Jinên Efganistanê: Têkoşîna jinan bûye modeleke cîhanî
Di nava şer û dorpêça heyî de jinên li bajarê Kobanê, Heleb û Efganistanê, barê herî giran ê ku ji ber krîzê çêbûye girtine ser milên xwe. Berxwedana wan li dijî bêdengiya cîhanî bûye wêneyê îrade û berxwedanê.
BAHARAN LEHÎB
Efganistan – Di vê pêvajoyê de ji ber şer û pevçûnên li Rojava, li bajarê Kobanê û Helebê, krîzên mezin tên jiyîn. Krîzeke ku bi salan e di navbera şer, zext, mudaxeleyên derve û berxwedana gel de diçe û tê. Her çendî cîhanê gelek caran bala xwe ji ser vê herêmê dabe alî jî; gelê Rojava hê jî her roj dibe hedefa êrîşan û dewleta Tirk a dagirker hewl dide dagir bike. Her çendî jinên Kurd bi şerê xwe dîrokê nivîsandibin jî DAIŞ îro ji nû ve bihêz dibe û komkujiyan didomîne. Wisa xuyaye ku hêzên derve destanên ku bi cesaret ji aliyê jinên Kurd ve hatine nivîsandin ji bîr kirine.
Rojavaya ku xwedî pergaleke xweser e li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, bi salan e dibe hedefa êrîşên leşkerî yên dewleta Tirk, rastî gefên komên dundrew tê û di vê sala dawî de jî bû hedefa êrîşên hikmeta demkî ya Sûriyeyê. Ev herêm, li gorî neteweyî, nijadî, demokrasiya herêmî û rola pêşeng a jinan bi teşe bû, ji ber wê jî ji bo gelek dewletan weke modelek bi xeter tê dîtin.
Kobanê bi salan e ji ber şer û dorpêça ku domiya hê weke birînek vekirî ye
Di vê sala dawî de, êrîşên Tirkiyeyê yên hewayî li ser binesaziya Rojava bênavber domiyan. Saziyên cereyan, av, navendên tendirustiyê û saziyên perwerdeyê gelek caran hatin hedefgirtin. Van êrîşan ne tenê ewlehiyê, jiyana gel a rojane jî felc kirin û li ser zarok û jinan bûne sedema zoriyan.
Kobanê jî bi salan e ji ber şer û dorpêça ku domiya hê weke birînek vekirî ye. Gelek taxên vî bajarê dîrokî, hê jî xirabe ne. Li Kobanê jin, barê herî giran ji ber şer hildigrin. Jinên ku hem debara malbatê dikin, hem birîndaran derman dikin, hem jî dayîktiyê ji zarokên ku bi dengê bombeyan mezin dibin re dikin; bi salan e têdikoşin.
Têkiliya di navbera Rojava, Kobanê û Helebê de tenê erdnîgarî nîn e; ev têkiliya êş, berxwedan û tenêhiştinê ye. Li van herdu herêman jî pir kêm nirx ji mirovan re tê nîşandan û bûne hedefa berjewendiyê û hevkêşeya hêzên kurewî û emperyalîst ên herêmê.
Di rewşeke wiha de jinên li Rojava, tevî hemû zextan jî hê di saziyên civakî, paratinê û siyasî de roleke çalak dilîzin. Hebûna wan ne sembolîk e, rastî û diyarker e, bûye sedem ku hêzên herêmî bibin dijminên vê pergalê.
Li Efganistanê jî jin bi heman çarenûsê re rûbirû ne. Zexta daîmî girtina ji kar û pirsgirêka ‘ewlehiyê’ jinên Efgan tengav dike û ew bi jinên li Rojava û Helebê re xwedî heman tecrubeyan in.
Jinên Efgan ên ji me re axivîn diyar kirin ku êşên ku dikşînin weke yê jinên Sûriyeyê û li erdnîgariyên din in.
‘Ji ber ku cîhan jinan tenê ‘qurban’ dibîne ew bi zanîn li ser piyan disekinin’
Şehla Wahîd a ji wîlayeta Pervanê wiha got: “Dema ku nûçeyên Rojava dişopînim, tiştên ku dijîm hîs dikim. Bi salan e li herêma me ji ber ku jin dixwazin biryar bidin û xwedî rol bin tên cezakirin. Jinên li Rojava, ji bo parastina pergala xwe ya xweser şer dikin. Jinên Efgan jî ji bo mafên xwe yên bingehîn biparêzin li ber xwe didin tevî ku derfetên wan pir kêm in û dengê wan kêm jî derdikeve. Efganistan û Rojava êşa hevpar a jinan e. Ji ber ku cîhan wan tenê weke ‘qurban’ dibîne, ew bi zanîn û xwedî hişmendî li ser piyan in û tu carî teslîm nabin.”
Mamosteya berê ya li Bamiyanê Zeyneb Muhammedî jî wiha dibêje: “Ji ber ku jin ji perwerde û civakê hatin vederkirin, di navbera wan û jinên Kobanê de pireke hestiyar çêbû. Ji ber girtina dibistanê Kobanê, girtina dibistanên li Efganistanê tîne bîra mirov û şer tenê bi bombe û çekan nîn e; bi bêdengkirina raman, ziman û xeyalan didome. Jinên li Rojava, Heleb û Kobanê, weke jinên Efgan, bi şerekî dijwar ê li dijî hêviyê ye re rûbirû ne. Ez piştgiriya xwe bi jinên ku zarokên xwe di şer de winda kirine re îlan dikim. Tevî her tiştî wan dest ji jiyanê bernedan û berxwedana xwe bi awayekî din berdewam dikin, tu carî dest ji têkoşînê bernadin.”
‘Li gorî min hevgirtina rast, tenê bi dirûşman nîn e bi qeydkirina van serpêhatiyan e’
Aktivîsta ji Heratê Rabia Nur jî wiha got: “Kontrolkirina beden, cil û dengê jinan, di navbera jinên Efganistan û Sûriyeyê de têkiliyeke ji êşê çêkiriye. Guherîna hikumetan, êşên jinan kêm nekir. Jinên Rojava ji ber ku modeleke nû ya jiyanê ava kirine tên cezakirin wekî ku jinên Efgan ji ber xwestin jiyana normal bijîn hatin cezakirin. Li gorî min ev şibandin tesadufî nîn e, dijberî wê, Talîban, DAIŞ û Heyet Tehrîr el-Şam perçeyek ji modela kûrewî ya ku jinan diçewisîne ye. Li gorî min hevgirtina rast, tenê bi dirûşman nîn e, bi qeydkirina van serpêhatiyan e. Bêdengiya ku tê ferzkirin dema neyê pejirandin bi wate dibe. Vegotina serpêhatiyên jinan, awayekî berxwedana siyasî ye.”
Her çendî Rojava, Kobanê, Heleb û Efganistan, di nexşeyan de cuda bin jî; di tecrubeyên jinan de pir nêzî hev in. Vê nêzikbûnê, derfeta avakirina hevgirtina ku sînoran derbas dike ye. Dengê wan, dixwazî ji Rojava, dixwazî ji Kobanê, dixwazî ji Heleb an jî Efganistanê bilind bibe, tenê vê rastiyê bi bîr dixe: Berxwedan her dem bi çekê nîn e; carna bi mayîna li cihê xwe, axaftin û mayîna bîrê de bi wate dibe.