Jinên Iraqê: Divê em ji bo destkeftiyên nû bixebitin
Jinên Iraqê diyar kirin ku sala 2024’an salek hem zor bû hem jî jin di warê rola xwe ya civakî de bi hêz bûn, da zanîn ku ji bo di her astê de serkeftin çêbibe divê xebat û hewldan zêdetir bibin.
RAJA HAMÎD RAŞÎD
Iraq - Di sala 2024’an de jinên Iraqê, tevî zehmetiyên ku rastî wan hatin, di qadên cuda de gelek serketin bi dest xistin. Bi awayek bi bandor sûda dan siyaset, aborî û avakirina civakê. Jinên Iraqê her çendî rû bi rûyî hinek bêedaletiyan hatibin jî hêviya wan bi têkoşîn û serkeftinê zêde ye.
‘Ji bo mafê xwedîkirinê dengê xwe bilind kirin’
Dîrektora Îcra ya Weqfa Pêşxistina Medyayê, Masarat Amna Al-Dhahabî diyar kir ku jinên Iraqê di riya ji bo mafê xwe dimeşin de ji bo şopek baş bihêlin di astên cuda de têkoşîna xwe didomînin û got: “Jinên Iraqê di nava zoriyên herî mezin de di guherîna hebûn û rastiya jiyana xwe de roleke bi bandor dilîzin. Sala 2014’an salek ku jinên Iraqê ji bo mafê xwe yê xwedîkirinê dengê xwe bilind kirin bû. Jinan îsal ji bo zagonên nû derbikevin hewldan kirin. Jinên ku bi dirûşma ‘Jin Jiyan e’ daketin qadan, ji bo parastina hawirdor û avhewayê kampanya dan meşandin.”
‘Jin ji gelek qadên jiyanê hatin dûrxistin’
Amna Al-Dhahabî anî ziman ku li dijî jinan qetilkirin û tundiya fîzîkî psîkolojîk tê bikaranîn û wiha got: “Bi hezaran jin ji cihên xwe bûn û gelek jê neçar man li hemberî gefan bêdeng bimînin. Dewlet jinan neparêze, ew ji gelek qadên jiyanê hatin dûrxistin. Bi feraseta mêrên serdest, hewl didin jinan bê rol bihêlin û bikin amûr. Sala 2024’an, gelek jinên di gelek qadên cuda yên pispor de derketin pêş. Ev rewş biryaradariya hevrûbûna jinên Iraqê li dijî tevliheviya ku hinek partiyan hewl didan li wan ferz bikin nîşan dide. Pevçûna herî mezin têkoşîna li dijî zewaca zarokan bû. Li aliyê din ji bo jin bigihîjin perwerdeya heta zanîngehê me daxwazên xwe anî ziman.”
‘Jinan tiştên nû bi ser xistin’
Aktivîsat mafên mirovan û rojnameger Asma Obaid da zanîn ku jinên Iraqê her dem bi hêz, cesaret, û serkeftî bûne îlham dane û wiha got: “Weka sala 1940’an parêzera Iraqê ya yekem Sabiha Şeyh Daoud. Weke parêzera yekem a jin a Iraqê û dinyaya Ereb tê zanîn. Di heman demê de li Iraqê di mijara mafên jinan û perwerdeyê de di xebatên pêşeng de cih girt. Zaha Hadîd mîmar û dizaynera bi nav û dang a dinyayê ye. Bi dîzaynên xwe yên nû di mîmariya modern de tê nasîn û xwedî gelek xelatên navneteweyî ye. Serkeftinên jinên Iraqê didomin. Raja Hamid Raşid di pêşbaziya rojnamegeriya diyalog de yekemîn e û xelata rojnamevaniyên Qarib a Manar Al- Zubaidi yekemtî qezenc kir. Di olîmpiyatên Parîsê ya 2024’an de di tenîsa masê de Najla Imad a lîstikvana ciwan madalya zêr qezenc kir û yekema Şampiyona Paralimpik a Iraqê bû.”
Parêzavana mafên mirovan Sarah Jassim diyar kir ku di sala 2024’an de jinên Iraqê di qadên cuda de pêşketinên girîng bi dest xistine û serkeftinên wan di asta neteweyî û navneteweyî de ne.
Hinek serkeftinên ku jinan bi dest xistine wiha hatin rêzkirin:
“* Konseya kar a jinên Iraqê, di mijara jinên bi îdia de projeyên xwe ava bikin û bi armanca piştevanî û rênîşandanê di Mijdara borî de hat vekirin.
