Jinên extiyar li dijî tenêtî, xizanî û terikandinê têdikoşîn
Nebûna piştgiriya civakî û zextên aborî, jiyana gelek jinên extiyar bi tenêtî û pirsgirêkên derûnî re dagirtiye; ev rewş bi bûyerên dawî yên li Ciwanroyê gihîştiye asteke metirsîdar.
SOMA KARAMÎ
Ciwanro – Di bin şert û mercên aborî û zextên civakî yên dijwar de, gelek jinên extiyar bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin. Hinek ji wan ji ber pirsgirêkên xwe yên fizîkî û derûnî neçar dimînin girêdayî malbatên xwe bin û li ser zarokên xwe dibin bar. Ev ne tenê ji bo malbatan dibe sedema pirsgirêkên madî, di heman demê de jinên extiyar jî rastî stres û depresyona giran tên. Di hinek rewşan de malbat li malê ji bo li wan binihêrin kesek digrin lê ev yek ji bo ewlehiya wan jinan baş nîn e. Bûyerên dawî yên li Ciwanroyê vê xeterê îsbat kirin. Jineke extiyar ji aliyê kesa ku lê dinihêrî ve hat kuştin, jineke din jî ji ber depresyonê jiyana xwe ji dest da. Van bûyeran qeyrana ku extiyar dijîn nîşan da. Di vê navberê de, tunebûna piştgiriya civakî û paşguhkirina hewcedariyên derûnî û fizîkî yên jinên extiyar, mijareke ku divê cidîtir bê destgirtin e.
Zêdebûna şêwaza jiyana bi tenê ya jinên extiyar
Li gorî daneyên civakî û analîzan, li Îranê rêjeya jiyana bi tenê ya jinên extiyar ji ya mêrên extiyar çar qat zêdetir e û hejmara jinên extiyar ên bi tenê dijîn di deh salên dawî de du qat zêde bûye. Pispor, pêşbînî dikin ku bi guhertinên di şêwaza jiyanê de û zêdebûna hejmara jinên extiyar ên tenê yan jî yên hevberdayî, profîla demografîk a jinên extiyar ên ku bi tenê dijîn dê di dehsalên pêşiya me de bi girîngî biguherîne. Li gorî texmînan hejmara jinên extiyar ên ku bi tenê dijîn, dibe ku di 30 salên pêşiya me de sê qat zêdetir bibe. Di heman demê de, zêdetirî ji sedî 90 jinên extiyar ên bi tenê dijîn, pirsgirêkên cidî yên debara jiyanê re rû bi rû ne. Zêdetirê ji sedî 71’ê wan ne xwedî çavkaniyek dahatê ne û tenê ji sedî 29’ê wan xwedî dahatiyek sînordarkirî ne. Her wiha ev rewş, lêçûnên dermankirin û rehabîlîtasyonê vediguherîne pirsgirêkek cidî.
Nebûna piştgiriya dewletê û pêdiviya saziyên piştgiriyê
Yek ji pirsgirêkên ku qeyrana jinên extiyar kûrtir dike, nebûna piştgiriya rêxistinkirî ya ji bo jinên jinebî yan jinên ku hevjînê xwe winda kirine ye. Bêyî piştgiriyek wisa, gelek jin neçar dimînin ji bo ewlekirina pêşeroja xwe ji nû ve bizewicin an jî bibin girêdayî zarokên xwe û endamên din ên malbatê. Ev yek zexta derûnî û aborî zêde dike û xetera depresyonê, nexweşiya derûnî û heta xwekuştinê diçe. Pispor û aktîvîstên civakî, destnîşan dikin ku avakirina saziyên piştgiriyê yên serbixwe ji bo jinên jinebî û jinên extiyar dikare ewlehiya wan a aborî û derûnî misoger bike û bihêle ew jiyana serbixwe û bi rûmet bijîn. Saziyên wiha dikarin alîkariya darayî, lênêrîna tenduristiyê, şêwirmendiya derûnî û piştgiriya civakî peyda bikin û piştrast bikin ku ger piştgiriya malbatê tunebe jin neçar dibin biryarên lezgîn û xeternak bidin.
Gelo çima jinên extiyar ji mêran zêdetir tenê dimînin?
