî xwarinê ji Şervanan re amade dikin.

Qamişlo- Ji 6’ê Çileyê ve êrîşên Rêvebriya Demkî û çeteyên girêdayî dewleta Tirk, li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kirin. Jinên ji bajarokê Girbewaî ya girêdayî bajarê Qamişlo bi yek ruhî xwarinê ji şervanan re amade dikin û li aliyê din jî bi şev taxên xwe diparêzin.

‘Em piştgiriya zarokên xwe dikin’

Semîra Xelîl da zanîn ku ew civiyane ji bo ku xwarinê ji Şervanan re amade bikin û wiha got:` Em piştgirtiya Şervanên xwe dikin heta dawî û em bi wan bawerin. Em hemû li vir civiyane ji bo ku em xwarinê ji Şervan û zarokên xwe re ama de bikin û bi şev jî em çek radikin û taxên xwe diparêzin. Em tu carî ji welatên xwe dernakevin. Hemû gel ji bo Kurdan rabûn û Kurd li her deverî bûne yek. Em wekî jin bi hêvîne ku wê Kurdstana me were avakirin.`

‘Em parêzvanên taxên xwe ne’

Fadiya Îsmaîl anî ziman ku ew bi şev taxên xwe diparêzin û wiha pêde çû:` Me jinan bi hevdû re biryar daye ku em bi roj xarinê ji zarokên xwe yên şervan re çêkin û bi şev jî taxên xwe biparêzin. Em her kes berpirsiyarê parastina mal, tax, gund û bajarên xwe ne. Jinên li Navçeya Girbewaî ya girêdayî bajarê Qamişlo, hemû bi hevre alîkarin û di her alî de yek destin.