*Li Bexdayê di 26’ê Tîrmehê de 3’yemîn konferansa jinên Iraqê bi dirûşma ‘Bi têkoşîna hevpar, li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê’ hat lidarxistin.
* Bernameya nêzbûna mezûniyetê hat destpêkirin û ji bo malbatên herî xizan dahata bikin, ji vê bernameya ku girêdayî Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî ku bi armanca amûrên pêwîst û çavkaniya pêkbînin gelek jin jê sûd girtin. Ghufran Hassan ya 26 salî, li Mûsilê bi xizmetên xwe yên perwerdeyê, navenda perwerdeya tendirustiyê, piştevaniya civakî û psîkolojîk ava kir.
* Di meha borî ya Gulanê de stratejiya neteweyî ya sala 2023-2030 ya der barê jinên Iraqê de ku hedef dike di qada aboriyê de rola jinan bi hêz bike eşkere kir.”
‘Di qada siyasetê de paşveçûn çêbûn’
Hunermenda dîtbarî Kifah Majeed bal kişand ku di sala 2024’an de di rola jinên Iraqê di qada siyasetê de daketin hate jiyîn û got: “Dengek yê jinan tinebû, girêdayî partiyan bûn.”
Kîfah Majeed bal kişand ser xebatên jinên di qada çandiniyê de û ev tişt got: “Di qada çandiniyê de îhmala hikumetê hebû, gendelî hate kirin û ev jî rê li ber wê yekê vekir ku gundi ji karên çandiniyê dûr bikevin. Ev rewş bandorek mezin li xebatên jinên gund û heta li perwerdê kir. Bawernameyên ku ji welatên cîran hatin weşandin, jin hemû zori derbas kir û kêrhatiyên xwe îsbat kirin.”
‘Civakê ji nû ve ava dikin’
Rojnamevan û helbestvan Valentîna Hedo da zanîn ku jin di gelek qadan de bi ser ketine û wiha got: “Beşdariya jinan a di akademiyên zanist û teknolojiya kompîtorê de em behs nakin. Jinên ku di vê qadê de serkeftinên dîrokî bi dest xistine, di qada werzîşê de serkeftinên baş bi dest dixin. Ev serkeftin jinên Iraqê sala 2024’an li aliyên cihên cuda de pêşeketinên ku bi dest xistine diteyîsîne û rola wan y girîng di avakirina civakê û pêşxistina wê de dilîze.”
'Di mijarên mîras û xwedîkirinê de rastî bêedaletiyê hatin'
Midûra Muzexaneya Tora Medyayê ya Iraqê Mîna Amir Al-Helu jî, wîha axivî: “Ez dibînim ku jin di her mijarê de ji mêran xurtir in. Tevî vê xurtbûne jî, jin ji mijarên mîras û xwedîkirina heta gelek mafên din bi gelek bêedaletiyan re rû bi rû ne. Em li kolanan bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin, mînak rastî tacîzê tên. Beriya niha dema jin derdiketin derve xebatên wan dihatin astengkirin, niha jinên rojnamevan, nûçegihan, wênekeş, karker, mezûn û xwediyê bawername hene, lê derfetên kar ên li gorî pisporiya wan nîne. Em hêvî dikin ku li dijî tundiya li ser jinan zagonên hişk bên sepandin. Têkoşîna parêzvanên mafên jinan a li dijî guhertinên Zagona Rewşa Kesane berdewam dike. Jin diyar dikin ku divê ev guhertina zagonê bi temamî bêrakirin û ew ê parastina mafên xwe bidomînin.”
Hunermenda Dîtbarî Mona Maraî, got ku jin her diçe rolên xwe yên çandî zêdetir didin qebûlkirin.
‘Ruxmê zextan jî destkeftiyên xwe diparêzin’
Helbestvan Semerkant El-Jabrî jî, diyar kir ku di sala 2024’an de weşanên ku jin di qadên helbest, vegotin, şano û rexneyan de beşdarbûn, zêde bûue. Xwendekara zanîngehê Îsraa Salman jî bal kişand ku ji îsal bi gelemperî ji bo civaka Iraqê û bi taybetî ji bo jinan saleke zor û zehmet bûye û guhertina Zagona Rewşa Kesane ya hejmara 188’an a sala 1959’an jî wek ‘êriş’ nirxand.
Xwendekara zanîngehê Îsraa Salman, wiha got: “Mafên mirovan, mafên ku salên dirêj jin ji bo têkoşiyan e. Lê belê îsal tevî zoriyên hatin kişandin jî, jin bi ser ketin li ber zextan, destkefiyên xwe dikaribûn biparêzin û rola xwe ya di civakê de bi hêz bikin.”