Jinên Efrînê : Tu tiştek weke axa mirov pîroz nîne

Piştê 8 salan şûnde îro 400 malbatên Efrînê berê xwe dan Efrînê. Li ser vegera Efrînê jinên Efrînê gotin: “Vegera Efrînê encama berxwedanî û têkoşîna 8 salan de pêk hatiye.”

Hesekê – Bi sedan malbatên koçber yên Efrînê îro li deriyê Başûrê bajarê Hesekê (Panorama) kom bûn da ku vegerin li ser gund û bajarê xwe. Vegera koçberên Efrînê di encama hevpeymana 29’ê Çile yê di navbera QSD’ê û Şamê de pêkhat.

Tevahî amadekariyên pratîkî yên ji bo vegera koçberan ji hêla Encumena Koçberên Efrîn-Şehba ve pêkhat. Koçber ji Qamîşloyê ketin rê û hatin bajarê Hesekê û ji vir jî berbi Efrînê ve ketin rê.

‘Hêviya bi salan îro pêk tê’

Dîlara Efrîn, bi xwe ji Navçeya Cindirêsê ye, ji ber vegera xwe ya li ser erd û malê xwe pir kêfxweş e. Dilara keyfxweşiya xwe bi van gotinan bi lêv dike: Ev çend salbûn em benda vê rojê bûn. Vaye ew kêliyên vegerê pêktên ev yek jî me keyfxweş dike. Tu tiştekê ji axa mirov pîroztir nîne. Ez pisîka xwe jî bi xwere dibim da ku ew jî bedewî û xweşiya Efrînê bibîne.”  

‘Emê bi hevre Efrîna xwe ji nû ve avabikin û xwezaya wê geş bikin’

Emîna Husên jî di aliyekê de kefxweşiya çûyînê dijî lê, aliyê din de jî zor û zehmetiyên ku di koçberiyê de jiyane tîne ser ziman û dibêje: Me li hember her zehmetiyan berxwe da. Di pêvajoyên koçberiyê de me gelek derfetên zehmet jiyan kir lê ticarî em bê hêvî nebûn. Da ku em rojek bi ewle vegerin li ser axa xwe me gelek bedel dan.” Emîna di nava gotinên xwe de qala xêr û bereketa axa Efrînê dike. Emîna:  “Îro, em ê  çavê xwe bi dîtina darê zeytûnan ronî bikin. Li Efrîn, pêkhateyên din jî hene, em ê bi hev re bijîn, emê bi ferasetek rast jîngeha Efrînê ji nû de vejînin û ji nû ve ava bikin. Em hêvî dikin ku bigihîjin Efrîn û bi ewlehî li wir bijîn.”

Piştî 8 salan îro yekemîn karwanê koçberan ber bi Efrînê ve ketin rê. Li gorî agahiyên ketine destê me de wê piştê 3 roj şûnde karwanek din jî yê koçberên Efrînê darbasî Efrînê bibin.