Jinên Kobanê: Emê hebûna xwe bi her awayî biparêzin
Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jinên ji bajarê Kobanê helwesta xwe bi gotinên “Hebûna me rastî tunekirinê tê, weke jin em ji bo hemû şert û mercan amade ne” anîn ziman.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk û çeteyên HTŞ’ê qaşo lihev kirin ku di hîn deveran de lihevkirin pêk bê, çeteyên HTŞ’ê hemû hevpeyman binpê kirin û dest bi êrîşeke dagirkeriyê ya berfireh a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.
Çeteyên ku di gelek eniyan de û bi riya şaneyên xwe yên razayî êrîşên dijwar pêk anîn, rastî bersivên tund ên şervanên QSD’ê hatin. Jinên ji bajarê Kobanê, li dijî gefên li ser bajarê Kobanê bipêş dikevin û bi giştî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bertek nîşan dan.
‘Emê destkeftiyên xwe bi berxwedaneke mezin biparêzin’
Medîne Ehmed bi bîr xist ku jinan destkeftiyên xwe bi bedêlên giran û berxwedaneke mezin qezenc kirine û wiha got: “Bi salan e gel û jinên Kurd ji bo mîsogeriya hebûna xwe têdikoşin û liberxwe didin. Ji bo vê jî ne hêsan e ku îro bi êrîşên çetewarî hebûna me were tunekirin.”
Medîne li hember van êrîşan bi hêrseke mezin anî ziman ku Kurd dê bihustek axa xwe jî teslîmî dagirkeran nekin û wiha domand: “Helwest û berxwedana me li ber çavan e. Em jî bi hêz û îsrara xwe bawer in. Lewra jî bila ev çete û hevkarên wan nekevin hewaya ku emê warê xwe bi rihetî teslîm bikin û dest ji berxwedana xwe berdin.”
‘Em ji bo hemû şert û mercan amede ne’
Medîne herî dawî got ku ewê bi rûmet û lehengiyeke mezin şer bikin û wiha pê de çû: “Weke Kurd ger hewldanên tunekirinê li ser me werin meşandin, em dibêjin ku wê hebûn û tunebûna me jî li ser vê axê be. Lewra emê ji bo rûmet, ax û welatê xwe liberxwe bidin. Çawa ku em ji aştiyê û diyalogê re vekirî ne, di heman demê de em ji bo xweparastinê jî amede ne.”
‘Li ser hebûna me êrîşeke bi tevahî heye’
Bedîa Miho ku êrîşên diqewimin weke şerê hebûn û tunebûnê pênase kir, hêrsa xwe bi van gotinan anî ziman: “Li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşeke pir mezin heye ku ji aliyê çeteyên HTŞ’ê û dewleta tirk ve pêk tên. Komên çete ji bilî şerê çekdarî, şereke mezin li ser medyayên civakî û di heman demê de yê dronî jî didin meşandin. Ji bo vê jî pêşketinên ku li ser erdê tên jiyîn diyar dikin ku em anha bi taybetî di nava şerê hebûn û tunebûnê de ne.”
‘Li dijî êrîşên dagirkeriyê vîna me diyar e’
Bedîya Miho helwesta jinan a li hember êrîşan jî bi van gotinan bilêv kir: “Weke jineke Kurd ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîm, dibêjim ku anha ew dem hatiye ku em weke jin, gel û şervan hevgirtina xwe ya li dijî êrîşên dagirkeriyê nîşan bidin. Çawa ku di berxwedana Kobanê de, her wiha ya bendava Tişrînê û gelek destanên me yên din vîn û berxwedana me serkeftin mîsoger kir, îro jî emê careke din heman vînê berz bikin û hemû êrîşan vala derxin.”