Jinên Ermen, Suryan: Êrîş li dijî hemû gelên Sûriyeyî sûc e
Jinên ciwan ên ji tevgerên Ermenî û Suryan tekez kirin ku Sûriye dê bi diyalogê were avakirin, ne bi komkujî û êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ku armanc dikin gelê Kurd û hemû gelên din ên li Sûriyeyê dijîn tune bikin.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Di 6’ê Çileyê de komên girêdayî HTŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker êrîşî taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kirin lê şêniyên herdu taxan biryara berxwedanê dan û bi berxwedaneke dîrokî, hebûn û kerameta gelê Kurd parastin. Jinên ciwan ên ji tevgerên Ermen û Suryan helwesta xwe ya li hemberî êrîşan nîşan dan.
‘Civaka Kurd di berxwedan û rizgariya tevahî Sûriyeyê de pêşengî kir’
Hevserokên Tevgera Ciwanên Ermenî Losnak Kafouryan piştrast kir ku ji dema hilweşîna rejîma Baasê ve heta niha, Sûriyeyê aştiya ku xeyal dikir nedît û got: “Binpêkirin li Sûriyeyê li dijî Elewî û Durziyan dest pê kirin û dûre li ser hemû gelên Sûriyeyê belav bû. Ji ber ku gelên Sûriyeyê bi hev ve girêdayî ne. Armanc bi van binpêkirinan ew bû ku şerê mezhebî derbixin û îradeya gel bişkînin. Em vê dawiyê bûn şahidên êrîşa sîstematîk a li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê. Êrîşeke ku armanca wê parçekirina civaka Kurd a li Helebê bû. Gelê Kurd gelekî berxwedêr e, hemû hewldanên xwe ji bo rizgarkirina tevahiya Sûriyeyê daye.
‘Çareserî ne bi xwînrijandinê bi diyalogê ye’
Losnak Kafouryan diyar kir ku bi êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê armanc ew e ku îrade, berxwedan û têkoşînê bişkînin û wiha domand: “Em, weke ciwanên Ermen, îro li kêleka gelê Kurd disekinin û diyar dikin ku berxwedan nayê şikandin û têkoşîn wê berdewam bike. Em wekî ciwan bi giştî, dibêjin ku çareserî bi xwînrijandinê nîn e, bi diyalogê ye ji bo avakirina Sûriyeya ne navendî.”
‘Binpêkirinên li Şêx Meqsûd li dijî hemû gelên Sûriyeyê hatin kirin’
Endama Ciwanên Suryanî Sîlva Berî êrîş û komkujiyên ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li dijî sivîlan pêk hatin şermezar kir û got: "Li Sûriyeyê, hemû civakên me, demek dirêj e bi hev re dijîn û ev êrîş ji hêla ajandayên biyanî ve tên kirin ku dixwazin Sûriyeyê di nava şer û binpêkirinan de asê bihêlin. Binpêkirinên ku li Şêx Meqsûdê diqewimin binpêkirinên li dijî hemû gelên Sûriyeyê ne."