Di gelek rewşan de, jinên extiyar piştî windakirina hevjînên xwe yan jî hevberdanê, zewaca dubare paşve dixin an jî bi tevahî dev jê berdidin. Ev jin pir caran li bendê ne ku zarokên wa herî biçûk bizewice yan jî malbat bi cih bibe û zêdetir girîngî didin berpirsiyariyên malbatê. Ev pêvajo dibe sedem ku temenê wan mezin bibe û hêdî hêdî ji temenê zewacê dûr dikevin. Di heman demê de, nêrînên civakî yên paşverû zewaca dubare ji aliyê jinên extiyar ve xelet an nayê qebûlkirin dibînin û zextên civakî şiyana wan a ji nû ve avakirina jiyana zewacê sînordar dikin. Berevajî vê yekê, mêrên extiyar ji bo zewaca dubare bi astengiyên çandî yên kêmtir re rû bi rû dimînin û di gelek kevneşopî û komên temenî de destpêkirina wan a zewacek nû tê pejirandin.
Di zewacê de cudahiya temen
Li Ciwanro û bajarên din ên kevneşopî li wan zêde ne û yên ku nifûsa wan Kurd e, normên zewaca kevneşopî nîşan didin ku divê jin ji mêran biçûktir bin. Cudahiyek temenî ya girîng bi taybetî ger ji bo mêr sûdmend tê qebûlkirin. Lê belê, jinek ji mêr mezintir be, bi berxwedana civakî re rû bi rû dimîne. Ev şêweya temenê newekhev di aliyê demografîk de encamên demdirêj çêdike û dibe sedem ku gelek jin di temenekî zûtir de beriya mêran jinebî bimînin. Di encamê de, zêdebûna temenê jinan û cudahiyên temen di zewacê de, îhtîmala ku jinên extiyar li van herêman bi tenê bijîn, di asteke girîng de zêde dike.
‘Hevjînê min 17 sal ji min mezintir bû’
Şewket Ehmedî ya 75 salî, li qata jêr a mala kurê xwe dijî. Şewket Ehmedî, diyar dike ku di 14 saliya xwe de zewiciye û di navbera temana wê û hevjînê de 17 sal hebûye, wiha axivî: “Hevjînê min di 60 saliya xwe de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dan û ez nêzî temenê 40 salî bûm. Lê belê ji ber şert û mercên jiyanê û berpirsiyariyên malbatê, tu carî zewaca duyemîn an jî avakirina jiyana nû nefikirîm. Dema ku pêşniyara zewaca dubare ji min re hat kirin, kurên min nerazîbûn nîşan dan û ev yek bû sedema nîqaşek mezin.”
Şewket Ehmedî, da zanîn ev rewş tenê ji bo jinan derbasdar e û wiha got: "Mêr dema hevjînên wan jiyana xwe ji dest didin, tevî ku temenê wan mezin e jî ji nû ve dizewicin. Ez bi salan e bi tena serê xwe dijîm û ji bo karên rojane yên biçûk xwe dispêrim kur û keçên xwe. Zarokên min lêçûnên jiyana min mîsoger dikin û ev yek hestek mecbûriyetê dide min.”
Şewket Ehmedî, destnîşan dike ku ev zext ji bo jinên li bajarên biçûktir dijwartir e û got: "Divê jin her dem bibin kesên fedakariyê dikin, bêrovajî vê yekê civak wan didarizîne.”
‘Tu sazî alîkariya jinên tenê û feqîr nake’
Zelîha ya nişteciha Ciwanroyê, fikarên xwe yên têkildarî pêşeroja jinên extiyar wiha tîne ziman: "Di van şert û mercan de, hemû kes di bin zextê de ne û bi taybetî kesên extiyar di bin zextek mezintir de ne. Gelek jin bêhêz û tenê ne, kes li wan nanêre û bi zexta derûnî û xizaniyê re têdikoşin ji depresyonê re vekirîne.”
Zelîha axaftina xwe wiha didomîne: "Ger li Ciwanroyê malek lênêrîna extiyaran hebûya, rewşa jinên extiyar ên nikarin kesê ji bo xwedîkirina xwe bigrin, dibe ku çêtir bûya. Tu sazî alîkariya jinên tenê û feqîr nake. Tenê hejmarek hindik a mirovên extiyar, ji aliyê Komîteya Xêrxwaziyê ve tên piştgirîkirin lê ev yek jî bi pereyek pir kêm e. Lê lêçûnên wan ên derman û dermankirinê jî hene."
Pirsgirêkên jinên extiyar tenê bi Ciwanroyê re sînordar nîn e; li seranserê Îranê bi zextên aborî, pirsgirêkên derûnî û sînorkirinên kevneşopî re rû bi rû dimînin û şert û mercên jiyana wan dijwar dikin. Ev jin, hewceyê baldarî û piştgiriyeke cidî ya civakê ne.